Êrîşên Emerîka û Îsraîl ên li dijî Îranê didomin. Li gor agahî û dîmenên li ser torên dîjîtal hatine belavkirin, balafirên şer navenda polîsan a bajarê Urmiyeyê bombebaran kirin. Hat ragihandin di encama bombebaranê de navenda polîsan hilweşiyaye û zerer bi hin avahiyên welatiyan ên nêzî cihê êrişê gihiştiye.
Her wiha hat zanîn ku balafirên şer li devera Qasimabadî ya li Hemedanê jî êrîş pêk anîne. Heta niha nayê zanîn li cihê hatî bombebarankirin çi qewimî, lê dumanek mezin ji deverê dirabe.
Li aliyê din hat ragihandin ku balafirên şer baregeha fermandariya polîsan a Gîlan ya dikeve bakurê Îranê jî bombebaran kirine. Lê ziyanên êrîşê nehatine zanîn.

