Milîsên Arîn Mîrkan ên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH), der barê çalakiyên ku li dar xistine de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HBDH’ê got, “1’ê Kanûnê roja Yekşemê beşa alavan a li Otela Pera ya li Beyogluyê hat şewitandin.
1’ê Kanûnê roja Yekşemê trafoya elektrîkê ya di beşa Bomontî ya li tunela Şîşlî û Kagithanê hat şewitandin.”
HBDH’ê diyar kir ku ew van çalakiyan li dijî êrîşên li ser Şoreşa Rojava lidar xistine û banga bi ruhê seferberiyê xwedî li Rojava derkevin kir.