Fermandara pêşeng a nûnertiya xeta fedaîtiyê ya di di cewhera PKK’ê de her tim zindî dikir û ya bi sekna xwe ya birûmet ya li hemberî dijmin re nûnera herî bi wate ya fedaîbûnê; Bêrîtan Nûrhaq Çiya şoreşgera serdemê û yek ji peyrewa xwedewanda azadiyê. Bêrîtan Nûrhaq Çiya bi navê xwe re yekbûnek ava kir û bi awayekî baş nîşanî dost û dijminan da ku çalakiya afirandinê çawa tê kirin. Hevrê Bêrîtan ku yek ji fermandara YJA Starê ya pêşeng e, dema ku wate li hemû kêliyên jiyanê bar dikir, nîşan da ku PKK’yîbûna rastîn bi gewirîna fedaîbûnê pêkan e û ev yek bi hemû kesayeta xwe jiya.
‘EM ÇI QASÎ LI DIJMIN BIXIN, EM Ê EW QASÎ LI NÊZÎ RÊBERTÎ BIBIN’
Ji ber vê yekê hewla xwegihandin û afirandina ya nû bû rastiyeke wisa ku heval Bêrîtan bi navê xwe re yekbûnekê ava bike. Dema digot ku mezintirîn xeyala wê holhilanîna ji dijmin e jî hemû zelalbûn û biryardariya xwe nîşanî guhdarên dida. Demeke kurt beriya rêwitiya xwe di rojnivîska xwe de ev yek anîbûn ziman:
‘’Weke hûn dizanin ez rêwiya Bakûr im. Ez kêfxweşiya vê rêwitiyê dijîm. Ez ê hemû hevrêyên xwe yên biqîmet bi xwe re bibim ku di hemû pêngavên mi de li gel min bin. Di wê rêwitiyê de ez ê ne bi tenê bim her wiha wê hevrêyên me yên ku li gel min gavên xwe li wan çiyayên me yên xweşik biavêjin jî hebin. Ez ê ji bo we jî kevirên çiyayên me bigirim destên xwe weke îbadetkirinê. Di hemû kêliyên ku ez ava kaniyên me vedixwim, hûn ê jî hênikatiya wê hîs bikin. Ez ê li şûna we jî destên xwe bidin li şûnpêkên hevrêyên beriya me. Yanî emê hemû xweşikiyên Bakur bi hev re bijîn û hemû zehmetiyên bi eşq û baweriya ji Rêbertî re derbas bikin. Aha wê demê azweriya me ya serkeftinê wê qewîtir bibe. Dema me her zehmetî derbas kirin û di hemû kêliyên ku em derban li dijmin bixin de em ê nêzîktirî Rêbertiya xwe bibin. Bi vê baweriyê bi hêvî û baweriya hevdîtina li gel Rêbertî û hevrêyên me yên biqîmet ez ê zêdetir kar bikim û hewl bidim.’’
‘EW ŞERÊ DI EŞQÊ DE EGERA SERHILDAN Û ŞERÎ YE’
Hevrê Bêrîtan ku wê watedartirîn pênaseya rêwiyiya ber bi azadiyê ve kiriye û yek ji hevrêya fermandarên hêja ye û wateya xwebûnê di nasnameya xwe de gelekî baş daye nîşandan. Ma kê dikarî jineke ku bikare di dilê xwe de hez, xeyal, armanc û hêrsa tolhilanînê ya milyonan însanan bigire, bide sekinandin? Ma kîjan hêz dikare israra ji bo azadiyê bide sekinandin yan jî bi dawî bike? Aha ji ber vê yekê di hemû kêliyên ku navê Bêrîtanê tê bihîstin de hez belavî seranserê welatêmin dibe. Ez sekna Sarayê ya li hemberî dijmin, asta biryardariyê ya dema ku Zîlanê berê xwe dida çalakiyan û dubareya kêliyên pîroz yên şerî yên Bêrîtanê li hemberî teslîmiyetê dayî destpêkirin bi hevrê Bêrîtanê re weke ku dubare dijîm. Ew jineke wisa ye ku li Welatê Rojê pêtên berxwedanê tim zindî hiştine û dewama xeleka lehnegî û fedaîyeke jiyana azad e. Ew fermandareke wisa bi ku dema hewce dikir weke ku bi tena serê xwe artêşek bû û dizanî ku wê çawa derban li dijmin bixe û tola xwe jê bistîne.
Jina serhildêr ya ku bi fedaîbûnê agirê azadiyê geş dikir û di ronahiya rojê de strana serkeftinê tim distriya, di risteyên dawî yên rojnivîska xwe de ev yek anîne ziman:
“Ez di sedsala ku deng û cewhera jinan şewq dide, li her derê dengê jinan olan dide û xwe digihîne bilindtirîn lûtkeyên de hêvî dikim ku li seranserê cihanê têkoşîna azadiyê ya jinan belav bibe û pêş bikeve. Em weke gerîlayên PAJK’ê em ê çiyayên xwe ji xwe re bikin mesken û meşaleya azadiyê tim bilind bikin. Dema ku em vê meşaleyê bilind dikin, hûn jî weke dildarên me wê hemû gavab şahidiya vê heqîqetê bikin. Rêwitiya di rêya heqîqetê de xweş û bi wate ye. Yek ji rawestgeha rêya me ya heqîqetê çiyayên me yên li Bakur in. Niha rêwîbûn û derketina rê ji bo min gelekî pîroz e. xwegihandin û têkoşîna li wir nayê pênasekirin. Ji bo vê yekê ez ê ruhê bi vê heqîqetê tije bikim û bi rê bikevim. Ger me dem û mekan derbas kirin û baweriya bihevrebûnê bi dest xist wê demê em ê weke hevrêyan li wir bi hev re têbikoşin. Bi hîskirina we hemûyan ya bi ruhî em ê têkoşînê mezintir bikin. Çimkî em ê hemû li wir bi Rêbertî re hevdîtinêpêk bînin û ji bo vê yekê divê em gelekî kar bikin.’’
MÎLÎTANEKE HER KU ŞER DIKIR ZÊDETIR XWEŞIKTIR Û FEDAÎTIR DIBÛ
Hevrê Bêrîtan ku weke peyrewa Bêrîtan a ku li hemberî ferzkirinên teslîmiyetê bi tîlîliyên li ser zinaran bersiva xwe dide û xeta têkoşînê bi çalakiya xwe ya pîroz bihêztir dike, rastiya têkoşînê bi dest dixe û bi ronahiyên gerdûnê yên bêdawî re yekbûna xwe ava kir. Ew yek ji afirînera hezkirana her ku diçe zêde dibû, bû. Ew êdî egera şer û serhildana di hezkirinê de bû. Mîlîtaneke wisa bû her ku şer dikir, xweşiktir û fedaîtir dibû. Bêrîtan Nûrhaq Çiya; hewariya eşqa wê rastiyê ye ku her jinên çiyayî dixwazin, bi dest bixin.