Li navçeya Mîçurinskê yê bajarê Tambovê yê Rûsyayê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn. Bîranîn li avahiya Mala Kurdan hate lidarxistn.
Di civînê de endama Tevgera Jinên Kurd Gulşan Roj, li ser wate û girîngiya rojê axivî û got, “Di meha Gulanê de gelek şoreşger û hevalên ku mohra xwe li dîroka têkoşîna azadiyê xistin, şehîd ketin. Ji ber vê yekê jî meha Gulanê weke ‘meha şehîdan’ tê bîranîn.”
Ji malbata Şehîd Şiyar jî Fetiyê Cangîr axivî û got, têkoşîna azadiyê bi fedakarî û xwîna şehîdan gihîştiye asta serketinê.
Fetihê Cangîr bi dewamî anî ziman ku ew ê ti carî şehîdên xwe ji bîr nekin û doza wan weke doza gelê xwe biparêzin.
Civîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin!”, “Bijî Serok Apo!” û “Jin, Jiyan, Azadî!” bi dawî bû.

