Meclisa Siyasî ya Naverast û Rojavayê Sûriyeyê der barê komkujiya ku li Humsê li dijî xebatkarên bijîşkî yên li nexweşxaneya El Kindî û êrişên çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de daxuyaniyek weşand.
Daxuyaniyê behsa rewşa komên girêdayî “Ewlehiya Giştî” û çeteyên çekdar ên ku bi motorsîklet û otomobîlan digerin, kir û da zanîn ku van koman li nexweşxaneya El Kindî ya li Humsê 4 xebatkarên bijîşkî kuştin û yek birîndar kir.
Her wiha meclisê piştgiriya xwe bi şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re nîşan da û destnîşan kir rastî dorpêçkirinek dijwar makîneya kuştinê ya desthilatê tên. Meclisê bêdengiya navnetewyî jî rexne kir.
Meclisê diyar kir ku ev pêkanîn, bi tevah binpêkirinek eşkere ya Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan, Peymana Navneteweyî ya li ser Mafên Sivîl û Siyasî, û prensîb û regezên navneteweyî ne.

