Duşem, 14 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Me çekan şewitand, niha dora aliyê din e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezîrê Dadê Tunç: Hêj gelek kar heye ku em bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DEM Partiyê: Em ê vê pêvajoyê bi serfirazî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Merasîma çekberdanê di rojeva çapemeniya cîhanê de ye: Ji bo aştiyê gavekî dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Davutoglu: Divê em pêşengiya vê serdemê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nasnameya gerîlayên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Nêçîrvan Barzanî daxuyanî: Aştî wê bibe serketina her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanê YPG’ê Azîz Arslan hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenê merasîma şewitandina çekan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wêneyên merasîma îmhakirina çekan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li pêşiya Koma Aştî û Civaka Demokratîk Besê Hozat cih girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 10 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP’ê: Di nava 6 mehên pêşîn de 136 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Qirkirina jinên Êzidî dewam dike, em ê têkoşînê derbasî qonaxeke nû bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji EŞÎK’ê hişyariya li ser ‘mîrateyê’: Em ê dest ji mafê xwe bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wêneyên xwe êş, berxwedan û hêviya gelê xwe vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Krasnodarê civînek li ser çand û folklora Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konserên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Îtalyayê di sala 2’yan de didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Ferîde Alkan: Em ê bi têkoşînê hesabê komkujiyên Parisê bipirsin
Jin

Ferîde Alkan: Em ê bi têkoşînê hesabê komkujiyên Parisê bipirsin

Endama Fermandariya Konseya Leşkerî ya YJA Starê Ferîde Alkan li ser lihevkirina NATO û MÎT'ê sê şoreşgerên jin hatin şehîdxistin û got: “Di dil û mejiyê Tevgera Azadiyê û gelê me de kujer zelal in. Em ê bi têkoşîna xwe hesabê komkujiyan bipirsin"

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Çile 2025 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Yek ji damerîznera PKK’ê û pêşenga Tevgera Azadiya Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 9’ê Çileya 2013’an de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Parisê hatin şehîdxistin. Endama Fermandariya Konseya Leşkerî ya YJA Starê Ferîde Alkan bi boneya 12’emîn salvegera Komkujiya Parisê ji ANF’ê re axivî. Ferîde Alkan di axaftina xwe de qala tekoşîna Sakîne Cansiz a ji bo azadiya gelê Kurd û bi taybet ji bo azadiya jinan kir û got: “Beriya 12 salan li paytexta Fransa Parisê ya ku weke paytexta demokrasiya cîhanê tê nasîn, yek ji damezrînera partiya me PKK’ê, yekem jina Kurd a tekoşîna azadiyê, pêşeng û xwedawenda me ya azadiyê rêheval Sara (Sakîne Cansiz), pêre milîtana hêja ya PKK û PAJK’ê rêheval Rojbîn bi salan li qada Ewropayê xebatên dîplomasî meşand, bû zimanê gelê Kurd, da ku pirsgirêka Kurd bigihîne cîhanê sekneke profesyonel a milîtanî raber kir. Her wiha jina ciwan, endama tevgera azadiya jinê, di heman demê de, endama rêxistina komelên ciwan rêheval Ronahî di buroya enfermasyona Kurd a Parisê de bi komployekê hatin qetilkirin. Wê rojê di serî de weke hevalên wan ê Tevgera Azadiyê, hemû dostên me û tevgerên demokrat ên cîhanê weke komploya navneteweyî ya duyemîn hejandinek çêkir.

