Meclîsa Îştarê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) bi boneya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber Apo ya 77’emîn li Navenda Saziya Malbatên Şehîdan şahiyek li dar xist.
Di şahiyê de wêneyên Rêber Apo, alên KCK’ê hatin bilind kirin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Rojbûn Li Rêber Pîroz be” hatin berz kirin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Qîmet Kiliç axivî.
Qîmet Kiliç di destpêka axaftina xwe de 4’ê Nîsanê li Rêber Apo û hemû civaka azadîxwaz pîroz kir û da zanîn ku Rojbûna Rêber Apo ne rojbûneke tenê fîzîkî ye lewma destnîşan kir ku Rojbûna Rêber Apo, rojbûna gelê Kurd û hemû jinên ku bi salane ji aliyê desthilatdariyê ve hatine kole kirine.
Qîmet Kiliç di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku Rojbûna Rêber Apo, di heman demê de rojbûna demsala biharê ye û got: “Bihar ji nû ve jiyane, ji nû ve ava kirine, xwezayîbûyîne. Rêbertî ji bo azadiya jinê projeyek afirandiye. Rêber Apo ji bo azadiya jinê her tim ketiye nava lêgerînê û her tim ji bo vê têkoşîn meşandiye.”
Qîmet Kiliç destnîşan kir ku ew weke jin bi saya Rêber Apo, bi têkoşîna şehîdan gihiştine van rojan û bibîr xist ku ewê ti carî vê yekê ji bîr nekin.
Piştî qutkirina pasteyê Koma Stêra Zêrîn û Hunermend Serdar Birîndar stranê xwe pêşkêş kirin.
Heya derengiyê şevê, şahî bi gerandina govendê dom kir.

