Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan têkildarî bûyerên piştî hilweşîna rejîma Baasê daxuyaniyeke nivîskî da û ev bang li hemû pêkhateyên xwe kir:
“Sûriye piştî hilweşîna rejîma Esad a çewsîner û kujer derbasî qonaxeke nû ya avakirina Sûriyeyeke demokratîk, pirengî û nenavendî bû. Em bang li gelê xwe yê pêkhateya Suryan-Asûrî-Kildanî ya li tevahî Sûriyeyê dikin ku parastina xak û welatê xwe bikin û tev li hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryanî bibin. Em soz didin gelê xwe ku piştgiriyê bidin her kesê dixwaza dest bi gavên nû bike ku bikevin xizmetê tevahî gelê Sûriyeyê. Em hêzeke leşkerî û pêkhateyan e û di oxira avakirina Sûriyeyeke nû de gelek şehîd dan.
Di vê pêvajoya dijwar de em ê gelê xwe biparêzin. Em careke din soz didin şehîdên xwe ku em ê xeyalên wan pêk bînin.”