Sêşem, 31 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şaredarê Uşakê Ozkan Yalim hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo rojnameger Uludag heta 19 sal û 6 mehan hefs tê xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama Rêber Apo wê sibê were ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yekîtiya Ciwanên Dijî Şerê Emperyalîst: Têkoşîna me ji Kızıldereyê ve berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    YE’yê cezayên li ser Îranê dirêj kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kesên li Kizildereyê hatin qetilkirin hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nobeta Mexmûrê 983 roj in didome: Rojbûna Rêber Apo pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ARSÎSA ku perwerdeya Kurdî dide, cezayê pere hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan û aktîvîstên Şengalî: Divê parastina Êzidiyan û rêveberiya wan hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navê hebûna bi kedê: Harûn Cûdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT-Amerîka: Li Kurdistanê di mehekî de 474 êrîş pêk hatin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin wê di 4’ê Nîsanê de li ser aştiyê biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Tirkiyeyî hîn jî zexta li jinên Kurd tê kirin nabînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûniştina dozê ya Ayşe Gokkan carek din taloq bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Mîrateya Zîlan: Ji Zapê heta bi Rojava agirê azadiyê -III
Kurdistan

Mîrateya Zîlan: Ji Zapê heta bi Rojava agirê azadiyê -III

Bermal (Guler Ortaç) ku sala 1967'an li Yolagzi ya Êlihê ji dayik bû, li nava malbateke welatparêz mezin bû. Bermal ku jineke wêrek û têkoşer bû, sala 1988'an tevlî nava PKK'ê bû. 29'ê Cotmeha 1996'an li Sêwasê di çalakiya fedaî de şehîd bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Têkoşînên azadiyê bi fedakarî û biryardariyê herikîna dîrokê diguherînin. Ruhê berxwedanê yê ku Zîlan pêşengî jê re kir, di nava Tevgera Azadiyê ya Kurd de bû sembolek. Şehîd Bermal bi çalakiya fedaî re ku 29’ê Cotmeha 1996’an li Sêwasê pêk anî, bendek ji agir li dora Rêber Apo danî. Şehîd Bermal ku bi wêrekî û dilsoziya xwe hêviya li Kurdistanê geş kir, ji Zapê heta bi Rojava li dijî mêtingeriyê mîrateyeke nemir a agirê azadiyê li pey xwe hişt.

Şehîd Bermal (Guler Ortaç) sala 1967’an li gundê Yolagzi yê Êlihê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Malbata wê xwedî kevneşopiya serhildêr a Kurdistanê, ruyekî berxwedêr ê li dijî mêtingeriya Tirk bû. Hîn yek salî bû malbata wê koçî navenda Êlihê kir. Li nava malbateke welê mezin bû ku demokrat bû û ji têkiliyên feodal rizgar bûbû. Hişmendiya welatparêziyê zû nas kir û bi vê hişmendiyê karakterê wê ava bû. Weke jineke Kurd a wêrek, jêhatî, têkoşer û fedakar mezin bû.

Li nava malbateke ji ruhê serhildêr ê Yolagzi mezin bû. Malbata wê salên 1970’î PKK nas kir û karakterê xwe yê têkoşer bi hişmendiya partiyê mezin kir. Bû xwedî kesayeteke serbixwe. Hîn biçûkanî li cihê xwe nedisekinî, li ber zarokên mêr radibû, zarokeke wêrek bû. Dibistana seretayî qedand û dest ji xwendinê berda. Bi bandora welatparêziya malbatê û hevrêyên ku diçûn mala wan, zû mezin bû. Di 13-14 salî de bi bindestiya li Kurdistanê û zilma pergala mêtingeriyê hesiya. Fêhm kir ku rizgarî bi partiyê dibe û dilê xwe da vê rêyê.

