Şemî, 4 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Ji ber krîza aborî, karkirina zarokan ji bo malbatan vediguhere neçariye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rola civakî ya komunan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 4’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Denîz Goktaş birin girtîgeha li Çorluyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê jinek ji aliyê kurê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qubat Talabanî li Enqereyê bi Hakan Fîdan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Qubad Talebanî: YNK wê nebe parçeyek ji pevçûn û aloziyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Zîlan di 30’emîn salvegera çalakiya xwe ya fedayî de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Iraq û Tirkiye ji bo hinardekirina petrola Iraq û Başûrê Kurdistanê bi demkî li hev kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê Komîna Saziyên Zimanê Kurdî were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barzanî û Pezeşkiyan hevdîtin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Xweparastin mafekî jêneveger e!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Xemla deşt û çiyê: Zozan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a PYD’ê êrîşên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Li dijî tundiya mêr têkoşîna civakî pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Tîrmehê ya rojnameya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rita: Dixwazim bibim qasida modela jiyana nû ya li Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Zîlan sembola îradeya jin a azad e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Li zindanan cara yekê ye ku di vê astê de çalakiya boykotê ya radîkal tê kirin’
Rojane

‘Li zindanan cara yekê ye ku di vê astê de çalakiya boykotê ya radîkal tê kirin’

Endama Komîteya Zindanan a PKK-PAJK'ê Rozerîn Ocalan bal kişand ser çalakiya boykotê ya girtiyan û destnîşan kir ku cara yekê ye di vê astê de pêvajoyeke radîkal tê afirandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Gulan 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Endama Komîteya Zindanan a PKK-PAJK’ê Rozerîn Ocalan têkildarî çalakiya boykotê ya li zindanan a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd tê lidarxistin ji ANF’ê re nirxand.

Rozerîn Ocalan diyar kir ku ev asta çalakiyê qonaxa duyemîn a pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ ye û got, “Hevalên me yên li girtîgehan cara yekê ye ku di vê astê de bi dirûşma ‘Jiyana di nava şert û mercên Rêbertî de ji xwe re dikim esas’ pêvajoyeke radîkal danek destpêkirin ku ev yek gelekî girîng e. Tevî zexteke giran û şert û mercên tecrîdê jî qutkirina têkiliyên bi derve re, tevlînebûna li serdanên malbatan, bikar neanîna mafê axaftina bi telefonê, neçûna dadgehê sekneke xurt e, nêzîkatiyeke şoreşger a bi îrade ye.

Tê zanîn, faşîzma AKP-MHP’ê ji sala 2014’an û vir ve ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê hemû hêz û derfetên xwe seferber kiriye. Yek ji qadên girîng ên vê pêkanînê jî zindan in. Li cihekî bi vî rengî ku faşîzm hewl dide ji her alî ve xwe lê bi rêxistin bike, ev qonaxa duyemîn a ku hevalên me dane destpêkirin bersiva herî mezin a li dijî faşîzmê ye. Ji ber vê yekê em pêvajoya duyemîn a pêngavê silav dikin ku hevalên me yên li zindanan dane destpêkirin. Em vê yekê weke biryareke di cih de û di dema xwe de ya şoreşgerî dibînin.”

Rozerîn Ocalan destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd di nava şert û mercên giran ên êşkence û tecrîdê de yên weke li Îmraliyê, îrade û biryardariya jiyanê nîşanî dan da û got, “Li dijî hêzên hegemon her kêliya wî bi têkoşîneke mezin derbas dibe. Hem li dijî faşîzma Tirk hem jî li hemberî sîstema modernîteya kapîtalîst Îmrali bûye navenda berxwedana fîîlî û îdeolojîk. Rêberê me di nava tecrîdê de jî pêşengiyê ji her qada têkoşîna me re dike. Rêbertî ji hêzên hegemon ên navneteweyî re dibêje, ‘Ez ê ji bo xwe tiştekî ji we nexwazim. Hûn çi dikin bikin, li hemberî şert û mercên herî giran ez ê li ber xwe bidim, hêza îradeyî nîşan bidim. Ji bo kêliyekê jî ez ê lawaz nebim, nekevim nava qelsiyekê. Madem ku hûn dixwazin bi sîstema xwe ya êşkenceyê min bikişînin ser xeta xwe û dixwazin armanca xwe pêk bînin, ez ê jî li vê derê, li hemberî we bi feraset û mejiyê paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîparêziya jinê li ber xwe bidim’.

Li ser vê bingehê gelekî girîng e ku hevalên me yên li zindanan bi kûrbûneke xurt a li ser pêvajoya pêngavê her kêliya xwe, her roja xwe bi biryardariya li ser xeta rastiya Rêbertî derbas dikin, dixwazin Rêbertî hîn bi xurtî û rast fêhm bikin, berpirsyarî û wezîfeyên xwe yên demê bi cih bînin û pêşengiyê bikin. Ev qonaxa duyemîn divê li pêşberî rastiya Rêbertî weke helwesteke rexnedayina hevrêtiya kêm bê nirxandin. Di nava şert û mercên zindanê de ku her cûre zext û êşkence lê heye, daxwaza jiyana bi Rêbertî re ya bi 24 saetan sekneke gelekî bi rûmet û bi wate ye. Di vê sekna bi rûmet de ruhê şoreşgerî yê hevrêyên Mazlûm Dogan, Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr û Sakîne Cansiz tê dîtin.”

Rozerîn Ocalan diyar kir ku di vê pêvajoyê de çalakiya ‘Nobeda Edaletê’ ya dayikên girtiyan jî girîng bû û got, “Erênî bû ku berxwedana Rêbertî û hevalên li zindanan di rojevê de hiştin. Li dora çalakiya dayikan civakîbûn û hestên piştevaniyê afirîn.”

Rozerîn Ocalan anî ziman ku tevî derba mezin a ku faşîzma AKP-MHP’ê xwar, her wiha bi berxwedana li Wanê re baweriya ku dikare bi berxwedanê gavê paşve biavêje her kes û hêz xurt kir û got, “Mirov dikare bibêje ku rewşa reşbînî ya şerê taybet a li nava civaka me belav kir. Li Tirkiye û Kurdistanê atmosfereke psîkolojîk û derûnî ya pêvajoyeke demokratîk afirand. Em bang li her kesî dikin ku bi vî ruhî li dora pêngavê bicivin. Her kes divê li cihê lê ye wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bînin, xwedî li berxwedana Rêbertî û hevalên me yên li zindanan derkevin û bi çalakiyên xwe vê yekê nîşan bidin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 30’Ê NÎSANA 2024’AN
Nûçeya Pişt re KNK’ê 1’ê Gulanê pîroz kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kongra Star: Em ê xeyalên Mamoste Hêvî pêk bînin

Koordînasyona Kongra Star ragihand ku endamê Koordînasyonê Hêvî Silêman duh ji ber penceşêrê şehîd bû…

Ji aliyê Stêrk TV

TJK-E: Em bihara azadiyê bi hêvî û berxwedanê mezin dikin

TJK-E'yê got, "Dem dema geşkirina raperîna Newrozê ye, xurtkirina pêngava ji bo azadiya Rêbertî ye"…

Ji aliyê Stêrk TV

YBŞ: Hewl didin têkoşîna me nerewa nîşan bidin!

Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyekê tometên artêşa Iraqê yên têkildarî teqîna li Şengalê, red kir û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Ji ber krîza aborî, karkirina zarokan ji bo malbatan vediguhere neçariye’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rola civakî ya komunan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 4’Ê TÎRMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Denîz Goktaş birin girtîgeha li Çorluyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?