În, 14 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Ciwanên ku li Amedê hatin girtin, divê demildest werin berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di bîranîna Komkujiya Dîgorê de peyama ‘aşitî girêdayî lêborînxwestinê ye’ hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla TV weşana xwe nû kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎSÎG: Meha Tîrmehê herî kêm 214 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan li 4 ciwanên binçavkirî xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê kolberek qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji PJAK’ê daxuyaniya Cejna Vejînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê Seîd Çomlek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji HPG’ê peyama 15’ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Tilizêrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê li pey şopa Heval Egîd bimeşin û meşa xwe heqîqetê bidomînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kurdistanê ziwabûn û bandora wê ya li ser civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Halîde Turkoglû: Di deste û komîsyonan de divê temsîliyeta jinê hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê di binê çavan de destdirêjî li aktîvîsta Alman hate kirin, TJK-E li ber rabû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Mîtînga Azadiyê: Her cih bû qada berxwedanê
Kurdistan

Mîtînga Azadiyê: Her cih bû qada berxwedanê

Gelê Kurd li Amedê ji bo xwedîderketina li îrade û Rêber xwe, ji bo şikandina tecrîdê ruhê xwe yê berxwedanê li her qadê nîşan da.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi dirûşma ‘Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê li hev dicivin’ hate lidarxistin, gel li Amedê li hev civiya. Di serî de Wan, Riha, Mêrdîn, Stenbol, Edene û Mersînê ji hemû bajarên Kurdistanê û Amedê girseya gel bi rê ket û berê xwe da Amedê. Li hemberî astengiyên li ser rê gel li ber xwe da û çalakiya rûniştinê kir.

Beriya mîtîngê kolanên Amedê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin, hemû rêyên ber bi Qada Stasyonê ve hatin girtin. Bi hinceta biryara qedexeyê ya walîtiyê astengî li pêşiya girseya gel hate danîn. Girse jî ji sê baskan ve li ber Lîseya Bîrlîk a li Rezanê, Eskî Hal a Sûrê û AZC Plaza ya li Yenîşehîrê li hev kom bû. Li hemberî dorpêça polîsan bi hezaran kes ji sê baskan ve çalakî kirin û dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Zindanan’, ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’, ‘Li dijî faşîzmê mil bi mil’ qîriya. Li ber AZC Plazayê li gel Hevseroka Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun ûçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, parlamenter, rêxistinên civakî yên sivîl, Dayikên Aştiyê bi hezaran kes li hev kom bûn.

RUHÊ BERXWEDANÊ Û CIWANTIYÊ

Ji deverên cuda yên bajêr ber bi AZC Plazayê çalakgeran dest bi meşê kirin. Li hemberî qedexe, astengî û hiqûqa dijmin, bajar veguherî çepera berxwedanê. Li her kolaneke Amedê şopa berxwedana bi heybet hebû. Hest û berxwedana her dirûşmê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Gelê Kurd li Amedê ji bo xwedîderketina li îrade û Rêber xwe, ji bo şikandina tecrîdê ruhê xwe yê berxwedanê li her qadê nîşan da. Bi taybetî ciwanan li hemberî qedexeyê dirûşma ‘Li hundir û derve em ê tecrîdê bişikînin’ bilind kirin.

Çîreokeke heqîqetê ya vê berxwedanê heye. Ev heqîqet dema ku mijar dibe Rêberê Kurdan nîqaş dide ku her qad dibe qada têkoşînê. Gelê Kurd careke din bi dirûşma ‘Ciwan fedaiyên Apo ne’ nîşan da ku xwedî li Rêberê xwe û berxwedana xwe derdikeve. Ji aliyekî ve hêzên ewlekariyê yên ku bi hiqûqa dijminatiyê radibûn bi binçavkirinê gef li girseya gel dixwarin, li aliyê din jî mîna li her qadê dayikên ku yekane daxwaza xwe aştî bû bi tilîlî û dirûşman ruhê xwe yê berxwedanê nîşan didan. Mîtîng hate qedexekirin lê belê nekarîn îrade û berxwedana gel qedexe bikin. Gelê Kurd her qad veguheran qada mîtîngê.

DIRÛŞMA ‘BIJÎ SEROK APO’ BÛ BERSIVEK LI HEMÛ ASTENGIYAN

Li ber AZC Plazayê jinan pankarta bi nivîsa ‘Jin dimeşin, tecrîd dişikê’ hildan û xwestin pankart bê desteserkirin. Jinan ji bo pankartê nedin li ber xwe dan û bi hinceta ‘propaganda’ kirine der heqê jinan de rapor hate amadekirin. Jinan nerazîbûn nîşanî vê biryarê dan û gotin, ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’. Li hemberî anonsa polîsan a li dijî girseya gel, bi dirûşma ‘Em ê li hundir û derve tecrîdê parçe bikin’ û bi çepikan dorpêça polîsan hate şermezarkirin.

Piştî ku hevserok û birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan ketin nava qadê, girseya gel dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qîriyan. Li hemberî hemû anonsên polîsan girseya gel tim û tim dirûşma ‘Zext nikarin bi me’ qîriya.

Bi demê re girseya gel a ji deverên cuda yên bajêr xwe gihand ber AZC Plazayê dirûşmên ‘Gerîla dimeşe, erd û ezman diheje’, ‘Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav’, ‘Bijî Serok Apo’ qîriya. Li hemberî anons û gefa binçavkirinê girseya gel bi gotina ‘Bi hezaran girtî û binçavkiriyên me hene, hûn kê ditirsînin?’ bersiv da. Girseya gel piştre wêneyê Abdullah Ocalan ê li ser rojnameyê hilda. her wiha bi çepikan piştgirî ji vê helwestê re hate nîşandan.

SEKNA BI BIRYAR A GEL

Piştî berxwedana ku bi saetan dewam kir, daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar daxuyanî da û got, “Pirsgirêka Kurd ew pirsgirêk e ku tê înkarkirin. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke ewlekariyê nîne, pirsgirêka statu û azadiyê ye. Kî wê çareser bike? Adresek li Tirkiyeyê, li Ewropayê heye? Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd muxatab Birêz Ocalan e. Ji fikir û projeyên Birêz Ocalan netirsin.” Girseya gel jî bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bersiv da van gotinan. Polîsan jî tim û tim hewl didan gotinên siyasetmedaran bibirin.

Gelê Kurd bi berxwedana xwe ya li Amedê re careke din raxist pêş çavan ku tecrîd û komploya navneteweyî têk çûye.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 14’Ê COTMEHA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Yilmaz: Êrîşên li ser Kurdî zêde dibin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Iraqê 2 kes ji ber germê jiyana xwe ji dest dan

Li Iraqê bandora germê ya mehên havînê careke din xwe nîşan da. Germahiya hewayê gihîşt…

Ji aliyê Stêrk TV

Neviya Seyîd Riza Zelîha Polat hate veşartin

Neviya Seyîd Riza Zelîha Polat ku ji ber nexweşiya kanserê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê Mûsa El Hemadî bi merasîmekê hat veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê Mûsa Mihemed El Hemadî bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdan a…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Ciwanên ku li Amedê hatin girtin, divê demildest werin berdan’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji PJAK’ê daxuyaniya Cejna Vejînê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê Seîd Çomlek jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Polîsan li 4 ciwanên binçavkirî xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?