Milîtanên dil û mejiyê xwe di oxira dozê de kirine yek û hemû hucreyên bedena xwe di ber jiyanîkirina ramanên Rêber Apo de xistine tevgerê û heta nefesa xwe ya dawiyê bi fedayî şer kirine. Bi boneya hatina 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî çend mînakên hevaltiya hevalên rast bi hevalên jin re dayî meşandin û rê nîşanî hevalên li pey xwe dane.
MUSTEFA TALÎ
Mustefa Talî bi nasnavê Şerîf Mijînî ji gundê Mijîn ê Qilabana Şirnexê ye. Di nava malbatê de zarokê herî mezin e û ji ber wê di temenê biçûk de dikeve nava kar. Ew ciwanek kedkar ê ku di karê xwe de destbikêr e. Li herêmeke çiyayî hê di zarokatiya xwe de hînî rê û rêbarên dirêj, xebata nava gundan a bi komî dibe ku weke karê zibare tê binavkirin û palehiyê dike. Gundî, cîran, derdor, nas û dost hemû ji rihsivikî û jêhatîbûna wî hez dikin. Ji ber di nava paleyan de yê herî temenbiçûk e, di her bêhnvedanê de yek ji paleyan serê xwe ji nava kar bilind dike û gazî wî dike û jê re dibêje ku tu biçûkê me yî ka çayekê bide ser, heta em li cihê bêhnvedanê kom dibin. Ew jî bi lez çayê dide ser û agir geş dike ku zû bikelîne heta pale li derdora wî kom dibin.
Di wan demên palehiyê de Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dibîne. Her ku wan dibîne zêdetir ji wan hez dike û dixwaze baştir wan nas bike. Dema vê nêrîna xwe ji hevalên xwe yên taxê Evdilkerîm, Mihyedîn û Gulperiyê re dibêje, dinêre ku ew jî di heman nêrînê de ne. Sala 1987’an her çar bi hev re diçin digihêjin nava refên hevalan ên ku ev demeke bi mereq û hezkirin wan dişopînin. Heta wê demê tenê ji gundê wan birayê Evdilkerîm Taher tevlî nava refên gerîla bûye. Piştî wî jî her çar bi hev re tevlî dibin. Li pey wan jî her ku diçe tevlîbûn zêde dibe.
EGÎDÊ MIJÎNÎ
Hevalê Egîd ê ji heman gundî jî yek ji wan ciwanan e ku li pey wan tevlî nava gerîla bûye. Ew dil dibe jiyana çiyayî ya gerîlayan ku hemû gundiyên wan rêz û hezkirineke mezin nîşanî wan ciwanan didin. Ew jî dixwaze bibe yek ji wan û di nava refên wan de cih bigire. Egîd zewicî ye û keçeke wî heye. Ji bo debara malbata xwe ya biçûk li herêma Colemêrgê ku bi devoka wan a herêmî jê re dibêjin cihê evraz ango cihê bilind şivanî dikir. Ji wir tevlî nava refên gerîla dibe. Yekî baş xwezayê nas neke nikare sewalên xwe baş biçerîne, lewra li wê herêmê şivantî karê sereke ye. Li gorî irf û edetên wan kesek heft salan ser hev şivantiyê bike dest bi şifa dibe û dikare gelek nexweşiyan derman bike. Ji ber wê ye li wê herêmê hem navê Şivan li zarokên lawik tê kirin hem jî şivanî çandek e û gelek stran jî li ser hatine gotin. Hevala Hêlîn Mûrad ku li wan herêman gerîlatî kiriye, di nameya xwe ya ji bo zanista jineolojiyê nivîsandî de pênaseya camêriyê ji bo wan şivanên bi dostaniya xwezayê dizanin, bi kar aniye.
Hevalê Egîd dema di nava refên gerîlayan de ji Zagrosan berê xwe dide Botanê, li herêma Besta rastî grûba Gulperiya ji gundê wan tê. Di wan deman de li herêma ku ew lê bûne operasoneke giran derdikeve û dagirkerên ku cerdevan dane pêşiya xwe weke aşûta berfê bi ser wan de diçin.
