Sêşem, 15 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 13’Ê TÎRMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokkomartiya Iraqê: Pêngava gerîla pêşerojê ronî dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    PÎK’ê şehîdên Komkujiya Geliyê Zîlan bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    2 girtî hatin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên nexweş divê azad bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Ramazan Kaya hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xizmên windayan li Colemêrg, Amed û Êlihê hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 2 gerîlayan konên sersaxiyê hatin danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenên amadekariya dawî ya ji beriya gava dîrokî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê rojnamevan Mirad Mîrza di salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çekên hatin şewitandin wê li Şikefta Casenê werin parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nasnameya gerîlayên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tundiya li nava malbatê zêde bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Meha Hezîranê meha jinên fedaî ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê li ser nameya Rêber Apo semîner hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwedawenda hêza jinên Êzidî: Xatûna Fexra

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hollandayê festîvala civaka dayikî: Zêdeyî 600 jin tevlî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê klîba ji bo bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsîlyayê 15’emîn Mihrîcana Ciwanan a Engîn Sîncer: Bi şoreşa çandî re ber bi sosyalîzmê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwîtiya Lêgerîn a ber bi azadiyê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND Ewropa/Hunera Mizgîn Alî Temel bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > MKG’ê: Zextên li dijî rojnamevanan zêde dibin
Rojane

MKG’ê: Zextên li dijî rojnamevanan zêde dibin

MKG’ê rapora meha Adarê eşkere kir û ragihand ku zextên li dijî rojnamevanan zêde dibin û li girtîgehê 10 rojnamevanên jin girtî ne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora xwe ya binpêkirina mafan a di meha Adara 2025’an de bi raya giştî re parve kir. Di raporê de hat diyarkirin ku binpêkirinên mafan ên ku rojnamevan pê re rû bi rû dimînin ne tenê qadên fîzîkî û hiqûqî ne û wiha hat gotin: “Siyaseta sansûr û astengkirinê ya cidî di medyaya dîjîtal de jî heye.”

Di dewamiya raporê de wiha hat gotin:

“Weke Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) em rapora ku me di Adara 2025’an de binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamevanên jin tomar kirine, pêşkêşî raya giştî dikin. Li gorî agahiyên ku komeleya me ji çavkaniyên vekirî, saziyên çapemeniyê û qadê berhev kiriye; Di meha adarê de herî kêm 35 binpêkirinên cuda pêk hatin. Em bi taybetî teqez dikin dibe ku hejmarên rastîn ji van hejmaran gelek zêdetir bin.

Rojnamevan tenê ji ber ku nûçeyan dişopînin êrîşên fîzîkî li wan tên kirin, tên binçavkirin, girtin û bi awayekî sîstematîk bi kampanyayên lîncê yên dijîtal tên hedefgirtin. Di Adara 2025’an de ev binpêkirin bi taybetî piştî du geşedanên krîtîk zêdetir bûn: Bi taybet di xwepêşandanên bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hatin lidarxistin de rojnamevanên jin bi binpêkirina mafan re rû bi rû man. Dîsa dema Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, Ekrem Îmamoglû jî di nav de, gelek kes hatin binçavkirin çalakiyên şermezarkirinê destpê kirin. Di van çalakiyana de jî gelek rojnamevan hatin binçavkirin. Di vê heyamê de li hemberî rojnamevanên ku li kolanan nûçe dişopînin êrîşên polîsan hatin kirin û hevalên me tevî nasnameya wan a pîşeyî jî lêdan xwarin, hatin hedefgirtin, tundiya fîzîkî li wan hat kirin û alavên wan hatin desteserkirin. Her wiha rojnamevanên ku di medyaya dîjîtal de bûne hedefa êrîşên zayendî, tenê ji ber ku erka xwe ya agahdarkirina gel bi cih tînin, bi polîtîkayeke sîstematîk a tirsandinê re rû bi rû mane. Di meha adarê de 6 rojnamevan bi êrîşan re rû bi rû man, 5 rojnamevan hatin binçavkirin, rojnamevanek hat girtin û avêtin ser malên 3 rojnamevanan. 9 rojnamevanên jin bi muameleya xerab re rû bi rû man; 6 rojnamevan dema nûçe dişopandin hatin astengkirin. Di vê tabloyê de em pirrengî û belavbûna tehdîdên li hember rojnamevanên jin ên li qadan li ber xwe didin, bi zelalî dibînin. Li gel şîdeta fizîkî, mekanîzmayên darazê jî bûne amûreke din a zextê ya li hember rojnamevanên jin. Derbarê gelek rojnamevanên jin de lêpirsîn tên vekirin, doz tên vekirin û bi hinceta naveroka nûçe û parvekirinên medyaya dîjîtal, bi pêkanînên kontrola edlî ve çarçoveya wan tê astengkirin. Di meha adarê de der barê rojnamevanekê de lêpirsîn hat vekirin, der barê 3 rojnamevanan de dozên nû hatin vekirin û darizandina 4 rojnamevanan dewam kir. Gelek ji van pêvajoyên darazê li ser sûcên nezelal û ji şîroveyê re vekirî têne kirin û sînorên rewa yên rojnamevaniyê binpê dikin.

