Şahî ji bo şehîdên Kurditanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî wê axaftin li ser wate û giringiya Newrozê, di heman demê de ji bo gelê Kurd tê çi wateyê hate kirin.
Serokê Otonomiya navçeya Azîngê Tahîr Fatoyev li ser pîrozbahîya Newrozê axivî û got: “Newroz bi hezaran salane ji Kawayê Hesinkar heya roja îro bi bedelekî herî mezin tê pîrozkirin. Em jî wek gelê Kurd ên li Rûsyayê jiyan dikin, her sal bi agirê Mazlûman Newroza xwe pîroz dikin. Di serî de em newroza Rêber Apo û ya şehîdên Kurdistanê pîroz dikin.”
Hevserokê Oftonomiya Yerşovê Mîrza Alî Yûsubov jî wiha axivî: “Destpêkê Newroza gelê Kurd li Rêber Apo û li Şehîdên Kurdistanê pîroz dikim. Em Newroza Gelê Kurd yên li her çar paçeyên Kurdistanê jiyan dikin bi dil û can pîroz dikin.”
Her wiha Yûsubov bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Apo dayî destpêkirin û got, ew ê her tim bi Rêber Apo re bin.
Şahiya Newrozê bi beşdarbûna hunermendên ji Kurdistanê Mûrat û Cûmalî, hunermendên herêmê Ehmedê Baqî, Berzo Mamedov û komên foklorê dewam kir.
Di dawiya şahiyê de jî govend hate gerandin.

