Çarşem, 3 Îlon 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 2’Ê ÎLONA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derbarê Bakirhan, Ozel û 4 parlamenterên din de fezleke hatin vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hewldana astengkirina şîna şehîd rastî bertekê hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê daxuyaniya 1’ê Îlonê: Aştî mafek e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji baroyan peyama sala edlî: Destûreke bingehîn a nû ya demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştgiriyeke din ji bo banga Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîd Rahîme Xebat li ser gora xwe hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Iraqê peyama 1’ê Îlonê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Divê ewilî komîsyon bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Guleç: Şewitandina çekan wê neyê wê wateyê ku meseleya Kurd çareser bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Çiya Rizgar şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rapora MKG’ê: Pênc rojnamegerên jin hîn jî girtî ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nîjeryayê bi îdîaya ‘heqareta li pêxember’ jinek hate şewitandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê atolyeya qirkirina jinan: Divê jin pêşengiya pêvajoyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Îlonê ya Newaya Jin derket: Aştiya jinan parastina jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îtalyayê hemwelatiya fahrî dan sê jinên ku cezayê îdamê lê hatine birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan xutbeyên Diyanetê protesto kirin û serlêdana sûc kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Çand û Hunera Kurdî ya li Belçîkayê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê bi hezaran kes li hev kom bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagenê Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Belçîkayê Festîvala Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê wê dibistana muzîkê were vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Awazên Çiya bi ‘Dara Jiyanê’ Cejna Vejînê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Mîrateya Mordem
Kurdistan

Mîrateya Mordem

Rêçên ku heval Mordem li van çiyayan li dû xwe hiştine tu caran winda nabin. Weke rehên çinarekê mîrateya wî jî xwe berdane kûrahiya xakê; li gel şaxên xwe yên ku berê xwe dane pêşerojê wê berxwedana gelê me xurt bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Îlon 2025 Dema xwendinê: 25 dq.
Parvekirin

11’ê Tebaxê… Xebereke nexweş hat; dilê me şewitand, xebereke ku cerg û mêlakên me êşand. Hemû kesên ku wî nas dikir û carekê jî be navê wî bihîstibe ji vê xeberê gelekî xemgîn bûn. Bi berxwedêriyeke layiqî dîroka azadiyê, şehadeta fermandarekî yek ji pêşengê berxwedana herî biheybet û dûr û dirêj… Em hemû bi vê şehadetê gelekî xemgîn bûn.

Piştî vê şehadetê di serî de malbata wî ya hêja ez sersaxiyê ji hemû gelê me û hevrêyên wî re dixwazim.

Yek ji faktora herî girîng a kesayeta Heval Mordem afiradiye û sekneke tu caran nadehibe lê zêde kiriye, exlaq û nirxên ji malbata xwe standibûn. Di nava malbateke xwedan nirxên têkoşînê mezin bû. Tevlîbûn û şehadeta mamên wî rêya jiyana wî diyar kirin. Dema ku hê di temenê xwe yê ciwan de li Îzmîrê li cem bavê xwe kar dikir jî ji aliyekî ve hewl dida tevgera mirovahiyê ya mezin nas bike û ji aliyekî ve jî hewl dida ku bibe perçeyeke vê têkoşîna birûmet. Hevrêyekî wisa bû ku exlaqa xwe bes ne weke mîrateyekê, di sekna jiyana xwe de tim û tim ji nû ve ava dikir. Ji ber vê yekê em minetdarê malbata wî ne ku ji bo gelê me ewladekî wisa hêja mezin kiriye.

AMANOS

Min di destpêka sala 2008’an de heval Mordem nas kir. Wan deman ji perwerdeyên Hêzên Taybet ên herî dijwar derbas bûbû; hevrêyekî wisa bû ku jixwe xwe bi sekna xwe, çanda xwe û zanîna xwe dabû îspatkirin. Dema ku bi komeke hevrêyên xwe re hatin Amanosan,  li dû wan çîroka rêwitiyeke dijwar hebû. Tevî hemû astengiyên dijmin û rîskan jî ji bo ku xwe bigihînin armancên xwe bi israr rêwitiya xwe domandibûn. Dema dest bi rêwitiyê dikin, tevî ku agahiya ku wê komek derkeve hatibû jî vê yekê bi tu awayî di rêwitiya wan de dudiliyek neafirandibû. Hatina wan a ji bo Amanosan, ji xwegihandina jirêzê wêdetir; serkeftina xwebexşandin û azweriyê bû.

