Hasan Ogut ê ku 34 salan hate ragirtin, ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Karabukê hate tehliyekirin. Hasan Ogut ê ku tehliyeya wî ji aliyê Desteya Rêveberî û Çavdêriyê ve 4 caran hate astengkirin, li pêşiya girtîgehê ji aliyê malbat û xizmên wî ve hate pêşwazîkirin.
Hasan Ogut ji bo derbasî li cem malbata xwe ya li Mêrsînê bibe, bi rê ket.
HASAN OGUT KÎ YE?
Hasan Ogut, di sala 1994’an de ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ve hate girtin. Hasan Ogût li girtîgehên Meletî, Amasya, Sîncan, Sîlîfke, Nevşehîr û Karabukê 34 salan hate ragirtin. Tehliyeya Hasan Ogut 4 caran ji aliyê Desteya Rêveberî û Çavdêriyê ve hate astengkirin.