TÊKOŞÎNA HEVAL SARA BÛ NASNAMEYEK Û BÛ RUHEK

Tekoşîna Azadiya Kurdistanê, di pêşengtiya azadiya jin de, di şexsê hevrê Sara de sembolîze bû. Felsefeya Rêber Apo, pêşengtiya jin a di nava vê felsefê de di şexsê heval Sara de dihate nasîn. Yekem jina Kurd a tevlî nava şoreşê bû. Ji Dersimê berê xwe dabû Enqereyê, tevlî koma Apociyan bû û di pêvajoya destpêkê de jî pir çalak kar dabû maşandin. Di heman demê de di kongreya damezrandina PKK’ê de cihê xwe girtibû. Hevrê Sara di sala 1979’an de hat girtin. Wê di hovîtiya zindana Amedê de, îradeya gelê Kurd temsîl kir, bi berxwedaniya xwe pergala dagirker û qirker têk bir. Di êşkenceyên herî giran de serî netewand, çog nedanî, tif kire nava rûyê celadê bi navê Esat Yildiran. Hem teslîmiyet qebûl nekir, hem jî nehişt ku yek jin di qawişa ku ew têde bû bê hêvî bibe. Li ser hevalên jin êşkenceya herî giran dihate kirin, bedena wan li hemberî wan dihate bi karanîn, ruxmê vê herdem serhildayî ma. Lewra ew di zindana Amedê de jî, ji bo hemû kadroyên PKK û sempatîzanê wê bû çavkaniya moralê û hemû hevalan jê hêz girtin. Berxwedana wê berxwedan mezin kir. Ne ji ber ku hevrê Sara şehîd e ev tişt tên gotin, hîn şehîd nebûbû jî dema qala berxwedana zindana Amedê tê kirin sekna şehîd Sara tê gotin. Di şexsê sekna wê de vîna jina Kurd a li hemberî dagirkeriyê xurtir bû. Heval Sara yekem hevala ku hîn dijiya Rêber Apo wêneya wê bi odeya xwe ve daliqandiye, pîroziya ku ji bo şehîdekê were kirin ji bo wê hate kirin. Lewra jiyan û têkoşîna heval Sara di nava me de bû nasname, bû ruhek. Li ser berxwedana wê jinan ref bi ref tevlî Tevgera Azadiyê dibûn.”

JIYANA ŞOREŞGERÎ Û MILÎTANÎ BINGEHA FELSEFEYA WÊ BÛ

Ferîde Alkan anî ziman ku hevrê Sara ji qadên gerîla heta Mexmûr û Ewropayê pêşengiya xebatan kir û wiha domand: “Hevrê Sara bû rêgeh û rênîşana gel û jinan. Heya roja ku gihişte şehadetê wê her wisa bêhempa tekoşîn kir. Herdem ew bû pêşenga jina azad, bû yekem jina Kurd ku tevlî koma destpêkê bû û bû yekem kadroya jin ku tevlî Yekemîn Kongra PKK’ê bû. Ew bû yekem pêşenga jin ku di zindana Amedê de di rûyê zilimkaran de sekinî. Piştî ji zindanê derket xwe gihand avabûna artêşa jin. Heval Sara bi keda xwe bingeha artêşa jinê ava kir. Lewra di hemû gavên têkoşîna jinan de, wê  her pêşî vekiriye û  bingeh daniye. Xebatekî me yê ku keda heval Sara têde tinebe, nîne. Li qadên Rojava, Mexmûr, Ewropa li her dera ku ew maye li ser navê têkoşîna jin gavên dîrokî yên mezin avêt. Li wargeha Mexmûr îro li ser bingeha ku heval Sara bi keda xwe avêtiye, sîstema perwerdeya bi sedan ciwanan tê sazkirin. Di qadên çiya de, ji Botanê heya Heremên Parastinê yên Medyayê cihekî ku keda Sara lê nedabe tineye.”