Di nava koma hatî de kesê ku herî zêde bal dikişand, herî zindî û bi kelecan heval Mordem bû. Çawa ku hat bi hemû kesan li hev kir; weke ku bi salan bû li wir bû û bêyî ku wext derbas bibe dest bi pratîkê kir. Min hevalên din ên hatîn, beriyê wê nas dikir, min bi tenê heval Mordem nas nedikir. Sekna wî wisa jixwebawer û bi biryar bû ku gelekî bandor li mirovan dikir. Di suhbetekêde me ji hevalên koma hatî re digot; ‘’Tekane fêdeya we ew e ku we heval Mordem bi xwe re aniye, jixwe hûn jî bi zor û zehmet hatine’’ û me henekên xwe li wan dikir. Wan jî got: ‘’Ge ew nebûna belkî me nedikarî em werin. Di tevahiya rêwitiyê de alîkariya her kesî kir; dema ku me nedikarî em bimeşin, barê me hildigirt, li hemû cihên bêhnvedanê wî hemû kar dikirin û kontrola derdorê jî dikir.’’

Ji rêwitiyeke dijwar û dirêj hatibûn. Nêzîkî bîst rojan tê heval li ser rêya wan nebûn. Ev yek her çend bi awayekî fîzîkî û derûnî zehmet jî be hewce ye mirov di armanca xwe de bi israr be û hêza xwe ya biryarê tim zindî bigire. Hin zehmetiyên rêwitiyan hene; carna derbaskirina astengiyên rû didin, nêzîkatiyeke fehmbar û fedekar hewce dike.

‘GER MORDEM NE LI CEM ME BÛYA ME NEDIKARÎ EM WERIN’

Ji aliyekî ve zor û zehmetiyên erdnigariyeke ku nas nakin û ji aliyekî din ve jî operasyonên li ser rêya me û hewcedariya ku divê em li ser kemînên dijmin bêyî rêçekê bihêlin û dengekî derxînin, derbas bibin… Di rewşên bi vî rengî de carna nêzîkatiya hevalekî çarenûsa komê diyar dike; bi sekneke rast zor û zehmetiyan kêm dikin û wan derbas dikin.

Heval Mordem jî di rêwitiyê de tim fedekariya xwe derketiye pêş. Belkî jî ji ber vê yekê hevalên wî gotibûn: ‘’Ger Mordem nebûna me nedikarî em werin.’’

Tişta ku mirovekî li hemberî zor û zehmetiyan ev qasî  berxwedêr dike, çi ye? Bi ser de jî di pêngavên yekem de yên ber bi qadên şerî ve tişta ku vê hêzê dide çi ye? Çawa dibe ku mirov ji zor û zehmetiyên ku beriya niha qet nedîtine bi cesareteke mezin bi ser wan de diçe û wan derbas dike?

Ev hemû ji dilsozî, hezkirin û xwebexşandina hevrêtiyê derdikevin holê. Hevrêbûn, ‘’hevalbûn’’; di jiyana mirovan de jiyîna li gorî armancan û îradeya xwebexşandina ji bo van armancan hewce dike. Rê çend nexweş be jî berbangê sibehê ew êş tune dibin.

‘BERIYA MIN KÎ BÎRANNÊN XWE HIŞTIN LI SER VAN ŞIVERÊYAN?’

