Fermandarê Hêzên Navendî yê DYA’yê (CENTCOM) Brad Cooper di çarçoveya serdana xwe ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî re civiya.
Hate diyarkirin ku Fermandarê CENTCOM’ê diyar kiriye ku wê piştgiriya Washingtonê ji bo QSD’ê dewam bike. Fermandarê destnîşankiriye ku li gel têkoşîna hevpar a li dijî terorê ewlehiya kampên DAÎŞ’ê û parastina girtîgehên ku DAÎŞ’î lê girtî ne, dewam bike.
Di civînê de danûstandinên bi Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê re hatin nîqaşkirin. Mazlûm Ebdî di civînê de destnîşan kir ku ew pabendî berdewamkirina danûstandin û pratîkkirina lihevkirina 10`ê Adarê ye. Ebdî diyar kir ku ji Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê, tê xwestin ku xebatê bidomîne û ji bo baweriyê bi dest bixe divê hin gavan bavêje.