HEVAL SARA EVÎNDARA WELATÊ XWE Û HEVALÊN XWE BÛ

Ferîde Alkan bi bîr xist ku di salên dawî de ji bo meşandina xebatên dîplomasî derbasî qadên Ewropayê bû û wiha pêde çû: “Di dîwana KONGRA GEL de cihê xwe digirt, di heman demê de endama Loordinasyona Meclîsa PAJK’ê bû. Heval Sara evîndara welatê xwe bû, evîndara hevalên xwe bû. Jiyana şoreşgerî, jiyana milîtanî ji bo wê felsefa bingehîn bû. Bi taybet ji bo ku nifşên nû li ser felsefe û çanda PKK’ê teşe bigirin, her di nava hewldaneke mezin de bû. Li girekî tenê du heval jî hebana heval Sara girîng didît ku biçe wan hevalan bi xwe bibîne û bi wan re mijûl bibe. Ne tenê bi hevalan re bi malbatên gelê me yê Başûr re kî dîtiban diçû gel wan, bi wan re civîn çêdikir, çavên wan li rastiyan vedikir û ked di ber wan de dida. Her kes gelekî jê bi bandor dibûn. Lewra ti kes nedikarî tempoya heval Sara derbas bike. Armanca wê ew bû ku her heval di xeta milîtanî de, di xeta Rêber Apo de xwe çêbike. Di vî alî de gelekî bi îsrar bû. Hemû xebatên xwe jî bi heyecaneke mezin dikir.”

EV KOMPLO YEK JI PLANA ŞERÊ TAYBET A DEWLETA TIRK BÛ

Ferîde Alkan, wiha domand: “Sekna têkoşer a heval Sara hîn ji malê destpê kiribû. Bi qasî şerkeriya xwe, ewqasî jî dilnizim bû. Ruxmê ku ji bo me sembola gelek pêvajoyan bû, lê ti carî wê şexsê xwe bi salên xwe yan jî bi berxwedana xwe  dernedixiste pêş. Wê weke Sakîne Cansiz hebûna xwe çêkiribû. Tenê dema wê dîtibana ku êrîşek li ser partiyê heye, wê demê heval Sara bi her tiştê xwe ve derdiket pêş. Di parêzvaniya wê de, ji her hêlê de dihate fêmkirin ku ew damezrînera PKK’ê ye.

Ev komkujî planeke îstixbarata Tikriyê bû. Eşkere bû ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ku wê demê musteşarê MÎT’ê bû sazvanê vê komployê ye û bi erê kirina Erdogan re hatiye kirin. Rêber Apo got, ‘Ev êrîşa li hemberî Sakîne Cansiz pêk hat, êrîşa li hemberî têkoşîna azadiya jinê ye’. Di wê pêvajoyê de dewleta Tirk qaşo bi me re li ser masê bi rêya diyalogê daxwaza çareseriyê dikir. Hevdîtin dihatin kirin û di wê demê de komkujiya Parisê hat pêşxistin. Ev jî careke din kûrbûna planên dewleta Tirk ên şerê taybet radixe ber çavan. Ji aliyekî de qala wekheviyê dikirin, ji aliyekê de jî li hemberî me di nava planên bi vî rengî de bûn. Lewra rastiya dewleta Tirk a komploger ev e.

 Heval Rojbîn jî li qada Ewropayê bû, pir çalak bû û nasnameyeke wê ya rewa hebû. Nûnereke gelê Kurd bû, doza Kurd bi cîhanê dida nasîn û rewa dikir. Lewra ji bo dewleta Tirk jiholêrakirina wê girîng bû. Her wiha heval Ronahî keça malbateke welatparêz, di xebatên ciwanan de çalak bû. Îstixbarata Tirk li ser lihevkirina NATO’yê planeke wiha kirêt li ser van sê şoreşgerên mezin pêk anî. Gele Kurd û dostên wan bertekek mezin nîşanî komkujiyê dan. Bi sed hezaran kes daketin qadan. Heval Sara dihate nasîn, lê bi şehadeta wê re her kes matmayî bû. Meraq kirin ev jin kî ye ewqas dilsozên wê hene. Pêl bi pêl mirov daketin kolanên Parisê. Gel bi hêrseke mezin li Parisê kom bû. Ev berteka gelê me, meraqa cîhanê li hemberî van hersê jinên şoreşger û tevgera azadiyê zêde kir.