Ji ber vê yekê di nava PKK’ê sînorê tiştên ku mirov bike, tune ye; tişta ku rêwitiya tevî sînorên hatine xêzkirin dide domandin jî dilsoziya ji nirxên berê re ye ku bi ked û zehmetiyên mezin hatine afirandin.  Rêç û dengên ku hevrêyên beriya te li ser wan şiverêyan hiştine, hem rênîşanderiya te dikin hem jî di rêwitiyeke li ser erdnigariyeke biyanî de ji te re dibin ronahî. Dema ku mirov cara ewil ji şiverêyekê derbas dibe û bêhna xwevedide teqez vê yekê difikire; ‘’Gelo beriya min kî û kî li ser van şiverêyan rêçên xwe hiştine?’

Pratîka li Amanosan ji aliyê fîzkî ve pratîkeke wisa ku mirovî gelekî diwestîne. Ne qadeke wisa ye ku mirov zû bi zû adapte bibe. Ev bes ji zor û zehmetiyên fîzîkî pêk nayên; di heman demê de qadeke wisa ye ku mirov şerê taybet ê dijmin hemû caran hîs dike. Mirov guhdariya kîjan radyoyê jî bike jî gotineke dostane nabihîze. Mirovên ku derdikevin li pêşiya te bes ew kes in ku te ji propogandaya TRT’ê nas dikin. Mirov di hemû pêngava xwe de dizane ku ew li ser erdnigariyeke biyanî ye.

Carna mirov hêrs dibe ku civakek ev qasî zêde hatiye manîpulekirin. Lê belê mirov li rastî çend zor û zehmetiyan were jî di dema bêhnvedanekê de di awirên hevrêyên xwe de wan ji bîr dike. Piştre dikene; piştre jî rêyên dirêj dibin vediguherin wextî. Êdî tu jî pêngavên dîrokekê diavêjî.

Bi qasî ku min heval Mordem nas dikir, min fêm kir ku adapteyî tiştên hêsan nedibû; xwe tim ji şert û mercên herî dijwar re amade dikir. Me birçîbûn, têhnîbûn, êşên xwe, kêfxweşiyên xwe û kenê xwe bi bîranînên hevrêyên ku ne li cem me re parve dikir. Byî bîranînê em derbas nedibûn.  Wext wisa dirêj bû ku carna weke bêdawî bû.

Li cem mirovan hin hest hene ku bes dema bi hevrêtiyê re tên parvekirin, watedar dibin; wisa ye ku mirov peyvên ku wan biêv bike, peyda nake. Bi xemginiya veqetna ji van hevrêyan ku di jiyana min de xwediyê cihekî girîng in, beriya dema hevdîtina li gel xwe her tişt tevlihev dibû.

Li dora agirê bi şev hatî pêxistin, dema me destên xwe germ dikir û şeva xwe ronî dikir çirîşkên ku ji agirê daran belav dibûn… Bîranînên têr û tije, ken, parvekirin, xeyal… Di nava şeva dirêj dibe de xewneke rastîn dida jîyîn. Min ê piştre fêm kiriba ku tiştên ku min bi van hevalan re parve kirine, cewhera jiyanê bûne. Kî û kî derbas bûn li ber vî agirî; bi stranên ji dengên zîz…

Heval Mordem, ji me gelekan jêhatîtir bû. Ev ne dana Xwedê ye; tecrûbeyên bi ked û hewlên mezin bû. Di deemeke kurt de qad nas kir û bû fermandarekî wisa ku bi serê xwe biryaran bistîne.

Meraqa her tiştî dikir. Ji taktîkên dijmin bigirin heya terza operasyonan, pêwendiyên girseyê heya bikaranîna qadê ya stratejîk dixwest hemû hurgiliyan hîn bibe û bide hînkirin. Bi ser de tişta ku hîn dibû bi lez di pratîkê de jî nîşan dida. Di çalakiya xwe ewil de afirînerî û tecrûbeyên xwe yên teknîkî nîan dane û li qada ku dijmin li wir gelekî ji xwe bawer dikir, karî çalakiyê li dar bixe.

Di hemû qadên jiyana xwe de pêşengekî xwezayî bû. Dema diçû yekem çalakiya xwe, her çend beriya wî gelek hevalan ew hedef dîtibe jî wî, lêxistina vê hedefê di mejiyê xwe de pêk anîbû.

