Duşem, 24 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Roja yekem a sersaxiya Wanê bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’  bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Sara Reşîdî ya ku ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye revandin agahî nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Serhedê bi girseyî serdana sersaxiya şehîdan hat kirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya li Başakşehîrê bi dawî bû: Me şehîd spartin dilê xwe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: Em ê bi bîranîna şehîdan re dilsoz bimînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newala Qesaba bîra me û Egîd dîroka têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hatîmogûllari: Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk encama berdêlên hatine dayîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê li Geverê ji bo gerîlayên HPG/YJA Starê taziye were danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwan bi girseyî çûn serdana taziyeya li Wanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdan taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Divê ti kes bawerî bi notên sixte neyîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di taziyeya Parka Koşuyoluyê de xemgînî û têkoşîn di nava hev de bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Serê keça min li ser sînga min bû, dema xatir xwest’
Rojava

‘Serê keça min li ser sînga min bû, dema xatir xwest’

Di komkujiya ku tenê pênc meh piştî rizgarkirina bajarê Kobanê ji dorpêça DAÎŞ’ê pêk hat de, Zubeyda hem keça xwe û hem jî hevserê xwe winda kir. Wê şevê wiha vedibêje: "Peyva dawî ya Narînê dayê bû.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Di Komkujiya Kobanê de ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve di 25’ê Hezîrana 2015’an de pêk hat, nêzîkî 250 sivîl hatin qetilkirin. Êrîş çend meh piştî rizgarkirina bajêr ji dorpêça DAÎŞ’ê û di demekê de ku gel dest bi pêvajoya ji nû ve avakirinê dikir, pêk hat. Êşa ku wê rojê hatiye jiyîn heta roja îro jî kêm nebûye. Di salvegera komkujiyê de, şahidiya jineke bi navê Zûbeyda Ebdulkerîm Mustafa hem mezinbûna windahiyan û hem jî şopa berxwedanê eşkere dike.

Zûbeyda Ebdulkerîm Mustafa ya ku yek ji wan kesan e ku hem hevjîn û hem jî keça xwe di heman êrîşê de winda kiriye, wiha behsa bûyerê dike, “Me dengê guleyan nêzîkî banga sibehê bihîst. Ez tavilê ber bi mala xezûrê xwe ve bazdam. Keça min jî li wir dima, min berê xwe da keça xwe Narîn, min dît Narîn di nava xwînê de dilerize. Her kes li dora me kom bû.”

Zubeyda Ebdulkerîm Mustafa ji ber êrîşê çeteyan weke malbat xwe dixin hundirê wesayîtekê da ku xwe biparêzin, lê ew wesaît ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve tê gulebarankirin. Ew keç û hevserê xwe li ber çavên xwe winda dike. Dibêje, “Serê keça min li ser sînga min bû. Heta derengiya şevê em li bin cenazeyan bûn.” Zubeyda jî birîndar dibe. Dest û lingên wê perçe perçe bûne, lê ew sax dimîne û dibêje, “Ez nemirim.”

Zubeyda dibêje wê şevê, çeteyan cenazeyan bi lazeran kontrol dikirin da ku bibînin ka kî sax maye. Zubeyda dibêje ku wê li wir bêhna xwe girtiye, bê tevger maye û wisa rizgar bûye. Zubeyda dibêje, “Min xwe nelivand heta çete dûrketin.”

Serê sibê, ew bi halê xwe yê birîndar ber bi bajêr ve dimeşe û hewl dide xwe bigihîne şervanan. Di rê de rastî êrîşa kuçikan tê û xwe dixe wesayîtek û li benda rizgarkirinê dimîne. Dû re bi ambulansê ji bo dermankirinê dibin Bakurê Kurdistanê.

Lê dilê wê li Kobanî ma û dibêje, “Min keça xwe û hevserê xwe li pey xwe hişt û ez çûm.” Tiştê ku Zubeyda jiya ne tenê êşek kesane ye, sembola trajediyek hevpar e ku gelê Kobanê jiyaye.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Mîrateya Zîlan: Ji Zapê heta bi Rojava agirê azadiyê -III
Nûçeya Pişt re Ji birîndarên komkujiyê Bozan Kobanê qala komkujiya Kobanê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Hewlêrê qeyrana benzînê

Pênc rojin li Hewlêrê ji ber qeyrana benzînê ajokdar demek dirêj di sireyên benzînxaneyan de…

Ji aliyê Stêrk TV

Hejmara rojnamevanên hatin binçavkirin bû 6 kes

Hejmara rojnamevanên di operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin bû 6 kes.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amêdiyê goreke komî ya rejîma Baasê hate dîtin

Li gundê Mêrgetî yê navçeya Amêdiyê ya Duhokê goreke komî ya ji serdema rejîma Baasê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Tedmurê bombe teqiya: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo perwerdeyê daxuyanî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Îlham Ehmed û Mazlum Ebdî diçin Şamê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê şehîd Ronîcan Şêx Dawûd li Dirbêsiyê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?