BI XWEDÎDEKERTINA GEL ARMANCA KUJERAN VALA DERKET

Dijmin xwest me lawaz bike, lê bi xwedî derketina gelê me têkoşîna heval Sara bi cîhanê dane naskirin. Bi dehan rêxistin, femînistan, ciwan û ekolojîstan di cîhanê de heval Sara weke pêşenga tevgera xwe bi nav kirin. Armancê kujeran vala hate derxistin. Berovajî, di şexsê van hersê jinên leheng de doza me li hemû cîhanê baştirîn hate nasîn. Rêber Apo şehadeta heval Sara weke komkujiya duyemîn a Dersimê pênase kir. Dema li Dersimê komkujî çêbû kes nebû xwedî li wan derkeve. Kurdistan di rewşeke cûda de bû, êşa gel bi wan re ma. Qirkeran komkujî di tariyê de hiştin û bertek tepisandin. Bi PKK’ê re hişyarî û têkoşîna ji bo tolhilanîna Dersimê çêbû. Lewra di komkujiya duyemîn de, di şexsê heval Sara de berovajî wê demê, hemû gelê me û dostên xwe rabûn ser piyan. Ev jî encama têkoşîna Rêber Apo û heval Sara ye.”

‘EM HEMÛ ŞAGIRTÊN HEVAL SARA NE’

Ferîde Alkan anî ziman ku bertekên gel û xwedîderketina wan tirs di dilê komplogeran de çêkir û wiha got: “Dîtin ku bê çiqasî dilsozên PKK’ê hene. Heman ruh li qadên Bakur jî derket holê. Ev hemû jî nîşaneyên girîng in ku Kurd ne Kurdê berê ne, bi saya Rêber Apo û PKK’ê yekîtiyeke me ya pir xurt çêbûye. Xwedîderketina li nirxên xwe asta herî jor de ye. Lewra ti caran kujer nikarin bigihêjin hedefên xwe. Em di mirinê de mezin dibin, kes bi kuştinê nikare me lawaz bike. Divê were zanîn ku li Kurdistanê ew serdem derbas bûye. Xwedîderketina gelê me ev peyam da neyaran; em hemû şagirtên heval Sara ne. Em bi pêşengtiya Rêber Apo, bi berxwedana heval Sara bandor bûn û tevlîbûn.

DI DIL û MEJIYÊ GELÊ ME DE KUJER ZELAL IN

Di Kanûna sala 2022’yan de heman plan li hemberî hevrê Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdurrahman Kizil hatin hedef girtin. Dewleta Tirk heman plan pêk anî. Tenê nasnameya kujer guhertin. Vê komkujiyê bi destê kesekî Fransî ku demekê di zindanê de mabû, dan kirin. Dîsa gelê me rabû piyan û bertek nîşan da. Hesabê kujerên wisa bi tekoşînê tê pirsîn. Di dil û mejiyê Tevgera Azadiyê û gelê me de kujer zelal in û em zanin bê kî ne. Bi dijwarkirin û radîkalkirina têkoşînê re em ê hesabê komkujiyan bipirsin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG’ê 2 şehîdan bi rêzdarî bi bîr anî
Nûçeya Pişt re Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 4’emîn de ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Îran di xetên xazê de du teqîn pêk hatin

Li Îranê di xetên belavkirina xazê de du teqîn pêk hatin. Rayedaran îdia kirin ku…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 28’Ê TEBAXA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li hemberî girtiyên siyasî kiryarên li dijî rûmeta mirovahiyê

Hate ragihandin ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 2'emîn a li Amedê serdegirtin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

HPG-NRÇ’ê şehîdên Bakur bi hurmet bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK: Gava ku Rêber Apo ji me dixwaze em ê biavêjin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Hollandayê festîvala civaka dayikî: Zêdeyî 600 jin tevlî bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?