Di wê operasyonê de jî weke gelek xelekên zincîrên dîrokê xeta berxwedan û xiyanetê li hemberî hev şer dikin û berxwedan bi ser dikeve. Dema ku Bedranê Şirnexî yê bi Gulperiyê re erka fermandariyê girtiye, ji tirsan xiyanetê dike û teslîmî celadê xwe dibe Egîd gelekî hêrs dibe. Di nava gerîlayan de ji wî ruhî re dibêjin berpirsiyariya xwezayî. Hevalê Egîd jî bi wî ruhê berpirsiyariya xwezayî tev digere û li kêleka Gulperiyê disekine. Ji bo şikandina êrîşên dagirkeran çi ji destê wan tê dikin. Dema ku Gulperî bi giranî birîndar dibe, ew jî xwe di çeperê de asê dike û heta nefesa xwe ya dawî şer dike. Hevaltiya rast a bi jinan re nîşan da û li eniya cengê di wan kêliyên herî zor de hevala Gulperî bi tenê nehêlaye. Hîna her du jî nû tevlî bûne û haya wan ji tecrûbe û daneheva PKK’ê nîne. Lê belê dîsan jî hevalê Egîd fermandara xwe Gulperiyê bi tenê nahêle, li gorî rêgezên egîdiya Botanê heta dawiyê şer kir.
Dîrok 27’ê Tîrmeha 1990’an bû. Gulperiyê ji hevalê xwe Egîd daxwaz dikir ku ji ber wê nemîne û xwe ji cihê şerê giran dûr bikeve. Lê belê hevalê Egîd ê fermandara xwe di ti şert û mercan de bi tenê nahêle û li kêleka wê dimîne. Navê vê berxwedaniya Egîd û Gulperiyê di nava tevahiya gundewarên herêmê belav dibe. Ew berxwedana wan a li hember dagirkeriyê weke çîrokên qehremaniyê tevlî nava serboriyên ku di şevên zivistanê de li pişt sobeyên agirê daran li gundan tên gotin, dibe.
ŞERÎFÊ MIJÎNÎ
Hevalê wan Şerîfê Mijînî dema ku wî şerê wan ê bêeman ê li hemberî dagirkeriyê dibihîse, ji wê berxwedana wan hêzê digire û bi wê hêzê dest bi pratîkê dike. Her ku diçe zêdetir tevlî çalakiyan dibe û di şer de dibe xwedî ezmûn. Di çalakiyekê de bi giranî birîndar dibe. Ji ber birîndarbûna rûyê wî bi qasî mehekê ji derveyî tiştên rûn tiştek di gewriya wî de naçe. Li gel hemû zoriyên dikişîne jî bi biryardariyeke mezin li ber xwe dide û bi ser xwe de tê. Demek şûnde diçe qada Rêbertiyê û li wê derê perwerdeyê dibîne. Rêbertî ji birîndarbûna wî hayîdar e û li ser wê nirxandinê dike.
Ji qada Rêbertiyê diçe herêma Xinêre ya dikeve navbera Bakur, Başur û Rojhilatê welat. Ew êdî gerîlayê deh salan e û fermandarê qada Xinêre ye. Ji hevalên jin hevala Berçem a ku ew jî demekê li malên lêhûrbûnê yên qada Rêbertiyê maye û li wê tevlî perwerdeyê bûye, bi hevalê Şerîf re fermandara qadê ye. Her du jî ji qada Rêbertiyê hatine û di nava hewldana jiyanîkirina perwerdeya ku dîtîne de ne.
