Pêncşem, 26 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Serdar Şîtîlay 33 sal şûnde hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran ji bo berdana Mehmet Emîn Çam bang hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê bersiv da Bahçelî: Pêvajo dereng bikeve wê rîsk mezin bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Fehîm Tosûn ê li ser sînor hate qetilkirin hate wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê wê roja Înê hevdîtinê bi Rêber Apo re bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz Uysal Aslan: Zimanê aştiyê ne bi sozan bi avakirina qanûnê tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ciwanên enternasyonalîst serdana Amarayê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê zarokeke keç hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Newroza Milazgirê de banga ji bo ‘mafê hêviyê’ û azadiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Fehîm Tosûn ê li ser sînor hate qetilkirin 4 roj in nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ruhê Hefteya Lehengiyê hêza afirandinê ya berxwedanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşar li Êlihê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Qada Rêbertî û Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di êrîşên DYA-Îsraîlê de Qesra Saadabadê zirar dît

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Me ji Tirkiyeyê gaveke şênber a ji bo pêşveçûna pêvajoyê nedît’
Rojane

‘Me ji Tirkiyeyê gaveke şênber a ji bo pêşveçûna pêvajoyê nedît’

Zanyara siyasetê Jino Victoria Doabi diyar kir ku aliyê Tirkiyeyê li ser pêvajoyê hîn gaveke şênber neavêtiye û got, "Li hemberî vê yekê em dibînin ku PKK û Ocalan vê pêvajoyê bi rengekî cidî dinirxînin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Dema ku “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo li cîhanê deng vedide, piştgiriya ji bo pêvajoya aştiyê di qada navneteweyî de zêde dibe. Zanyara siyasetê Jino Victoria Doabi ku herî dawî di qada polîtîkaya navneteweyî ya navend Kopenhagê de xebatê kir, ji Medya Haber TV re axivî, bal kişand ser girîngiya dîrokî ya banga Rêber Apo û bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku piştgiriyê bide pêvajoyê.

‘BANGA OCALAN Û ÇEKDANÎNA PKK’Ê GAVEKÎ DÎROKÎ YE’

Jino Victoria Doabi wiha got: “Divê her kes piştgirî bide gavên ji bo aştî, pêşketin û demokrasiyê têne avêtin. Di vê çarçoveyê de banga Ocalan û biryara çek danînê ya PKK’ê gavekî dîrokî ye. Ev geşedan nîşan dide ku gelê Kurd ê li Tirkiyeyê, wekî gel û neteweyek xwedî îradeyeke demokratîk e, lêgerîna çareseriya siyasî dike û ev çareserî di nav têkoşîna gelê Kurd de pêkan e. Ev jî hem di asta neteweyî û hem jî asta navneteweyî de hêjayî piştgiriyekî cidî ye.

‘GAVÊN OCALAN Û PKK’Ê, TENGIYÊN DEWLETA TIRK EŞKERE KIR’

Li gorî min, Ocalan û PKK’ê bi avêtina gavên ji bo pêvajoya aştiyê, di heman demê de tengiya bingehîn a Tirkiyeyê eşkere kirine. Ev dîlema ev e; Ya yekemîm, dewleta Tirkiyeyê ji ber çi li ser Kurdan polîtîkaya paqijkirina etnîkî pêk anî? Ji ber çi Tirkiye ewqas bi dijminane çû bi ser Kurdan; wisa bû ku nikarîbû peyva ‘Kurd’ jî bike?

Pirsgirêka duyemîn jî Erdogan e. Pozîsyona wî ya siyasî, li ser dijminatiya Kurdan hatiye avakirin. 

‘TIRKIYE NIHA DI NAVA BÊÇAREBÛNEKE CIDÎ DE YE’

Tu planên Tirkiyeyê ji bo başkirina rewşa xwe ya aborî, hilberandina çareseriya krîza avhewayê, nîqaşkirina pirsgirêkên civakî, pêşketina di qada perwerdehiyê de û meseleyên din ên ji bo pêşxistina gelê Tirk û xakên Tirkiyeyê, tune ye. Ev rastî êdî bi eşkerehî derketiye holê. Ji ber vê yekê, Tirkiye niha di nava bêçarebûneke cidî de ye. 

Rastiya, ‘Belê, me qala pêvajoyeke aştiyê kir, lê di rastiyê de em di vê miijarê de ne cidî bûn’ îro di qada navneteweyî de bi awayekî zelal derdikeve holê. Ji ber ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tu gavên şênber û cidî nehatine avêtin. Li hemberî vê, em dibînin ku PKK û Ocalan vê pêvajoyê cidî digrin dest. Di heman demê de bi zelalî li holê ye ku hem li Rojava hem jî li Bakur dijminatiya li dijî Kurdan dewam dike. 

‘YEKÎTIYA EWROPAYÊ DIVÊ GAVEKÎ PIŞTGIRÎKIRINA PÊVAJOYÊ AŞTIYÊ BIAVÊJE’

Ji DYE’yê zêdetir, ez difikirim ku divê bi taybet Yekîtiya Ewropayê bi rêya zexta siyasî, navbeynkarî û angajmanên şert, ji bo piştgirîkirina pêvajoya aştiyê rolekî çalak li xwe bigre. Kaja Kallas qalê dikir ku Ewropa dikare bibe hêzekî ku piştgiriyê bide pêvajoyên avakirina saziyan û ez difikirim ku ev fikrek pir baş e. Ji ber ku li Ewropayê û di nav Yekîtiya Ewropayê de ezmûnek me ya cidî ya derbarê bê ka modelên wekî federalîzm û rêveberiya xweser çawa bi ser dikevin de, heye. 

Ez her gavekî ji bo aştiyê, teqdîr dikim û hêvî dikim ku Yekîtiya Ewropayê gavên di vî aliyê de biavêje.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 26’Ê KANÛNA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hiqûqnas: Ozoral: Divê ‘mafê hêviyê’ bi cih bê anîn

Hiqûqnas Mûstafa Ozoral anî ziman ku divê tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Fetî Yildiz: Li ser mafê hêviyê me li hev kir, wê di raporê de cih bigire

Cîgirê Serokê MHP’ê Fetî Yildiz bal kişand ser xebatên Komîsyona Meclisê û got, "Me li…

Ji aliyê Stêrk TV

Çete bi doçkayan êrîşî malên Dêr Hafirê dikin

Çeteyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dikin bi çekên giran…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Serdar Şîtîlay 33 sal şûnde hat berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Înîsiyatîfa Sûriyeyê ji bo Rêber Apo bang kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

PE Rêziknameya ku koçberiyê dijwar dike pejirand

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Silêmaniyeyê zarokeke keç hate qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?