Li bajarê Kobanê piştî pêlên êrîşan a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, beşeke mezin ji xwendekarên zanîngeha Şeriq jî derbasî zanîngeha bajarê Kobanê bûn. Di heman demê de jî zanîngeha Kobanê beşa temamkirina lîsansê ji karmendên di saziyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk û di heman demê de jî ji mamosteyan ra beşên cuda cuda vekirin, ew mamosteyan jî ezmûnên xwe pêşkêş dikirin. Bi gelemperî xwendekarên temamkirina lîsansê, xwendekarên zanîngeha Şerq û xwendekarên bajarê Kobanê, bi giştî 2 hezar xwendekar ezmûn dibin.
Ji hemû beşên li zanîngeha Kobanê ra, ezmûn li sê avahiyên sereke yên zanîngehê tên kirin, li avahiya nû ya zanîngeha Kobanê, li avahiya zanîngehê ya li taxa nû ya bajarê Kobanê û li Beşa Fakulteya Wêjeyan, tên kirin.
Ezmûn li ser du danan tên kirin, ji saet 9 sibehê de û heta saet 11 nîvro ezmûna beşa yekem destpê dike û bi dawî dibe, di beşa duyem de jî di seet 11:30’an de destpê dike û heta seet 01:30’an dirêj dike.
Ji ber pêla êrîşan a li ser bajarê Kobanê zanîngeha Kobanê ku dem û cihê ezmûnan diyar kiribû, taloq kiribûn. Lê niha yekem roje li zanîngeha Kobanê ezmûn destpê kirine. Dê ezmûn du hefteyan jî dirêj bike.

