Duşem, 23 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 23’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Egeyê coşa Newrozê: Di rûpela nû de azadiya Rêber Apo heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Eskîşehîrê Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Midyadê bi hezaran kes tevî baran û taloqkirinê Newrozê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Îzmîrê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Enqere: Aştî gavên beramber dixwaze

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Newroza Gimgimê: Divê Rêber Apo azad bibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayan li Bradostê Newroz pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Projeya Yekîtiya Neteweyî silav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Gelê Kurd, bi berxwedan û têkoşînê re xwedî li Newrozê derket’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şopa heqîqetê li zinarên Şengalê: Nûjiyan Erhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser milên çiyayê Şengalê: Heybeta Berxwedanê û Keleha Şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Milîtan Efrîn: Keziyên porê me wê bibe tirsa we
Rojava

Milîtan Efrîn: Keziyên porê me wê bibe tirsa we

Şervana YPJ’ê Milîtan Efrîn diyar kir ku berxwedana gel felsefeya jiyana şervanan e û ji çeteyên ku destên xwe dirêjî keziyên jinan dikin re got: “keziyên porê me wê bibe tirsa we.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Sibat 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku bi salan e wekî sembola berxwedanê tê naskirin, di 6’ê Çileyê de ji aliyê çeteyên HTŞ’ê ve rastî êrîşeke giran hat û hat dagirkirin. Şervanên di pêşengiya Şehîd Ziyad Heleb û Şehîd Deniz Çiya de, li hemberî hêzên dagirker serî netewandin, bi ruhekî fedaî bi qehremanî şer kirin û derbên giran li çeteyan xistin.

Êrîşên ku li Şêxmeqsûdê destpê kirin, di 16’ê Çileyê de li xeta Dêr Hafir, Reqa û Tebqayê berdewam kirin. Di van êrîşên ku hiqûqa şer lê hat binpêkirin de, cudahî nexistin navbera zarok, jin û kal û pîran. Tiştên qewimîn ne tenê dagirkirina axekê bû; hat xwestin ku li dijî gelê Kurd komkujî bê kirin. Armanc ew bû ku gelê Kurd tune bikin û vîna wî teslîm bigirin.

YPG û YPJ’ê li hemberî van êrîşan bi gel re bûn yek û têkoşiyan. Şervanên ku gotin “Ev şer ji bo gelê me ye”, destnîşan kirin ku gel jî li kolan û taxên xwe beşdarî berxwedanê bûye. Bi gotina “Em zarokên vê axê ne; gel dest ji zarokên xwe bernade”, hat diyarkirin ku çavkaniya berxwedanê ew koka bi hêz e ku bi gel re hatî avakirin.

Hat diyarkirin ku êrîşan berxwedan qels nekiriye, berevajî vê yekê yekitî û vîna gelê Kurd hîn bi hêztir kiriye. Hat destnîşankirin ku ev ruhê yekitiyê yê ku li çar parçeyên Kurdistanê derketiye holê, ji bo hemû cîhanê bûye mînak. Sipasiya gelên ku bangawaziya piştgiriya berxwedanê kirin jî hat kirin.

Şervana YPJ’ê Milîtan Efrîn a ku diyar kir berxwedana gel felsefeya jiyana şervanan e, bal kişand ser êrîşên li dijî jinan û ev peyam da: “Li dijî kesên ku destên xwe dirêjî keziyên hevalên me dikin, em ê bi sedan kezî bihûnin. Em ê navê zarokên ku tên dinê bikin ‘Kezî’. Bila her kesê li derveyî welat ku dengê me dibihîze zanibe ku ev komkujî li Rojavayê Kurdistanê pêk tê. Ev êrîş di şexsê gelê Kurd de, li dijî hemû mirovahiyê û nirxên mirovahiyê ne.”

Milîtan Efrîn diyar kir ku wekî hêzên YPJ’ê ew biryardar in ku vê şerî rawestînin û anî ziman ku ew ji bangên entegrasyon û agirbestê re vekirî ne û ji bo hemû tifaqa amade ne. Lê belê wê destnîşan kir ku ev nayê wê wateyê ku tiştên di rabirdûyê de qewimîne bên jibîrkirin û wiha got: “Duh Şêxmeqsûd bû, îro tevahiya Rojavayê Kurdistanê di bin xetereyê de ye. Em pir baş dizanin ku di dîrokê de çi anîn serê gelê Kurd. Em ê êrîşên li ser gel û şervanên xwe ji bîr nekin; berdêla wê canê me be jî em amade ne feda bikin.”

Milîtan Efrîn gotinên xwe bi van îfadeyan bi dawî kir: “Wekî ku hevalên me yên şehîd gotine; heger tiştekî ji canê me binirxtir hebe, em ê wî jî ji bo vî gelî feda bikin. Em fedaîyên vî gelî ne. Gelê me jî îro li kolanan li ber xwe dide û kolanên xwe diparêze. Em bi dil û can gelê xwe hembêz dikin û ji çeperên şer hezkirinên xwe dişînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN EFRÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 6’Ê SIBATA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Tilîliya Amazonan, îro bi zimanên din olan dide
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Onder: Em ê serdana Demîrtaş jî bikin û piştre daxuyaniyeke berfireh bidin

Ji Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder piştî hevdîtina bi Davûtoglû re got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Stenbolê 2 kes hatin girtin

Li Stenbolê ji 15 kesên ku hatibûn binçavkirin 13 kes hatin berdan, 2 kes jî…

Ji aliyê Stêrk TV

HBDH: Hevrê Baran Serhat wê di têkoşîna me de her bijî

HBDH’ê endamê Komîteya Navendî ya MLKP’ê û Endamê Konseya Giştî ya HBDH'ê Baran Serhat di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Siwêda bi çekên giran hate bombebarankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şandeya Hesekê bi Şera re li ser vegera girtiyan û koçberan hevdîtin kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Sîpan Hemo: Neyên lîstikan!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Asayîşê li dijî provokasyonan daxuyanî da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?