Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Nivîskar Mehmet Karakûş diyar kir ku sedema esasî ya rêveneçûna pêvajoyê ew e ku têkildarî statuya Rêber Apo gavên hiqûqî nayên avêtin û got, “Heta ku statuya Rêber Apo neyê naskirin pêvajoya aştiyê bi pêş ve naçe.”
Aktîvîsta “Hewldana Jinê ya Pêwîstiya min bi Aştiyê heye” Dîlek Başalan destnîşan kir ku ew hewl didin aştiyê bikin rojeva xwe ya bingehîn.
Serdana şehîdgehan û pîrozbahiyên cejna Qurbanê yên li bajarên Kurdistanê wê bêne şopandin.
Li gorî rapora FutuRaM’ê, li Ewropayê bataryayên kevn, bermahiyên elektronîk, wesayitên xerabûyî û bermahiyên avahiyan dikare zêdeyî nîvê pêwîstiya madeya xav a krîtîk a parzemînê heta sala 2050’î tedarik bike.

