În, 5 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gulîstan Koçyîgît: Ocalan lêgera xwe ya ji bo mitabeqeta siyasî anî ziman

    Ji aliyê Stêrk TV

    Egîtîm Sen: Di sala dawî de 85 zarokên karker mirin, bila MESEM bê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bila girtiyê bi nexweşiya giran M. Saît Yildirim tavilê bê berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îlham Ehmed wê di konferansa Stenbolê de biaxive

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerboranê merasîma sersaxiyê ya gerîla Elî Kaya hate ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozof Bourg: Divê gavên qanûnî û zagonî bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Protestoyên navçeya Xebatê dîsa destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêber Apo dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişên li ser Elewî, Durzî û Xiristiyanan li Rihayê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rageşiya li gundê Lacanê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Konfransa Meclîsa Îştar a 14’emîn destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji girtiyên jin re her tişt ‘qedexe ye’: Heya mûcing jî tê desteserkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tora 8’ê Adarê: Di 11 mehên dawî de 53 jin li Başûr hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Jinên Kurd a Ewropayê dê konferansek lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê jinan li ser dîroka felsefeyê nîqaş kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komunên jinên Kurd li Elmanyayê kampa sê rojan li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Suryan: Jin wê mîrateya me ya çandî bigihînin paşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Têkoşîna Ronahiyan pêşeroja Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ronî dike
Rojava

Têkoşîna Ronahiyan pêşeroja Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ronî dike

Şehîd Ronahî Yekta li hemberî êrîşên dijmin heya dawiyê li ber xwe da ku yekem kes bû ku derewên dewleta Tirk û rastiya berxwedana şervanên QSD û YPJ’ê ji raya giştî re ragihand.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Sibat 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Ji roja destpêkê hetanî roja me ya niha min gelek çîrok û serpêhatiyên vê berxwedana dîrokî ya şervanên QSD-YPJ’ê yên li Tişrînê anîn ser ziman. Me gelek çîrok, serpêhatiyên xort û keçên xwerû û bedew yên vê axa pîroz vegotin. Lê belê çîroka vê carê gelekî bi êş e û di her henaseyeke wê de têkoşîn xwe nîşan dide.

Ez di roja 5’emîn de gihîştim eniya Tişrînê. Yek ji kesên destpêkê me li vir hev dît û naskir Şehîd Ronahî bû. Peywira Şehîd Ronahî Yekta fermandariya taburekê bû. Lê belê di pêvajoya berxwedanê de peywira ku wê wergirtibû ser milên xwe mîsoger ji vê yekê zêdetir bû. Cara ewil wê rastiya berxwedaniya hevrêyên xwe ji raya giştî re ragihand. Di rojên destpêkê de daîreya şerê taybet ya dewleta Tirk a dagirker îdîa dikir ku Bendava Tişrînê ketiye destê wan û qaşo di kontrola wan de ye. Wekî belgekirina berxwedaniya şervanên QSD-YPJ’ê me li ser wê esasê bi awayekî dîtbarî rastiya vê berxwedanê parve kir. Di wan belgeyên me de şehîd û fermandara nemir Ronahî Yekta jî cîh digirt. Endamê ragihandina azad Enes Yildiz têkildarî berxwedaniya Tişrînê bernameyek amade dikir. Min jî weke kameravan dîmen digirt. Li aliyê çepê Enes Yildiz û Şehîd Ronahî Yekta rawestiya bûn. Şehîd Ronahî Yekta, 5 rojên destpêkê yên berxwedaniyê û tevahiya êrîşên çeteyên dagirker dinirxand. Di dawiyê de soza parastina axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da. Yek ji kesên ku cara ewil rastiya berxwedaniya şervanan ji raya giştî re radigihand, fermandar Ronahî Yekta bû. Li gel vê yekê şehîda nemir Ronahî Yekta, derbeyek li daîreya şerê taybet ya dewleta Tirk a dagirker dixist û rûyê wan yê rast ji raya giştî re eşkere dikir. Wexta ku têkildarî rewşa herêmê diaxivî, sekna wê û pejndariya wê bandoreke mezin li mirovan dikir.

