Serokê berê yê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcle (DÎTAM) û parêzvanê mafên mirovan Mehmet Vural jiyana xwe ji dest da. Vural, di bin banê DÎTAM’ê de bi taybetî li ser meseleya Kurd û aştiya civakî çalakî, analîz û komxebat dimeşandin. Vural di axaftinên xwe yên ji bo raya giştî de, nêrînên xwe yên li ser mijarên herêmî, pirsgirêka Kurd û pêvajoyên aştiyê parve kiribûn.
Vural ku di nava damezrînerên DDKO-DDKD (Ocaxên Çandî yên Şoreşger ên Rojhilat) de cih digirt ku yek ji rêxistinên herî pêşîn ên tevgera siyasî ya Kurd e, di heman demê de yek ji damezrînerên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) bû. Mehmet Vural ku berê di TİHV’ê de endamtiya Desteya Rêveber jî kiribû, yek ji damezrînerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bû û serokatiya Şaxê Amedê jî kiribû.
Mehmet Vural wê sibê ber bi rêwîtiya xwe ya dawî ve bê oxirkirin.

