Hacer Hesen (52) ji gundê Qenterê yê navçeya Mabeta ya Efrînê ye. Ji çanda malbateke welatparêz e. Bi Şoreşa Rojava re tevlî karên meclîs û komunan bû. Piştî ku Efrîn hate dagirkirin xizmeta ji bo şoreşê dewam kir. Li Kampa Berxwedanê di nava karên meclîsê de ye.
Dayika Hacer ku beriya dagirkirina Efrînê xwedî jiyaneke aram û bi kêfxweşî bû, qala jiyana xwe ya beriya dagirkeriyê ya li Efrînê kir: “Jiyaneke me ya aram hebû. Bi destpêkirina krîza Sûriyeyê re mirovên ji bajarên derdorê gelekî koçî Efrînê kirin. Ereb, Kurd, Êzidî û Tirkmenan jiyaneke hevpar dimeşandin. Biratiya gelan li Efrînê şîn bûbû. Efrîn bûbû bajarê demokrasî, edalet û wekheviyê. Di nava gel de rêveberiyeke xwezayî ava bûbû. Tevî ku cografyayeke biçûk bû gel hemû hembêz kir, dilê gelê Efrînê mezin bû. Di navbera gelan de cudahî tine bû, her kesî ol, mezheb û baweriya xwe bi dilê xwe dijiyan.”
JI 7 HETA 70 SALÎ BERXWEDAN
Dayika Hacer ku şahidî ji dagirkirina Efrînê re kir, qala wê demê kir, “Xelkê Efrînê ti carî li êrîşeke bi vî rengî rast nehat. Zarok, extiyar ne xema wan bû êrîşî her kesî kirin û gelê me qetil kirin. Mirovên di rê de, mirovên çûbûn nan bînin, mirovên bêguneh ên pêwîstiyên mala xwe tedarik dikirin hatin qetilkirin. Li gel êrîşên hovane ji 7 heta 70 salî 58 rojan me li ber xwe dan. Ji destê kê çi dihat hewl dida bike. Dayikan xwarin ji hêzên şervan re amade dikirin. Dema pêwîstî pê dibû tevî zarokên xwe li refên herî pêş şer dikirin. Tenê gundê me 7 caran bi balafirên şer hate bombekirin, gundê me bi erdê re kirin yek. Gelek gundî hatin qetilkirin. Heywanên me telef kirin.
ÇENTEYÊ WÊ HÎN Ê PÊ RE YE
Em neçar mabûn ku ji gundê xwe derkevin, lê belê me plan nekiribûn ku bi temamî jê derkevin. Min ji bo Newrozê kincek ji xwe re diritibû. Min ew xist hundirê çenteyê xwe. Min deriyê mala xwe kilît kir û mifte xist çenteyê xwe. Tevî dayik û kurê xwe me berê xwe dan navenda Efrînê. Min kincê xwe yê neteweyî jî bi xwe re bir ku li Efrînê cejna Newrozê pîroz bikim. Kincê min, çarikek û mifteya min hîn di çenteyê min de ne, bi min re ne. Ji bo rojekê em li Efrînê vegerin mifteyê hînê vedişêrim. Ji xwe li navendê em gelekî neman. Piştî sê rojan em neçar man ku ji navenda Efrînê jî derkevin, lê belê em nizanîbûn ku bi ku ve diçin.”
FÊHM KIRIN KU NIKARIN VEGERIN EFRÎNÊ
Dayika Hacer qala hatina xwe ya li Şehbayê kir: “Birayê min wê piştî me bi rê ketibûya. Lê belê di êrîşa balafirên şer ên dewleta Tirk de şehîd bû. Hevjîn û zarokên wan li pey man. Em gelekî li bendê man, nehat; piştî çend rojan me bihîst ku şehîd ketiye. Telefonan nedikişandin. Me nikarîbû xwe bigihanda nasên xwe. Haya me ji kesî tine bû ku li ku derê ye. Li aliyekî em li benda birayê min bûn, li aliyê din jî me li yên mayî dinihêrîn. Mala me, wesayita me, darên me yên zeytûnê, keda me li pey me mabûn. Em nizanîbûn ku bi ku ve jî diçin. Em tenê dimeşin. Em difikirîn ku vegerin Eferînê. Ber bi sibehê ve em bi rê ketin, me fêhm kir ku vegera li Efrînê nîne û me berê xwe dabû Şehbayê.
JI BO JI BÎR NEKE LI KAMPÊ YE
Min qebûl nekir ku li Şehbayê bi rengekî mayinde bi cih bibim. Fikirîm ku eger malekê ava bikim, bi rengekî mayinde bi cih bibim ez ê Efrînê ji bîr bikim. Ji ber vê yekê min biryar da ku li kampê bimînim. Şehba ne mîna Efrînê cihekî şênkahî ye. Mîna Sehrayê ye. Tenê ax heye. Kulîlkek ku mirov bêhn bike, şênkahî nîne, xwezayek welê nîne ku mirov nefesê lê bistîne, bêhnê vede. Xelkê Efrînê bi xwezayîbûna xwe tê naskirin. Lewma piştî ku kon hatin danîn me dest bi şênkirina derdora xwe kir. Bi hêviya vegera li Efrînê tevî kurê xwe li Kampa Berxwedanê me. Tevî hemû êrîşan û ambargoyê jî xelkê Efrînê li kampan li ber xwe dide û bi berxwedanê li benda roja vegera li Efrînê ye.”