Piştî banga rewşenbîran a li Stenbolê, 16’ê Kanûnê li Amedê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk “Meşa Azadî û Çareseriya Demokratîk” destpê kir. Meş piştî Amed, Riha, Dîlok, Edene û Mêrsînê gihiştiye Enqereyê. Meşvanên ku Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir jî di nav de, gihiştin ber deriyê Meclîsê. Ji xeynî Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, bi beşdariya hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, parlamenter û nûnerên rêxistina civakî ya sivîl çalakvan gihiştin ber Deriyê Çankaya ya Meclîsê. Li vir destûr ji bo daxuyaniyê nehate dayîn û li ser vê yekê bi sedan kesan li pêşberî meclîsê daxuyanî dan.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên di êrîşa Tirkiyeyê de hatin qetilkirin, bi bîr anî.
Çîgdem Kiliçgun Ûçar piştre daxuyaniya hevpar xwend.
Ûçar diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Apo, îro hîna dewam dike û destnîşan kir ku bêhiqûqî û bêedaletî li hemberî hêviya jiyana bi hev re ya gelên Tirkiyeyê, derbeya siyasî ya herî mezin e. Ûçar got, “Pêngava destpêkê û esas a ji bo çareseriya krîzê, rakirina tecrîda mutal e.”
‘DIVÊ HER KES LI DIJÎ TECRÎDÊ DENG DERXÎNE’
Ûçar ji bo ku tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin û ji bo çareseriyê derfet jê re bên avakirin ku bikare rol bilîze, bang kir û got: “Em bang li desthilatdariyê dikin ku tecrîda mutlaq bi dawî bike, li ser rêya hiqûq û demokrasiyê bimeşe. Em bang li partiyên muxalefet û saziyên civakî ya sivîl dikin ku ji bo rakirina tecrîda mutlaq, berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bînin.
Divê Meclîsa Tirkiyeyê jî ji bo rakirina tecrîda mutlaq, çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê berpirsyarî bigire ser xwe, ev yek weke wezîfeyeke dîrokî li pêşiya meclîsê disekine.”
BAKIRHAN NERAZÎBÛN NÎŞANÎ QETILKIRINA ROJNAMEVANAN DA
Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan jî di destpêka axaftina xwe de qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kir.
Bakirhan anî ziman ku bi êrîşên li ser Rojava çareserî pêk nayê û got, pirsgirêk bi diyalog û danûstandinê çareser dibe.
Tûncer Bakirhan destnîşan kir ku ew bi biryar in, ji bo çareseriyê hemû hêza xwe bi kar bînin û got, “Ji bo Birêz Ocalan karibe bi rola xwe rabe, divê deriyên girtîgeha Îmraliyê bê vekirin.”