Binpêkirinên mafan ên ku rojnamevan pê re rû bi rû dimînin ne tenê qadên fîzîkî û hiqûqî ne. Siyaseta sansûr û astengkirinê ya cidî di medyaya dîjîtal de jî heye. Di meha adarê de, malperek hate girtin û gihîştina şeş platformên medyaya dîjîtal hate astengkirin. Di nava van astengiyên gihiştinê de hesabê Instagramê yê Ajansa Mezopotamya, hesabê X (Twitter) ya Bianet û hesabê şexsî yê rojnamevan Zeynep Ceren Kuray jî hene. Bi taybetî, hedefgirtina hesabên medyaya dîjîtal ku bûye yek ji rêyên herî bilez û berbelav ji bo bidestxistina agahdariya giştî, tê wateya binpêkirina rasterast ne tenê ya rojnamevanan, lê her wiha mafê gel ê wergirtina nûçeyan. Weke Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê, em dibînin ku zext, gef û binpêkirinên li ser rojnamevanan ji bûyerên munferît zêdetir bûye polîtîkayeke dewletê ya sîstematîk û berdewam dike. Pîşeya rojnamevaniyê bi taybetî ji bo jinan her roj vediguhere qadeke xeternak. Em careke din teqez dikin ku em li kêleka hemû rojnamevanên ku ji ber berdewamiya pîşeya xwe bûne hedef, tên cezakirin an jî hewl didin wan bêdeng bikin, li pêşberî van binpêkirinan bêdeng namînin.

Em ji raya giştî re radigihînin ku em bi 9 rojnamevanên jin ên îro li girtîgehan girtî re ne û em dixwazin hemû hevrêyên me tavilê bên berdan. Rojnamevanî ne sûc e. Rojnamevanên jin wê bêdeng nemînin û li pey rastiyan bin. Ev têkoşîn ne tenê ji bo azadiya çapemeniyê, di heman demê de ji bo raya giştî jî ji bo bidestxistina agahiyên rast tê meşandin.

Em bang li hemû beşên civakê dikin:

*Azadiya çapemenî û derbirînê mafekî bingehîn ê mirovî ye; divê were parastin û berfirehkirin.

*Divê demildest zext û gefên zayendî yên li hemberî rojnamevanên jin bên lêkolînkirin û dawî li polîtîkayên bêcezakirinê bên.

*Divê dest ji pêkanînên sansura dîjîtal bê berdan û astengiyên xwegihiştinê bên rakirin.

Rojnamevanên Girtî:

1)Elif Akgul – Rojnamevan

2)Elif Ersoy – Berpirsa Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê

3)Hatice Duman – Mudura karê nivîsê û xwediyê Rojnameya Atilimê

4)Necla Demir Arvas – Rojnamevan

5)Ozden Kinik – Xebatkara berê ya TRT’ê

6)Oznur Deger – Mudura nûçeyan a JinNewsê

7)Rahime Karvar – Rojnamevan

8)Reyhan Hacioglu – Rojnameya Yeni Yaşamê

9)Zuleyha Muldur – Ajansa Nûçeyan a Etkinê”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî wê li Romayê di konferansê de bê nîqaşkirin
Nûçeya Pişt re 3’yemîn Rojên Xwendina Pirtûkên Rêber Apo: Ji têkoşînê ber bi diyalogê ve
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Festîvala Ciwan û Çandê ya Hozan Serhad li Reimsê wê bê lidarxistin

Li bajarê Reims ê Fransayê bi pêşengiya ciwanên Kurd ên Fransa (Ciwanên Kurdistanî yên Fransa-CKF)…

Ji aliyê Stêrk TV

Gazên ku polîs avêtin taxa Êlihê bandor li zarokan jî kir

Li Êlihê polîsan bi dijwarî bombeyên avêtin taxa ku bûyer lê tine bû. Gazên hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Berxwedana gerîla erşa dagirkeriyê hejand’

Malbatên Şehîdan ên Kantona Firatê 'Mizgîniya Newrozê' ya gerîla silav kirin û diyar kirin ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 13’Ê TÎRMEHA 2025’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Di şerê li Swêdayê de bîlançoya nû: 89 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li bajarê Qum ê Îranê teqîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xizmên windayan li Colemêrg, Amed û Êlihê hatin ba hev

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?