Li herêma Eylatê ya Îsraîlê beriya sê hefteyan sîstema hişyariyê careke din li sîrenê da.
Li gorî nûçeya Ynetê, droneyek ji xaka Iraqê hate şandin li herêma Eylatê li avahiyekê ket.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Iraqê ku weke alîgirê Îranê tê dîtin, berpirsyariya êrîşê li xwe girt.
Rayedarên Îsraîlî diyar kirin ku xisareke biçûk li avahiyê bû, tiştek bi kesî nehat.