Sala 1997’an bi alîkariya PDK’ê dewleta Tirk a dagirker operasoneke mezin li ser heman herêmê dike. Li herêma wan her ku diçe şer giran dibe. Hevala Berçem li girê ku piştî wî şerî navê hevalê Şerîf lê hatî kirin ê berpesarê Çiyayê Şekîfê bi giranî birîndar dibe. Hevalê Şerîf hinekî ji çepera hevala Berçem dûr e. Ji bo ku hevala Berçem nekeve destê dagirkeran hevalê Şerîf hemû talûkeya dide ber çavan û bi bez xwe digihîne çepera hevala Berçem û hewl dide wê ji nava dijmin derxîne. Di wê navberê de balafirên şer wan hedef digirin û her duyan bi hev re li wê derê şehîd dixin. Hevalên wan ên ku her du fermandarên wan şehîd ketin, şer dewam dikin û çeperên fermandarên xwe vala nahêlin. Hevalê Şerîf bi vî awayî dibe fermandarek efsanewî yê ku rêgezên egîdiya Botanê bi cîh tîne û hevala li kêleka xwe fermandara şerê Xinêre yê 1997’an Berçem bi tenê nahêle û ji bo xilaskirina wê dikeve nava tevgerê. Bi vê hewldan û helwesta xwe rêgezên hevaltiya rast bi cîh tîne û bi wesfê hevalê hevaltiya rast bi hevalên jin re dayî meşandin, derbasî dîrokê dibe.
‘FIKRÎ DIBE PROMETEÛS’
Ji milîtanên xwe di rêgezên bîrdoziya partiyê de li ser şopa Mazlûm Dogan û Mehmed Xeyrî Dûrmûş kûr kirî hevalê Fikrî Baygeldî ye ku girtîgeh ji xwe re vegerandiye qada perwerdeyê. Bi xwe ji Licê ye û ew jî weke hevala Sema di zindanê de ye. Li cihê ku lê ye çalakiya hevala Sema dibihîse û ji bo bersiva çalakiya hevala Sema di zindanê de heman çalakiyê pêk tîne. Sala 1998’an li zindanê dixwazin xeta xwe bi bandor bikin. Ew jî weke hevala Sema ji wan nêzîkatiyên li hemberî xeta partiyê tê kirin aciz dibe û rêya wê dişopîne. Hevalê Fikrî Baygeldî di nameya xwe de wiha dibêje, “Hevala Sema fermandara min e, ez jî leşker im û fermana wê bi cîh tînim.”
Ji ber vê zanebûna xwe ya di xeta Mazlûman de yê ku çalakiya hevala Sema xurtir kir hevalê Fikrî Baygeldî ye. Li vir mirov pêşengiya jina azad dibîne, ev zelalî û zanebûna wê dihêle ku hevalên mêr jî bi xwe re diguherîne.
Rêbertî ji bo hevalê Fikrî dibêje, “Fikrî dibe Prometeûs.” Heman demê ev çalakî ji kuştina zilam re bersiv e. Hevalê Fikrî cardin dibêje, “Hevala Sema fermandara min e. Jina Kurd ku bûye fermandar, ez bi çalakiya xwe fermana wê bi cîh tînim.” Rêbertî ji bo hevalê Fikrî wiha dibêje, “Hevalê Fikrî jî ku çawa zilam bi kesayetek nû şekil bigire, li beramberî wê şiyarbûneke pir mezin û bersiveke pir watedar heye.”
ÎLAN DARA
Şervanê YPG’ê Îlan Dara di 8’ê Adara 2018’an de li hemberî çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalakiyeke fedayî pêk anî. Bi taybetî 8’ê Adarê hildibijêre, di serî de ji bo dayika xwe û paşê jî ji bo hemû jinan di vê rojê de çalakiya xwe pêk tîne. Milîtanê ku hemû kêliyên jiyana xwe fedayî jiyaye, beriya çalakiyê dide zanîn ku ew şopdarê Arîn, Avesta û Barînan e û wiha dibêje; “Çawa ku di berxwedana Kobanê de bi pêşengiya Arîn Mîrkan bi hezaran şervanan xwe li pêşiya dagirkeriyê kirin bend, di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de jî ruhê Avesta Xabûr û Barîn Kobanê li pêşiya dagirkeriyê bend e. Em şopdarên wan in û em ê weke wan li pêşiya dagirkeriyê bibin bend û nehêlin ew derbas bibin.”