Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) bi daxuyaniyeke nivîskî bang li raya giştî û ciwanan kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferber bibin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji El Qaîde û DAIŞ’ê pêk tên û hat gotin ku armanca van êrîşan têkbirina Şoreşa Rojava û herêmê ji nû ve bikşînin nava kaosê. MAK’ê destnîşan kir ku ruhê têkoşînê yê ku li berxwedana Kobanê hat nîşandan, îro bingeha berxwedana li dijî êrîşên li ser Heleb û Rojava ye.
ARMANC ŞOREŞA ROJAVA Û GELÊ HERÊMÊ YE
Daxuyaniya MAK’ê wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk a dagirker di vê rewşa kaosê de plan dike ku gelê me û destketiyên me yên li Rojava bi dest xistine bike hedef. Îro dîsa dixwazin êrîşên qirkirinê yên ku ji Kobanê destpê kir û li hemû qadan belav bû, li ser gelê me bikin. Divê her kes bizane ku ev pêla êrîşan a bi Helebê re destpê kir ne tiştekî asayî û ji nişka ve derneketiye holê. Bi tevahî encama planên qirêj ên dewleta Tirk a dagirker û hêzên din ên di vê komployê de cih girtine. Armanca van êrîşan ne azadiya gelê Sûriyeyê ye, weke ku medyaya şerê taybet diyar dike armanc ew e ku Şoreşa Rojava têk bibe û gelên Sûriyeyê bi çeteyên tarî bidin qetilkirin. Divê gelê me ji bo azadiya gelên Rojava û Sûriyeyê bikevin nava liv û tevgerê û bi ruhê berxwedana Kobanê li dijî çeteyên xwînxwar seferber bibin. Divê hemû gelê me û her kesên bi rûmet li dijî van êrîşan seferber bibe û bersiva pêwîst bide.”
ME DAÎŞ’Ê TÊK BIR, NIHA DORA DEWLETA TIRK A FAŞÎST E
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku bi pêşengiya jinên Kurd li Rojava hovîtiya DAÎŞ’ê hat şikandin û hat gotin ku îro dewleta Tirk û çeteyên wê li ser gelên Rojhilata Navîn û cîhanê xeteriyeke mezin e. Daxuyanî wiha domand: “Em bang li gelê xwe û hemû gelên ku ji bo azadiyê têdikoşin dikin ku xwedî li Rojava derkevin û berxwedanê mezin bikin. Divê mîlîsên me di vê pêvajoya seferberiyê de erka xwe ya welatparêziyê bi cih bînin û ji dewleta Tirk a faşîst-barbar a ku çeteyan xwedî dike û êrîşî gelê me dike, hesab bipirsin. Divê hemû ciwanên Kurdistanê bi ruhê seferberiyê tevlî têkoşînê bibin û di şerê rûmetê de cihê xwe bigirin. Em ê bi ruhê berxwedana Kobanê li dijî her êrîşan li ser Rojava li ber xwe bidin û çalakiyên tolhildanê li her qadê belav bikin. Em bang li milîsên xwe dikin ku bi çalakiyên tolhildanê hemû Kurdistanê bikin qada berxwedanê. Heta çeteyên ku gelê me yê li Rojava hedef digirin û dewleta Tirk a faşîst a ku wan xwedî dike ji axa Kurdistanê bên derxistin em ê têbikoşin. Îro roja seferberiya ji bo Rojava û parastina gelê xwe li dijî çeteyên barbar e. Îro roja têkoşîna bi ruhê Arîn Mîrkan û bilindkirina şerê rûmetê ye. Em bang li gelê Kurdistanê û milîsên xwe yên azadiyê dikin ku ji bo Rojava rabin sern piyan û beşdarî şerê rûmetê bibin.”