Amanos, yekem tecrûbeya wî ya mezin bû. Şer, ew der e ku ruhê mirovî tê ceribandin; tirs û hêvî bi hev re rûyê xwe nîşan didin. Li vir bes ne hêza mirovî ya fîzîkî, divê wêrektiya însanan ya herî kûr jî derkeve holê.

Şerekî ku her guleyek însanan bi mirinê re rûbirû dike, her teqînek dawiyêli jiyana hinekan tîne, hin kesan ji însanên din cuda dike. Ev kes ji tirsên xwe derbas dibin; ji parastina hin kesên din, ji bo azadiya xwe û ji bo parastina nirxên xwe yên hatine afirandin cesareteke mezin nîşan didin.

Li vir hîn bû ku mana li ser piyan a di şert û mercên şerî de û  yekbûna bi hevrêyan re a li hemberî zehmetiyan tê çi wateyê. Dizanî ku tekane rêya mirov li hemberî dijmin li ser piyan bimîne, hevrêtiya xurt e. Ev dilsozî di kesayeta wî de veguherî prensîba jiyana wî ya ku tu caran jê tawîzê nede.

Hemû hevrêyên wî gelekî jê hezdikirin û jêre rêz digirtin. Aha ji ber vê taybetmendiya xwe xwedî sekna şoreşgeriya mezin bû. Nêzîkî çar salan li Amanosan ma; beşdarî hemû pratîkan bû. Vê pêvajoyê hem ji aliyê leşkerî ve hem jî ji aliyê taktîkî ve ew gelekîpêş xist. Êdî li pêşiya me fermandarekî ku dizane çi dike, ji xwe bawer dike û xurt heye.

Piştî ji Amanosan vegeriya di asta rêveberiyê de di nava Hêzên Taybet de erkdar bû. Tam serdema gurbûna şerê gel ê şoreşgerî bû. Heval Mordem, dixwest tecrûbeyên xwe veguherîne pratîkê.  Dibistana Operasyonê ya Şehîd Pîrdogan di vê serdemê de hate avairin. Dibistanek bû xala hevdîtina hevrêyên ku li ser xeta fedaîbûnê, di nava lêgerînê de û xwe ji Rêbertîû şehîdan re bexşandine.

Di nava têkoşîna azadiya gelê Kurd de agirê ku di rojên herî tarî de, di dilê fedaîyan de geş dibe. Ev agir bes wan ronî nake; di heman demê de bi cesareta xwe hêvî û lêgerîna edaletê ya gelê wan jî ronî dike. Heval Mordem, ji van hevrêyên ku li warê fedaîbûnê perwerde dibin re, bi xwe nîşan da ku ceribandinên ji zehmetiyên têkoşînê girêdayî jiyanê ne û weke hevrêyekî mînak û fermandarekî pêşengtî kir.

Li ser rê û rêbazên perwerdeya heya niha dihatin sepandin, serê xwe êşand.  Bi rê û rêbazeke ku ji ya heyî derbas dike, bi rê û rêbazeke zanistî ya nêzîkatiyên klasîk li dû xwe dihêle xebatên dibistanê nirxandin, nîqaş kirin û ji bo ku nêrînên xwe pêk bîne gelekî ked da.  Nîşan da ku derbaskirina kêmasiyên di perwerde û pratîkê de, bi rêya têkoşîneke girêdayî rûniştandina xeta gerîlayan a rast  û bi refleksên li gel hevrêyan re pêkan e. Perwerdekirina hevrêyên fedaîbûnê dijîn û wê disepînin û amadekirina wan weke qadeke sereke ya serkeftina şerî nirxand û bi vî awayî ya nû afirand.

Hevrêyên ku ji vê dibistanê derçûn, bûn milîtanên ku li hemû eniyên şerî bi fedaî li ber xwe didin. Heval Mordem, weke fermandarê dibistanê  li gel ekîba serdemê ya fermandariyê sînerjiyeke bi hêz afirand. Piştî sala 2013’yan xebat veguherîn rewşeke sîstematîktir.