EW FERMANDAR, XWIŞK Û DAYIKA ŞERVANAN BÛ

Piştî ku me ew bername kişand, em çûn li ba  şervanên ku di çeperan de cîh digirtin. Di nav yekîne û tabura girêdayî Şehîd Ronahî Yekta de şervanên leheng hebûn. Li wir tişteke balkêş hebû. Çeper û stargehên şervanan pir paqij û bi rêkûpêk bûn. Wekî ku qet pêvçûn li wir neqewimî be. Bi rastî jî yekser bala mirovan dikişand. Şehîd Ronahî Yekta şer û pêvçûnên berxwedaniyê koordîne dikir. Her wiha peywendiya wê ya bi şervanan re kêm nedibû. Şervaneke çavvekirî û fermandareke pejndar bû. Li gorî derfetan Şehîd Ronahî ji bo şervan û hevrêyên xwe xwarin çêdikir. Ji ewlekariya çeperan, ji têrkirina şervan û hevrêyên xwe yên di berxwedaniyê de heyanî şêwaza lêdana dijmin, Şehîd Ronahî Yekta pêşiya hêzên xwe ronî dikir. Xwe ji cebilxane, lojîstîk, koordînekirina şer, heyanî bilindkirina moral û motîvasyona şervanan berpirsiyar didît. Ew bibû fermandar, xwişk û dayika şervanên li çeperên berxwedaniya Bendava Tişrînê.

LI ENIYÊN BERXWEDANA TIŞRÎNÊ BI SEDAN RONAHÎ HENE

Di çeperên şer de û li ser bêtêla leşkerî  dengê şervanan bi soza rakirina tola Şehîd Ronahî bilind dibû. Piştî agahiya şehadeta şoreşgera jin û fermandara YPJ’ê Ronahî Yekta hat, şervanan bi dirûşmeya “Şehîd namirin” soza xwe nû dikirin. Li ser vê esasê roja îro dema ku em li vê berxwedanê temaşe dikin, ew berxwedaniya ku di şexsê Ronahiyan de di 7’ê Kanûna 2024’an de dest pê kir û îro gihîştiye roja xwe ya 72’yemîn. Niha li ser şopa Ronahiyan bi sedan keç û xortên axa pîroz berê xwe didin çeper û eniyên şerê berxwedanê. Ango di nava vî şerê berxwedanê de niha bi sedan Ronahî cîh digirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN TIŞRÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DEM Partî: Em ê li hemberî darbeya qeyûm serî netewînin
Nûçeya Pişt re Zeydan: Darbekar dê winda bikin, gel dê bi ser bikeve
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YRK: Dewleta Tirk du caran herêma Asosê bombebaran kir

YRK’ê ragihand ku dewleta Tirk duh 2 caran herêma Asosê bombebaran kiriye û di encama…

Ji aliyê Stêrk TV

Franco Danîelî: Divê hemû kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan seferber bibin

Parêzer Franco Danîelî diyar kir ku helwesta Ewropayê ya li hemberî tecrîda li ser Abdullah…

Ji aliyê Stêrk TV

Konferansa Êzidiyan a li PE’yê: Divê êrîşên dewleta Tirk bên rawestandin

Di konferansa jinên Êzidî ya li Parlamentoya Ewropayê hat lidarxistin de, hat diyarkirin ku ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li gundewarê Tertûsê êrîşê tirbeyên Elewiyan kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hikumeta veguhêz a Şamê bombe li 2 gundan barand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Komên girêdayî Şamê êrîşî du gundên Dêr Hafirê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

MSD: Divê her projeya çareseriyê ya li Sûriyeyê mafên tevahî pêkhateyan misoger bike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?