Rêxistina Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku girtiyê siyasî yê Kurd Wehîd Omerî yê ji gundê Xorxore ya ser bi Selmas li sînorê bajarokê Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, li girtîgeha Selmas ji ber astengkirina wergirtina tedawiyê jiyana xwe ji dest da.
Hate diyarkirin ku malbata girtiyê siyasî Jî dixwaze doz li rayedarên girtîgehê veke ji ber ku dema Wehîd felc derbas kir neşandine nexweşxaneyê.
Hêjayî gotinê ye ku di nava vê hefteyê de ev buyera duyeme ku li girtîgehên rejîma Îranê girtiyên Kurd ji ber wernegirtina tedawiyê jiyana xwe ji dest didin.

