Şemî, 12 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Besê Hozat: Me çekan şewitand, niha dora aliyê din e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezîrê Dadê Tunç: Hêj gelek kar heye ku em bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DEM Partiyê: Em ê vê pêvajoyê bi serfirazî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Merasîma çekberdanê di rojeva çapemeniya cîhanê de ye: Ji bo aştiyê gavekî dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Davutoglu: Divê em pêşengiya vê serdemê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Erdogan: Gava ku hate avêtin bibe wesîleya xêrê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nasnameya gerîlayên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Nêçîrvan Barzanî daxuyanî: Aştî wê bibe serketina her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanê YPG’ê Azîz Arslan hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenê merasîma şewitandina çekan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wêneyên merasîma îmhakirina çekan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li pêşiya Koma Aştî û Civaka Demokratîk Besê Hozat cih girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 10 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP’ê: Di nava 6 mehên pêşîn de 136 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Qirkirina jinên Êzidî dewam dike, em ê têkoşînê derbasî qonaxeke nû bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji EŞÎK’ê hişyariya li ser ‘mîrateyê’: Em ê dest ji mafê xwe bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wêneyên xwe êş, berxwedan û hêviya gelê xwe vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Krasnodarê civînek li ser çand û folklora Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konserên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Îtalyayê di sala 2’yan de didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Gotar > Meseleya mêhtingeriyê û mejiyê mêhtingeh
Gotar

Meseleya mêhtingeriyê û mejiyê mêhtingeh

Luqman GULDIVÊ
Luqman GULDIVÊ Dîroka nûkirinê: 7. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Gelek caran dibihîzim: mêhtinger serê pêşî mejiyên mirovan dikin mêhtingeh. Yanî çi? Gelo tişta ku herî xas û jidil a di nava mejiyê mirovan de çi ye? Çi teşe dide hizr û dîtina me ya dinyayê? Çi me dike em? 

Ji bo em bersiva van pirsan bidin, em ê behsa gelek tiştan bikin û ev gelek tişt hemû jî xwe disipêrin ziman. Lê ma ne, ziman ji bo di hev gihiştinê ye? Çi ferq heye ev ziman ne yan jî zimanekî din be? 

Hîç ne wilo ye! Ziman mirovan çêdike. Mirov bi ziman ne tenê difikire, dinya xwe ava dike, lê ew bi ziman wan têgehên ku dinyaya wê/wî ava dikin jî hîn dibe. Pirraniya ziman mîrateyeke civakî ya pêşiyên mirovan e. Yanî kîjan ziman dibe bila bibe, para bêhtir yê pêşiyên me ye.

Êdî ez berê xwe bidim gelek întellektuelên Kurd ên ku bi zimanê mêhtingerê welatê xwe rexneyê li întellektuelên mêhtingerê welatê xwe digirin; Ya ez dibînim ew e ku qedr û qîmetê zimanê wan di nava mejiyê wan de êdî veguheriye, haşayî hizûrê, qedr û qîmetê wê “tirr”a di biwêja “tirr li xirê golikê”.

Îzafîkirineke nirxê zimanê ku em pê dinyaya xwe ava dikin, bi wî rengî ku em bibêjin, ma çi ferq heye, em merama xwe bi Tirkî/Erebî/Farisî jî dibêjin, danîna kevrê xwe ye; heta ev yek, teslîmiyeta herî pîsik e. Heger întelektuelên Kurd dixwazin xwe ava bikin û rexneyeke cidî bikin li hember întelektuelên civakên li welatên wan wake mêhtinger serwer, bila bi xwequtkirineke cidî ya ji ziman dest pê bikin: Bi Kurdî binivîsin, heger ji wanên din re lazim e, bila bidin wergerandin. 