Bermal yeka hişk lê ewqasî jî dilnerm bû, bandoreke mezin li derdora xwe dikir. Sala 1985’an Nûman Bagci nas kir û xwest bi rengekî çalak tevlî partiyê bibe. Têkiliyên kevneşop ên malbatî û jin-mêr red kir û ji bo jiyaneke azad têkoşiya. Malbata wê li pêşberî vê sekna wê ya bi wêrekî biryar da ku wê bizewicîne, lê belê şehîd Bermal got, ‘Di dilê min de cih ji hezkirineke din re nîne’ bal kişand ser eşqa xwe ya partiyê. Sala 1988’an tevlî partiyê bû. Mal ji bo wê tenê stargehek bû; mala wê ya esasî refên têkoşînê bû.

SALÊN TÊKOŞÎNÊ: BILINDBÛNA JIN A SERHILDANÊ

Salên 1987 û 1988’an beşdarî nava karên partiyê bû. Sala 1989’an li Amedê hate girtin û demekê li zindanê ma. Zindan ji bo wê bû dibistaneke têgihiştinê. Berxwedana Mazlûm, Kemal û Xeyriyan fêhm kir, got ‘Dilsoziya bi partiyê, Rêbertî û şehîdan yekane rêya jiyanê li Kurdistanê ye’. Dema ku hate berdan di bin gefên kontrgerîla de kar kir. Ji ber zehmetiyên aboriyê sala 1989’an li Febrîqeya Tekel a Êlihê dest bi kar kir. Li vir jî nesekinî; karkerên jin bi rêxistin kir, ji bo gerîla û zindanê piştgirî kom kir. Bi dilgermî û berpirsyariya xwe bal kişand.

Piştî ku 4 salan xebitî bi rewşê hesiya û ji herêmê çû. Di vê demê de kekê wê Faîk Ortaç û xwarziyê wê Çetîn Abayay ji aliyê kontregerîla ve hatin qetilkirin. Gef li wê jî dihate xwarin. Di Newroza 1990’î de kevirê destpêkê avêt polîsan, agirê serhildanê dada. Weke ‘Keça Serhildanê’ hate pênasekirin û li her taxê bû Xwişka Şukran. Ji aliyê gel ve hate hezkirin, ji her malê re bû hevrê, ji her dilî re bû hêvî. Sala 1992’an dema ku li gundê Sabe 3 gerîla hatin qetilkirin, gel bi rêxistin kir, bi sînga fermandarê dijmin girt û got, ‘Ya tu yê me jî bişewitîne ya jî şehîdên me radest bike’. Dijmin ji tirsa paşve gav avêt.

ZINDAN Û ÊŞKENCE

Di navbera salên 1990 û 1993’an de pênc caran hate girtin, êşkence lê hate kirin lê belê dest ji berxwedanê beneda. Gelek şêweyê êşkenceyê dît. Da ser şopa Kemal Pîr ku gotibû, ‘Ji jiyanê ewqasî hez dikim ku di oxira wê de dikarim bimirim’. Got, ‘Bedena min parçe bikin jî ez ê xiyanetê nekim’. 40 rojî li hemberî êşkenceyê li ber xwe da û dijmin xist ser rê. Milê wê yê rastê, hestiyên sînga wê şikestî, bedena wê felçbûyî ji zindanê derket. Di Nîsana 1993’an de li Eyaleta Xerzanê tevlî nava refên gerîla bû. Ji ber hin nexweşiyên fîzîkî hem tedawî dît hem jî ji bo karên gel ji Edeneyê re hate şandin. Di Tebaxa 1995’an de çû Dersimê.

Di vê navberê de di Konferansa Neteweyî ya 4’emîn de ji bo çalakiyên fedaî bêne kirin biryar hate wergirtin. Li Dersim û her goşeya Kurdistanê li dijî gel polîtîkayên hovane yên dijmin dihatin meşandin. Şehîd Bermal ev biryar destpêkê di kesayetiya xwe de xist meriyetê û zanîbû ku tenê bi vî rengî dikare bi ser bikeve. Li hemberî êrîşên hovane yên dijmin û komkujiyan, biryar da ku çalakiya fedaî bike. Zanîbû ku pêkanîna vê çalakiyê bidestxistina ruhê demê û têkoşîna partiyê ye. Di nava mirinê de dixwest jiyanê biafirîne û dilsoziya xwe ya bê dawî ya bi Rêbertî, şehîdan û gel bi rengê herî xurt nîşan bide.