Heval Mordem, di Akademiyên Şahîd Huseyîn Mahîr de jî fermandarî kir. Li vir ji bo xurtkirina hevrêtiya xwe kedên mezin dan.  Bi xwe jî tim hîn dibû, xwe di warên taktîk û teknîkê de nû dikir. Her tişt bi hûrgilî lêkolîn dikir û biserûberiya wê pêk dianî.  Ji bo mayîndebûna hemû karên dihat kiri, belge amade dikirin û ew arşîv dikirin. Hewl dida hemû tiştên hatine kirin ji bo yên li dû xwe bihêle. Bi qaliban nêzîk nebû, dogmatîk nebû; ji bo ya nû û cuda derxîne holê tim û tim hewl dida.

Di pêvajoya navbera 2013-2015’an de ji wan kesan bû ku gîrokirin û planên dijmin ên tasfiyekirinê herî baş dît. Ji bo pêşwazîkirina bi awayekî xurt şerê dijwar ê ku di demeke nêz de dest pê bike, di nava hemû amadekariyan de cih girt. Li ser mijarên perwerde, mewzîgirtin û taktîkî bi şev û roj xebitî.

Di xebatên akademiyê de li gel hevrêyên xwe CûmalîÇorûm, Norşîn Efrîn û Bawer Xebat di warên îdeolojîk û leşkerî de şer û jiyana hêza fedaî şênber kir. Di serdema têkoşîna nû ya piştî şehadeta Şervan Varto dest pê kir de weke dilsoziya ji bo hevrê û şehîdan kete nava lêgerînên ku li qada pratîkê berpirsiyariyan bigire ser milên xwe.

Çawa ku hevrêyên piştî perwerdeyan li gorî ruhê berxwedanê di nava têkoşîneke guncav de cihê xwe digirin, heval Mordem jî di nava vê yekê de cihê xwe girt. Piştî xebatên akademiyê li Avaşîn fermandariya eniyê girt ser milên xwe û beşdarî pratîkê bû. Li wir jî weke fermandarekî hevrêyên xwe motîve kirin, ew ji şerî re amade kirin û bi sekna xwe ya pratîkî ji hemû hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêz û îlhamê.

Dema ku vegeriya navendê jî weke erka dawîn di nava xebatên biryargeha navendî de cih girt.

Ez dikarim vê yekê bi rehetî bibêjim ku; li qada pratîkê û li qadê  yek ji wan hevrêyan bû herî zêde kartêkeriya wî çêbûye û bi têkoşînê re yekbûnek ava kiriye. Ked, piştgîrî û hewla wî tim li herî pêş bû.

Dijmin piştî niviya sala 2016’an, li hemberî hemû qadên gerîlayan beş bi beş operasyon dane destpêkirin. Armanca dijmin a sereke, herêmên gerîlayan ên sereke bûn. Li gel berfirehbûna operasyonan hewcehiya ji bo îradeya fermandariyê û pêşengtiyeke bihêz jî zêdetir dibû. Hewceyîbi pêşengên ku vê berxwedanê bigihînin serkeftinê û nehêle dijmin gavekê jî bi pêş ve biavêje, hebû.

Vaye heval Mordem, bi salan bû xwe tam jî ji bo vê yekê amade dikir. Ji ber wê yekê ez dikarim vê yekê bibêjim: ‘’Zû bi zû tetmîn nedibû. Hemû erk û berpirsiyariyên xwe bi serkeftî bi cih dianîn. Di hemû xebatên bi rê ve dibir de roleke cidî dilîst. Lê belê tu caran nedogot ‘bes e.’ Çima? Ji ber ku dizanî xwediyê wê hêzê ye ku dikare ya zêdetir bike, xwediyê wê îrade û kûrbûnê ye ku bikare berpirsiyariyên mezintir bigire ser milên xwe. Haya wî ji hêz û îradeya wî hebû.’’

Dema ku bi taybet operasyo li Zap, Metîna û Avaşîn zêde bûn, di pêvajoya krîtîk de ku êrîşên dijmin zêde bûn heval Mordem Fermandariya Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi rê ve dibir. Çeka xwe çenteyê xwe dan pişta xwe û bêy dudilî berê xwe da qada şerî. Çûna wî her tiştê li wir guherand.

