Gelek caran dibihîzim: mêhtinger serê pêşî mejiyên mirovan dikin mêhtingeh. Yanî çi? Gelo tişta ku herî xas û jidil a di nava mejiyê mirovan de çi ye? Çi teşe dide hizr û dîtina me ya dinyayê? Çi me dike em?
Ji bo em bersiva van pirsan bidin, em ê behsa gelek tiştan bikin û ev gelek tişt hemû jî xwe disipêrin ziman. Lê ma ne, ziman ji bo di hev gihiştinê ye? Çi ferq heye ev ziman ne yan jî zimanekî din be?
Hîç ne wilo ye! Ziman mirovan çêdike. Mirov bi ziman ne tenê difikire, dinya xwe ava dike, lê ew bi ziman wan têgehên ku dinyaya wê/wî ava dikin jî hîn dibe. Pirraniya ziman mîrateyeke civakî ya pêşiyên mirovan e. Yanî kîjan ziman dibe bila bibe, para bêhtir yê pêşiyên me ye.
Êdî ez berê xwe bidim gelek întellektuelên Kurd ên ku bi zimanê mêhtingerê welatê xwe rexneyê li întellektuelên mêhtingerê welatê xwe digirin; Ya ez dibînim ew e ku qedr û qîmetê zimanê wan di nava mejiyê wan de êdî veguheriye, haşayî hizûrê, qedr û qîmetê wê “tirr”a di biwêja “tirr li xirê golikê”.
Îzafîkirineke nirxê zimanê ku em pê dinyaya xwe ava dikin, bi wî rengî ku em bibêjin, ma çi ferq heye, em merama xwe bi Tirkî/Erebî/Farisî jî dibêjin, danîna kevrê xwe ye; heta ev yek, teslîmiyeta herî pîsik e. Heger întelektuelên Kurd dixwazin xwe ava bikin û rexneyeke cidî bikin li hember întelektuelên civakên li welatên wan wake mêhtinger serwer, bila bi xwequtkirineke cidî ya ji ziman dest pê bikin: Bi Kurdî binivîsin, heger ji wanên din re lazim e, bila bidin wergerandin.
Hinek wê bibêjin, zehmet e! Erê zehmet e, kê gotiye berxwedan hêsan e!? Berxwedan jiyan e, lê ne hêsan e. Em behsa liberxwdana beramberî mêhtingeriyeke qehîm a çar dewletan dikin, gava te rahişt kevirekî û te xwest biavêjî wê mêhtingeriyê, bi giraniyê kevirê xwe tu nizanibî, tu wê di bin de bimînî.
Gava ku te bi zimanê Tirkî/Erebî/Farisî bê hejmar metn hilberandin, tu êdî bivênevê xizmeta mêhtingehkirina mejiyên Kurdan dikî. Sibe, dusibe xisletên ku wî di warê mejî de ji mêhtinger vediqetînin wê kêm bibin, heta belkî rojekê nemînin û erê, para te weke întelektuel di vê yekê de heye! Dilê xwe xweş meke, mebêje wele min xwe li filanî rakêşa, li filan fikra mêhtingeriyê rakêşa! Te beriya her tiştî bi Tirkî/Erebî/Farisî metn zêde kirin. Gava ez vê dibêjim, ez nabêjim bila tenê Kurdî hebe; helbet na, ez behsa wê yekê dikim ku bedena esasî ya minaqeşeyên van întelektuelan, yanî metnên van întelektuelan, diviyabû ne bi zimanê mêhtingerê wan, lê bi zimanê civaka wan a berxwdêr bûya.
Ez halê hazir ji vî cûreyê întelektuelên Kurd ên li Tirkiyeyê re dibêjim, Întelektuelên Tirkî. Çimkî ew ji bo berxwedana Kurdan jî binivîsin, ji bo hişyarkirina civaka xwe jî binivîsin, ji bo diyarkirina helwêstên beramberî mêhtingeriyê jî binivîsin, ew vê bi Tirkî dikin. Yanî esasê bedena metnên wan zimanê tirkî ye. Ev întelektuelên Tirkî yên Kurd ji ber ku întelektuel in, nabe ku ev kirina wan weke bêguneh bê dîtin, bi ya min sûnc dikin û lazim e em vî sûncê wan êdî li her derî ji wan re bibêjin. Çimkî li dijî neheqî, kedxurî, zilm, desthilat û sermayeyê, civakên mirovan herî zêde bi nasnameyên xwe têdikoşin. Yek ji esasên nasnameyê jî zimanê wan e.
Bi vê yekê re, ez axir, vê nivîsa xwe bi pirsekê bi dawî bikim: Întelektuelên Tirkî/Erebî/Farisî yên Kurd, hûn ê kengî helwêsta xwe ya esasî ya li dijî mêhtingeriyê nîşan bidin û dest bi xwequtkirina ji zimanê mêhtingeran û mêhtingeriyê bikin?