Milîsên Alan Milazgîr ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li Stenbolê çalakî lidar xistin. Agahiyên berfireh ên çalakiyan bi vî rengî ne:
“16’ê Tebaxê saet di 16:00 de li hemberî qemyoneteke ji berhemên kozmetîk ên kîmyewî ku ji Kuçukçekmece Kanaryayê ber bi Îstasyonê ve diçû, çalakiya sabotajê hate kirin. Di encama çalakiyê de qemyon bi temamî şewitî.
18’ê Tebaxê li Kartal a Stenbolê li sîteya oto sanayî yek jê qemyon yek jî wesayit du wesayit hatin şewitandin. Her wiha zerar li hin dikanên li sîteya sanayî jî bû.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ji bo hesabpirsîna ji êrişên li ser gerîlayên azadiyê, weke neferên Şoreşa Yekbûyî em li alîgirên rejîma AKP-MHP a faşîst dixin.”