Lokman Akbaba yê sala 1995’an de hatibû girtin piştî 31 salên ragirtî ji Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmar 1 a Amedê hat berdan û bi girseyî hate pêşwazîkirin. Lokman Akbaba kesên ji bo pêşwazîkirinê hatine silav kir, cejna girseya hatiye pêşwazîkirinê pîroz kir û dû re kevok firand. Piştî pêşwazîkirinê Lokman Akbaba û malbata wî ber bi Mêrdînê ve bi rê ket.
Lokman Akbaba ku derbasî warê xwe navçeya Qoser a Mêrdînê bû ji aliye malbat, TUAY-DER, TUHAD-FED’ê û xizmên xwe ve bi tilîlî, çepik û bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hat pêşwazîkirin.
DER HEQÊ LOKMAN AKBABA DE
Lokman Akbaba di sala 1995’an Edeneyê hate bincavkirin û DGM’a Konyayê hate darizandin. Lokman bi dorê li girtîgehên Edana, Konya, Enqere, Kirikkale, Erzurum, Tekîrdag, Amed T1, Amed D û herî dawi jî Girtgîhe Hejmar 1 a Ewlehiya Bilind Amedê hate ragirtin. Lokman Akbaba ji heman girtîgehê îro hat berdan.