Wî hevrêyên li wir û sekna hêza fedaî ya li hemberî dijmin, lêgerînên wan ên çalakiyê ji nû ve dirûvandin. Li gel wî, pêvajoyeke ku pratîk û çalakî her roj dikevin nava hevdûdu dest pê kir. Wisa ku her roj çalakî dihatin lidarxistin. Pêşwazîkirina dijmin ya li cihê hatî; ji bo pûçkirina planên dagirkirinê û şikandina îradeya dijmin bi hemû hêz û kesayeta xwe li ber xwe da.

HEYBETTIRÎN BERXWEDANA DÎROKA ME

Aha ev şer, berhema têkoşîna bi taybetî ev çar sal in tê meşandin, bi bedêlên mezin berdewam dike û rê nade dijmin ya wî û hevrêyên wî ye.  Vê yekê lûtkeya herî bilind a dilsoziya ji bo Rêbertî, şehîdan û gel nîşan dida. Pratîkeke şerî ya lehengî û ya  her roj destaneke şerî dihat nivîsandin, derket holê. 

Li vir fermandarên pêşeng roleke diyarker lîstin. Ger li deverekî hevrêyên weke heval Mordem hebin, dijmin nedikarî li wir xwe bigihîne armanca xwe; asê dima. Planên têkildarî tasfiyekirina gel û Tevgerê nediçûn serî. Ev berxwedan bû yek ji berxwedana dîroka me ya herî dirêj, mezin û bi heybet.

Şerekî wisa bû ku dijminî hemû derfetên xwe yên teknîkî seferber kiribûn. Dewleta Tirk her çend di vî şerî de asê dima neçar dima ku ji NATO û hevalbendên xwe yên herêmî zêdetir piştgiriyê bistîne; ji ber ku bi awayekî din nedikarî li hemberî vî şerî pêngavekê jî bi pêş ve biavêje.

Ji ber vê yekê ev şer, di parastina Kurdistanê de xwedî roleke gelekî girîng bû. Berxwedana li vir hate nîşandan, berxwedaneke bêhempa û destanî bû. Û di vî şerî de sekna hevrêyan ya bêhempa bi xwe re serkeftin anî. Dijmin ji ber vê yekênekarî pêş bikeve û li cihê xwe sekinî.

Di sala 2016’an de dijmin ji hêza xwe yateknîkî û piştevaniya ji NATO’yê  bawer kir û propogandayên weke; ‘’Wêbihara bê êdî navê PKK’ê neyê bilêvkirin, em ê wê tune bikin’’ yên gelekî jixwebawer kirin. Lê belê pratîka derketî holê, bi taybetî jî ev şerên dawiyê rastiya ku dijmin têk çûye û neçar maye ku bi paş ve gav biavêje, derxistixtin holê.

Dema ku heval Mordem derbasî tunelên şer bû, dizanî ku şerê herî dijwar wê di bin şert û mercên her zehmet de li wir pêk were. Çimkî beriya wê jî li wir berxwedan hebûn.  Berxwedana efsanevî ya heval Cûmalî Çorûm a li Werxelê ku bi salan li gel wî kar kir, ked da û bi şev roj li gel têkoşîn meşandibû, bandoreke mezin lê kiribû.

Tim li gel wî diaxivî, di nava nîqaşan de bû û di dilê heval Mordem de xwedîiyê cihekî mezin bû. Ew biryardariya ku hevrêya di pêvajoya herî dijwar de nîşan dabû, berê heval Mordem dabû berdewamkirin û pêşvebirina heman biryardariyê ya li Eyaleta Şehîd Delîl ya Rojavayê Zapê.

Dijminî di vî şerî de serîli hemû rê û rêbazan da. Hemû teknîk û çekên ku di dîroka şer de derketine holê, bi rêya peymanên navneteweyî hatine qedexekirin li hemberî gerîlayan bi kar anîn. Bi kîmyasalan, bombebarandinên dijwar û teqînên li tunelên şer… Serî li hemû rê û rêbazan da.

