Di ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” re zêdeyî salek derbas bûye, lê hîn jî dewlet û desthilatdariyê gaveke şênber neavêtiye. Li gel bangên ji bo naskirina statuya Rêber Apo û başkirina mercên wî yên karkirinê, desthilatdarî hîn jî xwe li bêdengiyê datîne. Nivîskar Mehmet Karakûş mijar ji ANF’ê re nirxand.
‘HETA KU STATUYA RÊBER APO ZELAL NEBE PÊVAJO BI RÊ VE NAÇE’
Karakûş anî ziman ku dewlet Rêber Apo di pratîkê de weke “muzakerevanê sereke” qebûl dike, lê belê vê yekê li ser zemîna qanûnî nade rûniştandin û got, “Ji bo rêveçûna pêvajoyê beriya her tiştî divê statuya Rêber Apo bê diyarkirin. Eger hûn weke muzakerevanê sereke qebûl dikin, ev yek divê ne tenê di pratîkê de her wiha li ser zemîneke hiqûqî jî bê qebûlkirin. Têkildarî vê yekê divê qanûnên azadiyê bêne derxistin. Pêwîste Rêber Apo karibe bi tevgera xwe, çapemenî, saziyê civakî yên sivîl û derdorên cuda yên civakê re bi rengekî rehet hevdîtinan bike. Ne weke girtiyekî siyasî li Îmraliyê, lê weke aktorekî ku muzakereyê dimeşîne divê karibe bi azadî tevbigere.
Heta ku ev nebe pêvajo bi pêş ve naçe. Axaftina li ser heman tiştî bêbaweriya li nava gel mezintir dike. Qebûlkirina statuya Rêber Apo tê wateya qebûlkirina statuya gelê Kurd. Ev yek ji bo afirandina statuya civaka Kurd gelekî girîng e.”
‘BERNAME Û AMADEKARIYEKE DEWLETA TIRK NÎNE’
Karakûş ragihand ku dewletê bi dilxwazî pêvajo neda destpêkirin, desthilatdarî ji ber bûyerên herêmî kete nava tevgerê û got, “Dewletê piştî ku dît, hêzên hegemonîk herêmê jinûve dîzayn dikin, ji bo nehêle Tevger bi hêzên cuda re têkiliyê dîne, berê xwe da pêvajoyê. Lê belê li holê bername yan jî amadekariyeke xwe nîne. Ji aliyê çareseriya pirsgirêkê ve hîn biryareke şênber nehatiye dayin. Desthilatdarî li benda encama şerê li herêmê ye. Bi taybetî dişopîne bê rageşiya navbera Îran, Îsraîl û DYE’yê wê çawa bi encam bibe.
Dewlet li gorî tecrûbeyên berê tevdigere. Dixwaze bibîne bê mercên herêmî wê derfetên nû pêşkêşî wê bike yan na. Ji ber vê jî li demê belav dike.”
‘HETA KU GARANTIYA QANÛNÎ NEBE BAWERÎ NABE’
Karakûş destnîşan kir ku ji bo rêveçûna pêvajoyê pêwîstî bi garantiya hiûqî heye, dewletê heta niha bi rengê ‘ji çiyê dakevin, siyasetê bikin’ bang kiriye, lê belê garantiyeke qanûnî ya vê nîne.
Karakûş got, “Nediyar e bê sibe çi bibe. Eger dewlet gava qanûnê biavêje û vê yekê li gorî statuya Rêber Apo bike, ev yek wê veguhere pêvajoyekê ku veger jê nebe. Ji ber ku pêvajo dema li ser zemîna qanûnî hate rûniştandin wê hingî gavên din li pey hev bên. Lewma dewlet bi giranî tevdigere. Eger dewlet maseyê xera bike, wê demê aliyê hember wê hîn bi xurtî xwedî mafê parastina rewa be. Rewabûna hêzên Kurd hem li nava raya giştî ya navxweyî hem jî li nava raya giştî ya navneteweyî wê xurtir bibe. Ji ber vê jî pêvajo bi taybetî dixitime.”
‘HÊZA ESASÎ YA KU PÊVAJOYÊ DIXITIMÎNE AKP Û ERDOGAN E’
Karakûş ragihand ku nabe mirov dewletê weke yekparçeyî binirxîne û diyar kir ku Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî têkildarî pêvajoyê hîn dilxwaz tê dîtin û got, “Bernameyeke şênber a Bahçelî jî nîne; qet nebe ji bo pêşveçûna pêvajoyê û di mijara statuyê de nêzî hin gavavêtinan e. Hêza esasî ya ku pêvajoyê dixitimîne AKP û Erdogan e. Erdogan û AKP pêvajoyê ji bo paşeroja xwe ya siyasî dinirxînin. AKP dixwaze vê pêvajoyê ji bo mayindebûna xwe bi kar bîne. Ji bo karibe jinûve bibe desthilatdar û Erdogan jinûve bike serokkomar dixwaze vê pêvajoyê binirxîne.”
‘RÊXISTINIYA DEMOKRATÎK WÊ ZORÊ BIDE DEWLETÊ’
Karakûş anî ziman ku eger siyaseta demokratîk xurt bibe wê dewlet neçar bimîne ku paşve gavê biavêje û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Dema ku civakê xwe bi rengekî demokratîk bi rêxistin kir, li ser bingeha komîn û kooperatîfan rêxistiniya xwe bi pêş ve bikr, wê neçar bimîne ku vê li ber çavan bigigre. Bi taybetî bûyerên li Rojava ji aliyê dewletê ve şikestineke girîng bi xwe re anî. Li çar parçeyên Kurdistanê îradeya civakê derket holê. Dewlet bi rengekî cidî xwe ji vê vedigire. Bi taybetî hewl dide ku bi rêya HTŞ’ê statuya li Rojava lawaz bike. Eger rewşa pratîkî ya li Rojava veguhere statuyeke fermî wê zorê bide polîtîkayên înkar û îmhayê yên li Tirkiyeyê. Bi taybetî bûyerên li Îran û Rojhilat hevsengiya herêmî guhert. Divê ev bê dîtin.”
‘CÎHAN CÎHANA BERÊ NÎNE’
Mehmet Karakûş diyar kir ku hevsengiyên herêmî û global guherîne, feraseta netewe dewletê ya klasîk weke berê nikare dewam bike û got, “Cîhana îro ne ya salên 1900’î yan jî destpêka 2000’î ye. Di demekê de ku cîhan jinûve tê dîzaynkirin, nepêkan e ku mirov bi rêbazên berê tevbigerin. Dawiya dawî hêzên herêmî wê neçar bimînin ku li gorî rastiyên nû tevbigerin.”