Hinek wê bibêjin, zehmet e! Erê zehmet e, kê gotiye berxwedan hêsan e!? Berxwedan jiyan e, lê ne hêsan e. Em behsa liberxwdana beramberî mêhtingeriyeke qehîm a çar dewletan dikin, gava te rahişt kevirekî û te xwest biavêjî wê mêhtingeriyê, bi giraniyê kevirê xwe tu nizanibî, tu wê di bin de bimînî. 

Gava ku te bi zimanê Tirkî/Erebî/Farisî bê hejmar metn hilberandin, tu êdî bivênevê xizmeta mêhtingehkirina mejiyên Kurdan dikî. Sibe, dusibe xisletên ku wî di warê mejî de ji mêhtinger vediqetînin wê kêm bibin, heta belkî rojekê nemînin û erê, para te weke întelektuel di vê yekê de heye! Dilê xwe xweş meke, mebêje wele min xwe li filanî rakêşa, li filan fikra mêhtingeriyê rakêşa! Te beriya her tiştî bi Tirkî/Erebî/Farisî metn zêde kirin. Gava ez vê dibêjim, ez nabêjim bila tenê Kurdî hebe; helbet na, ez behsa wê yekê dikim ku bedena esasî ya minaqeşeyên van întelektuelan, yanî metnên van întelektuelan, diviyabû ne bi zimanê mêhtingerê wan, lê bi zimanê civaka wan a berxwdêr bûya.

Ez halê hazir ji vî cûreyê întelektuelên Kurd ên li Tirkiyeyê re dibêjim, Întelektuelên Tirkî. Çimkî ew ji bo berxwedana Kurdan jî binivîsin, ji bo hişyarkirina civaka xwe jî binivîsin, ji bo diyarkirina helwêstên beramberî mêhtingeriyê jî binivîsin, ew vê bi Tirkî dikin. Yanî esasê bedena metnên wan zimanê tirkî ye. Ev întelektuelên Tirkî yên Kurd ji ber ku întelektuel in, nabe ku ev kirina wan weke bêguneh bê dîtin, bi ya min sûnc dikin û lazim e em vî sûncê wan êdî li her derî ji wan re bibêjin. Çimkî li dijî neheqî, kedxurî, zilm, desthilat û sermayeyê, civakên mirovan herî zêde bi nasnameyên xwe têdikoşin. Yek ji esasên nasnameyê jî zimanê wan e.

Bi vê yekê re, ez axir, vê nivîsa xwe bi pirsekê bi dawî bikim: Întelektuelên Tirkî/Erebî/Farisî yên Kurd, hûn ê kengî helwêsta xwe ya esasî ya li dijî mêhtingeriyê nîşan bidin û dest bi xwequtkirina ji zimanê mêhtingeran û mêhtingeriyê bikin? 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN Luqman GULDIVÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Luqman GULDIVÊ
Ji aliyê Luqman GULDIVÊ
Ev demeke direj e nivîkariyê dike. Di gelek rojnameyan de nivîsên wî hene.
Nûçeya Berê TJA’yê bertek nîşanî qetlîamên jinan da: Divê em bên ba hev
Nûçeya Pişt re Li Grazê çalakiya li dijî kuştina jinan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Girtîgehên li Marmarayê: Di 3 mehan de 2916 binpêkirinên mafan

ÎHD’ê rapora têkildarî 23 girtîgehan weşand û diyar kir ku girtî rû bi rûyê 2916…

Ji aliyê Stêrk TV

Trump: Hamas li Xezeyê agirbestê dixwaze

Serokê DYE’yê Donald Trump diyar kir ku Hamas ji bo agirbesta li Xezeyê amade ye…

Ji aliyê Stêrk TV

Dagirkeran hewl dan xwe berdin nava gundên Minbicê, lê nekarîn

Dewleta Tirk a dagirker hewl da xwe berde nava hin gundên Minbicê. Lê belê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (281)

Ji aliyê Hesen QAZÎ

Zayendperestîya di zimanê me de

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA

10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (280)

Ji aliyê Hesen QAZÎ

Ji Zeynep Kinaci ber bi sedan Zîlan an!

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?