Lê belê li hemberî dijmin îradeya Apoyî hebû; nirxên nuwaze yên hevrêtiya Apoyî afirandine hebûn. Aha vê rastiyê di şexsê fermandarên bi vî rengî de di şexsê heval Mordem de bi yek dil û bi mezinkirina berxwedanê watedar bû. Nîşanî her kesî dan ku ev berxwedan tê çi wateyê. Ev berxwedana ku li wir hate afirandin, heriya her tiştî abîdeyeke rûmet, bawerî û hevrêtiyê bû.

DESTANA ŞOREŞGEREKÎ

Jiyana heval Mordem, bes ne çîrokeke fermandarekî ye; di heman demê de destana hevrêyekî ku xwe bexşandiye têkoşînê û şoreşgerekî ku xwedî li rûmeta mirovahiyê derketiye. Ruhekîku li hemberî wan zor û zehmetiyan tu caran bi paş ve gav nediavêt û li hemberî van zor û zehmetiyan zêdetir xurt bû, hildigirt. Berxwedana wî, bes li hemberî hêza fîzîkî ya dijmin ne seknek bû; di heman demê de îdafeya herî şênber a sekneke îdeolojîk, baweriyekê û fedekariya têkoşîna azadiya gelê Kurd bû.

Mezintirîn mîrateya ku ji me re hiştiye, hêza hevrêtî û delîla zindî ya ku vê hevrêtiyê di şert û mercên herî dijwar de jî çawa berê xwe dida, serkeftinê ye. Wî di hemû çalakiyên xwe de, di hemû biryarên xwe de û di hemû kêliyên ku li nava çavên hevrêyên xwe dinêrî de hêza dilên ku ji bo heman armancê diavêjin, nîşanî me hemûyan da. Naskirina hevrêyekî wekî wî ji bo me rûmeteke mezin e.

Rêçên ku heval Mordem li van çiyayan li dû xwe hiştine tu caran winda nabin. Sekna wî fedaî, nirxên afirandine û bi taybet jî baweriya daye hevrêyên xwe wê di hemû pêngavên têkoşîna me de rêya me ronî bikin. Weke rehên çinarekê, mîrateya wî jî xwe berdane kûrahiya xakê; li gel şaxên xwe yên ku berê xwe dane pêşerojê wê berxwedana gelê me xurt bike.

Ez bejna xwe li hemberî heval Mordem û hemû şehîdên me ditewînim. Têkoşîna wan, wê di nava têkoşîna azadî û rûmetê de heya heyayê zindî bin.

Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û Fermandarê Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Mordem Çewlîk (Bûlût Kişin) dema ku li ser erk û wezîfeya xwe bû, di 11’ê Tebaxa 2025’an de  ji ber qezayeke li tunela şer tevlî karwanê nemiran bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hewldana astengkirina şîna şehîd rastî bertekê hat
Nûçeya Pişt re Li ser rêya Hesekê-Şedadê qezaya trafîkê: 12 kes mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di doza Campbell û Bêrîtan Silêmanî de biryar hat dayîn

Li Londonê doza derbarê rojnamevanê Îrlandî Mark Campbell û aktîvîsta jin a Kurd Bêrîtan Silêmanî…

Ji aliyê Stêrk TV

Qeyûm milkên ku ‘nayê firotin’ difroşe

Qeyûmê Şaredariya Akdenîzê ku beriya niha ji bo ”milkên nayê firotin" doz vekiribû, niha jî…

Ji aliyê Stêrk TV

14 baroyan Mansur Yavaş şermezar kirin

Baroyên Amed, Agîri, Êlih, Çewlîg, Bedlîs, Dersim, Colêmerg, Îdir, Qers, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Şehîd Rahîme Xebat li ser gora xwe hate bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Iraqê peyama 1’ê Îlonê weşand

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Tulay Hatîmogûllari: Divê ewilî komîsyon bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Guleç: Şewitandina çekan wê neyê wê wateyê ku meseleya Kurd çareser bûye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?