Rûniştina biryarê li 23’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hate dîtin û rojnameger bi hincetên weke; ‘endamtiya rêxistinê’, ‘propagandaya rêxistinê’, ‘sewqkirina kîn û nefretê’ û ‘pesinandina sûc û sûcdaran’ hatin sûcdarkirin.
Dadgehê beraat da rojnameger Mizgîn Fendîkê û dosyaya Pinar Tarlakê jî cuda girt.
Di rûniştinê de weke parêzeran Sercan Korkmaz û Ozcan Kiliç amade bûn. Dadgehê bi hinceta ‘alikariya rêxistinê’ 3 sal û 9 meh li Mehmet Alî Çelebî û li Reyhan Hacioglû, Îhsan Yaşar, Îshak Yasul û Hîcran Urunê 3 sal mehek û 15 roj cezayê girtîgehê birî.
Her wiha qexeyeya derketina derveyî welat a rojnamegeran jî hate rakirin.