Mala Meryemê li bajarokê Rizgariyê yê ser bi Kelarê ye, du sal in ku ji bo komkirina tişt û alavên qurbaniyên Enfalê hatiye vekirin. Koordînatorê projeya Saziya Alîkariya Elmanî Ziyad Fayeq diyar kir ku armanca wan ji vekirina vê malê parastina kelûpelên qurbaniyên Enfalê ye û wiha got: “Ji ber ku ev der cihê Partiya Beesê ya Iraqê ya xwînmij bû. Li vê malê xelk hatine girtin û êşkencekirin. Her wiha ji bo ku em çîroka qurbaniyên Enfalê ji windabûnê biparêzin, me ev mal vekir.”
Ziyad Fayeq da zanîn ku wan ji destpêka damezrandina Saziya Elmanî heta niha girîngî daye pirsa Enfalê û wiha domand: “Me digot ew çîrokên di Enfalê de hene û ew kesên ji Enfalê rizgar bûne, her yek ji wan xwedî çîrokeke taybet in. Divê em van çîrokan biparêzin û wek arşîv ji bo nifşên siberojê bihêlin. Ji bo vê mebestê hewcedariya me bi navendekê hebû da ku em tê de kar bikin, yan jî ew tiştên ji malbatên Enfalê mane, em ji bo nifşên siberojê biparêzin yan jî di muzexaneyekê de bên parastin da ku winda nebin.”
Ziyad Fayeq her wiha got: “Ev xanî kevintirîn xaniyê Rizgariyê ye. Berê cihê Partiya Beesê bû, li vir xelk hatine girtin û êşkencekirin. Me got em vî xaniyî biparêzin û wan çîrokên ji qurbaniyên Enfalê mane li vir arşîv bikin. Dema ku me dest pê kir, gelek malbatên Enfalkirî tişt û alavên Enfalê anîn da ku li vir bimînin. Li vir projeyên me yên taybet hene ji bo wergirtina çîroka wan kesên ku ji Enfalê rizgar bûne.”
Ziyad Fayeq di dawiya axaftina xwe de behsa çîroka navlêkirina Mala Meryemê kir û wiha axivî: “Meryem wek nîşaneya qurbanî û qehremaniyê li cem me tê dîtin, ji ber ku Meryem berî Enfalê bi pismamê xwe re dizewice lê di Enfalê de destgirtiyê wê şehîd dibe û Meryem biryarê dide ku careke din nezewice. Piştî salan Meryem nexweş ket û mixabin bi wê êşê re koça dawî kir. Wek nîşaneya wefayê me navê vir Mala Meryemê lê kir.”