ÇALAKIYA FEDAÎ KIR

Şehîd Bermal di rapora xwe ya têkildarî çalakiya fedaî de hestên xwe yên ji bo Rêber Apo bi vî rengî anîbû ziman: “Serokê min ê hêja! Ez bi hemû hebûna xwe, xwe fedaî gelê xwe bikim jî li pêşberî ked û hewldanên we ne tiştek e. Xwezî ji canê min bêhtir tiştek hebûya ku min bida vê têkoşîna pîroz. Daxwaza min a herî mezin ew bû ku we bibînim, biaxivim û tevlî perwerdeya we ya pîroz bibim. Derfetê vê yekê bi destê min neket. Lê belê bi fermanên we, bi analîzên we, min ji nêz ve we hîs kir. Çi kêfxweşî û serbilindî ye ku hûn rêberê têkoşînekê ne ku bi hezaran mirov di her kêliyê de dikarin di oxira wê de canê xwe feda bikin. Em xwedî rêberekî welê ne ku li hemberî dijminên herî mezin ên cîhanê em ji destpêkirina şerekî bê eman natirsin û li ber her cûre neheqiyan radibin.”

29’ê Cotmeha 1996, li Sêwasê roja ‘Cejna Komarê’ ya dewleta Tirk. Bombe li bedena xwe pêçand û amadekariyên xwe temam kir. Li gel hevrêyê xwe Kendal berê xwe da qada ku çalakiyên cejnê dihatin lidarxistin. Armanca xwe ew bû ku çalakiyeke fedaî li wir bike. Lê belê dijmin ji ber ku ji çalakiyên beriya wê ditirsiya bû, li Sêwasê tedbîrên ewlekariyê wergirtibû. Li kolanên Sêwasê bi bêdengî meşiya. Lê belê li kontrolên dijmin aliqî. Polîs ji şehîd Bermal û Kendal kete gumanan, herdu jî binçav kir. Bermal ji ber ku çarşefa reş li xwe kiribû lê negeriya, bi bombeyên li ser wê nehesiya. Xwînsariya xwe ji dest neda, bi sebir sekinî. Polîs ew birin qereqolê, ji wir jî ji bo lêpirsînê xwestin bibin şaxê têkoşîna li dijî terorê.

Wesayita polîsan hîn beriya bi rê bikeve şehîd Bermal biryar da. Bombe teqand. Wê kêliyê dem sekinî. Wêrekiya Bermal mirin jî hejand. Bi çalakiya fedaî di rêya şehadetê tevlî karwanê nemiran bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Schennach: Ji bo aştiyeke rasteqîn divê guherînên mezin bêne kirin
Nûçeya Pişt re ‘Serê keça min li ser sînga min bû, dema xatir xwest’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Divê gorên li Til Qirahê bên parastin’

Kombenda Efrînê ya Civakî bang li Neteweyên Yekbûyî, saziyên mafên mirovan û aliyên pêwendîdar kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Berxwedana Tişrînê li Reqayê hate silavkirin

Şêniyên Kantona Reqayê berxwedana li Bendava Tişrînê û QSD silav kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Muxalîfê Rûs Navalnî li girtîgehê mir

Li Rûsyayê, muxalîf Aleksey Navalnî ku li girtîgeheke li Cemsera Bakur di nava şert û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Nobeta Mexmûrê 983 roj in didome: Rojbûna Rêber Apo pîroz be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li ARSÎSA ku perwerdeya Kurdî dide, cezayê pere hat birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rojnamevan û aktîvîstên Şengalî: Divê parastina Êzidiyan û rêveberiya wan hebe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Navê hebûna bi kedê: Harûn Cûdî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?