Milîsên Sînan Dersim ên Tevgera Şoreşa Yekgirtî ya Gelan (HBDH) derbarê çalakiyê de ev agahî parve kirin
“Şeva 16’ê Çileyê, li Mêrsînê li taxa Şevket Sumerê, li dijî konvoya zirxî ya polîsan bi bombeyên bi dest hatine çêkirin çalakî hat lidarxistin. Hejmara dagirkerên biyanî nehatiye zelalkirin.”
Dewama daxuyaniyê wiha ye: “Piştî êrîşên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê yên li Tirkiye û Kurdistanê tu qîmeta gotinê nemaye! Em ê deh qatê kiryarên Erdoganê faşîst li wî û li hevkarên wî bikin! Her bombeya ku li Kurdistanê li dijî gelê me û gerîla tê bikaranîn, dê li metropolên Tirkiyeyê bi serê we de bipeqin!
Wek mîlîtanên fedaî yên Şoreşa Yekgirtî, em ê xeta berxwedanê ya bênavber û bibiryar bidomînin û em ê bibin xewnereşka her kesê ku di vî şerî de alîkariya dewleta qirker Tirkiyeyê dike!”