Çarşem, 2 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hefteya krîtîk: Ji Rêber Apo bang, ji PKKê gaveke nû tê hêvîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropayê serdana rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Îranê ji destpêka salê ve zêdeyî 400 kes hatine darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Car din li Gemlîkê erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropî ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji KCK’ê daxuyaniya têkildarî ‘Komkujiya Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê ji bo şehîd Zîlan merasîma bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dronek li kampa Êzidiyan ket: Dibistan şewitî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya KNK’ê bi Partiya Komunîst a Îranê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mifteya pêvajoya nû fêhmkirina Zîlan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Madeya 140’an li ser gelê Şengalê veguherî hesabekî nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Herêma Kurdistanê di nava mehekê de 3 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ciwanro êrîşa bi kezabê: Çavê jinekê kor bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xweseriya aboriya jinê lingeke sereke ya azadiya jinê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Atabey hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji UTAMARA Festîvala Zarokan a Kevneşop a 20’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Li her qadê wezîfeya xwe bi rengekî serketî bi cih anî’
Kurdistan

‘Li her qadê wezîfeya xwe bi rengekî serketî bi cih anî’

Şervanê Ereb Şoreş Serhildan ku bi bandora şervanên azadiyê tevlî nava refên gerîla bû, heta ku şehîd bikeve li her qada ku lê ma, di her şert û mercî de wezîfeya xwe bi cih anî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 31. Adar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Dewleta Tirk a faşîst ku dixwaze gelan berde hev, li gel hemû hewldanên xwe jî nekarî bi ser bikeve. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya bi salan li gel Kemal û Hayriyan biratiya gelan ji xwe re kir esas û meşa azadiyê li ser vê bingehê da destpêkirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêya dîrok û paşerojê nîşanî gelan hemûyan da bi taybetî jî nîşanî gelên Rojhilata Navîn da. Bi destpêkirina meşa PKK’ê ya li Kurdistanê re ji neteweyên cuda bi hezaran ciwan tevlî nava refên gerîla bûn. Yek ji wan gerîlayên wêrek jî Şoreş Serhildan bû. Yekemîn ciwanê Ereb ê ku ji Sûriyeyê tevlî nava refên gerîla bû Ezîz Ereb bû ku sala 1985’an tevlî bû. Di sala 1986’an de ji bo biratiya gelan xwe feda kir û bû sembola biratiya gelan. Gotina ‘Ez ê weke Erebekî bimirim. Bijî biratiya gelên Rojhilata Navîn’ a Şehîd Ezîz Ereb, gelekî bandor li ciwanên Ereb kiribû. Ev daxuyaniya wî bû çavkaniya tevlîbûna ciwanên Ereb li nava tevgera azadiyê. Îro hîn jî bi sedan ciwanên Ereb ên mîna Şoreş Serhildan didin ser şopa Ezîz Ereb.

Salih Silêman (Şoreş Serhildan) li bajarê Hesekê yê Rojava li nava malbateke Ereb a welatparêz ji dayik dibe. Salih Silêman weke yekî dilsozê nirxên civakî ji aliyê malbata xwe ve tê mezinkirin û bi destpêkirina Şoreşa Rojava re dikeve nava lêgerînê. Ji ber ku şahidî ji şer re dikir, dît ku gel ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve tê qirkirin. Ji şervanên azadiyê gelekî bi bandor bû ku ji bo rizgarkirina gelan ji zilma DAÎŞ’ê bi rengekî fedaî şer dikirin û canê xwe feda dikirin. Salih Silêman bi vê bandorê ji xwe re weke wezîfeyeke girîng û dîrokî dît ku tevlî nava refên gerîla bibe. Ji bo têkbirina polîtîkayên sîstema faşîst ên ji bo berdana hev a gelan, bi armancên mezin berê xwe da çiyayên azad. Ji bo wî bersiva herî mezin a ji dijmin re bê dayin ev bû. Salih Silêman tevlîbûna li nava refên gerîla weke şoreş û serhildanê dît, lewma jî navê xwe kir Şoreş Serhildan.

LI DIJÎ DIJMINÊ DAGIRKER BI SAETAN ŞER KIR

Gerîlayê wêrek Şoreş ku ji komkujiyên dewleta Tirk re şahidî kir, hem ji bo hilanîna tola hevrêyên xwe yên şehîd, hem jî ji bo rizgarkirina gelan ji vê zilmê, dest bi meşa azadiyê kir. Gerîla Şoreş ber bi jiyaneke ji fedakarî û têkoşînê gav avêt, zû hînî jiyana li nava refên gerîla û çiyê bû. Şoreş baweriya xwe bi wê yekê anî ku şoreşgeriyeke profesyonel bi kûrbûna îdeolojîk dibe, lewam îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji xwe re kir esas û xwe bi pêş xist. Gerîla Şoreş ku têkiliyên hevrêtiyê yên li nava PKK’ê her tim bandor lê kir, ji ber moral, coş û biryardariya xwe timî bala hevrêyên xwe kişand.

Şoreş Serhildan hîn bû ku gelek çekên bi bandor bi kar bîne û bi vî rengî ji aliyê taktîkî ve xwe ji şer e amade kir. Weke gerîlayekî Ereb li her qadê, di nava her şert û mercî de ji xwe re kir armanc ku wezîfeya xwe bi rengekî hêja bi cih bîne. Lewma ji bo li dijî êrîşên dijmin ên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê şer bike, derbasî herêma Metînayê bû û di çalakiyan de bi roleke dîrokî rabû. Di vê demê de bû yek ji şervanên herî wêrek û bi çalakiyan derbên giran li dijminê dagirker xist. Şehîd Şoreş ku her kêliya jiyana xwe bi têkoşîn û berxwedanê derbas kir, weke şervanekî Ereb da ser şopa Ezîz û Rojbînan. Di 19’ê Hezîrana 2023’an de li dijî êrîşên dewleta Tirk bi saetan şer kir, nehişt ku dagirker bi gavekê jî bi pêş ve biçin. Di encama vî şerê giran de Şoreş Serhildan canê xwe ji bo azadiyê feda kir û tevlî nava karwanê şehîdan bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 31’Ê ADARA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Dadgeha Navneteweyî ya Sîber
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KONGRA-GEL ji ber koça dawî ya Hacî Ehmedî peyama sersaxiyê weşand

KONGRA-GEL diyar kir ku Hacî Ehmedî dilsozê gelê xwe bû, lewma di dilê gelê Kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

Cihê hinarê di efsane û baweriyên Kurdan de

Di nav efsane û baweriyên Kurdan de cihekî hinarê yê pîroz û taybet heye, wek…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 19’Ê GULANA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ji KCK’ê daxuyaniya têkildarî ‘Komkujiya Sêwasê’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mexmûrê ji bo şehîd Zîlan merasîma bîranînê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dronek li kampa Êzidiyan ket: Dibistan şewitî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şandeya KNK’ê bi Partiya Komunîst a Îranê re civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?