Çarşem, 19 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Eren Keskîn: Ev cînayet e, raporên ATK’ê amûra polîtîkaya necezakirinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Yekane krîtera rêveçûna pêvajoyê nêzîkatiya li Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyon di 21’ê Mijdarê de bi rojeva serdana Rêber Apo bicive

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gel, gotinên serokatiya MHP’ê û helwesta AKP’ê ji hev cuda dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna 17’emîn a komîsyona li Meclîsê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ebdî: Pêvajoya aştiyê ya ku Rêber Apo da destpêkirin ji bo Rojhilata Navîn şensekî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK’ê li Hewlêrê heyeta DEM Partiyê pêşwazî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG NRÇ: Cihê xwe di dîrokê de girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengbêj Hecer jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li bajarên cuda ên Rojhilatê Kurdistanê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê heta niha 74 gorên komî hatin vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Bi rêxistin û xweparastinê em ê bi ser kevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê semînera 25’ê Mijdarê: Felsefeya azadiyê tundiyê kêm kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê: ‘Em ê bi hev re tundiyê rawestînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Hevşaredara Cizîrê ya berê Bêrîvan Kûtlû hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em bi xurtî tevlî çalakiyên 25’ê Mijdarê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di roja 5ˊan a Mîhrîcana Fîlman fîlmê ‘Yol’ hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di festîvalê de nasname û bîra dîtbarî hatin gotûbêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 30 salan Huseyîn Ozsoy berhemên xwe da naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlman a Rojava ya 5’emîn bi nîşandana fîlmê ‘Heval Birako’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi destê dayîkan domandina çanda dêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya kovara Hunerê derket: Şehîdên hunerê û komun

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Muxatab Abdullah Ocalan e û divê azadiya wî ya fîzîkî pêk were’
Kurdistan

‘Muxatab Abdullah Ocalan e û divê azadiya wî ya fîzîkî pêk were’

Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Dîlokê axivî û got: “Muxatabê pirsgirêkê Birêz Abdullah Ocalan e û divê azadiya wî ya fîzîkî pêk were.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” ji Amedê ber bi Enqereyê ve “Meşa çareseriya demokratîk û azadiyê” li dar dixin. Meş li Dîlokê di roja 3’yemîn de didome. Rêzeçalakiyên meşvanên azadiyê li Dîlokê berdewam dike.

Di çarçoveya meşê de li sê navendên bajar civînên gel hatin lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl, li Dîlokê bi rêxistinên civaka sivîl re hatin ba hev. Civîn li Şaxa Dîlokê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) pêk hat. Di civînê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçarê axivî û got ku divê li ser pirsgirêka Kurd divê her kes tiştekê bibêje. Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişand ser giringiya axaftina nivîskar û rewşenbîran di der barê vê mijarê de û got: “Em jî ji eniya Kurdistanê piştgiriyê didin pêvajoya ku rewşenbîran daye destpêkirin. Ev sedsal, an dê ji bo her kesî bibe sala demokrasî û aşîtiyê an jî dê bibe pêvajoyeke monîzim lê serwer be. Niha li Sûriyeyê nexşeyeke nû tê xêzkirin. Ya ku wek alternatîfa rojavayê pêşkêş dikin, pergaleke jêmaya rejîma Esad e.”

Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd gelek girin e loma ne tenê berpirsiyariya desthilat û partiyên siyasî ye û wiha dewam kir: “Em nikarin geşedanên îro ji tecrîda li Îmraliyê serbixwe bigirin. Pirsgirêka Kurd gelek giring e û nikare tenê bi meclîsê ve bê sînordarkirin. Tecrîd û qeyûm li vî welatî veguherîn rejîmekê. Ev rejîm îro ji Kurdistanê belavî hemû Tirkiyeyê bû. Daxwaza me ya demokratîk tê krîmînalîzekirin û terorîzekirin. Daxwazên gelê Kurd jî bi vê yekê re tên krîmînalîzekirin. Muxatabê vê pirsgirêkê Birêz Abdullah Ocalan e û divê azadiya wî ya fîzîkî pêk were. Pêvajoya çareseriyê bînin bîra xwe; Birêz Abdullah Ocalan ê ku bi salan dihat krîmînalîzekirin, bi kirin û perspektîfên xwe yên di hefteyekê de bû qasidê aşîtiyê. Dewlet jî baş dizane ka kî dikare vê pirsgirêkê çareser bike.”

Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku kiryarên di dema avabûna komarê de îro jî diqewimin û got: “Ev sedsal, an dê ji bo her kesî bibe sala demokrasî û aşîtiyê an jî em ê sed sal din jî di nav vê dojehê de bin.”

Piştre civîn ji bo çapemeniyê girtî dewam kir.

ŞAHÎNBEY

Li avahiya Rêxistina Navçeya Şahînbeyê ya DEM Partiyê jî meşvanên “Meşa çareseriya demokratîk û azadiyê” civîna gel li dar xist. Ji xeynî nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl gelek kes beşdarî civînê bûn.

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Emîn Ay bal kişand ser bangawaziyên Serokê Giştî yê MHP’ê yên ji bo Rêber Apo û got: “Şirîkê biçûk rasterast bangî Rêberê Gelê Kurd kir. Gotin ‘Em êdî bêçare ne, em biratiyê av abikin.’ Du tişt qebûl kirin; Birêz Abdullah Ocalan Rêberê Gelê Kurd e û çareserî Birêz Abdullah Ocalan e. Heger hûn jidil bin, em êdî behsa rakirina tecrîdê nakin ji ber ku ev têra me nake. Divê Birêz Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad be û rola xwe bilîze.”

Piştre Parlamenterê DEM Partiyê Yilmaz Hûn axivî û diyar kir ku ev heşt sal in li ser hemû saziyên gelê Kurd polîtîkayeke jinavbirinê tê meşandin. Hûn bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û bi bîr xist ku ew di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” de rêzeçalakiyan dikin. Hûn her wiha êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û geşedanên li Rojhilata Navîn jî nirxandin û got ew ê li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî çalakiyên xwe bidomînin. Hûn bangawaziya Devlet Bahçelî ku got “Bila Abdullah Ocalan were û li Meclîsê biaxive” bi bîr xist û diyar kir ku ev bangawazî nîşaneya xetimîna Tirkiyeyê ye. Hûn diyar kir ku ji bo ku Kurd nebin xwedî statu, Tirkiye veguherî welatekî bêhiqûq û hejar û bû dewletekî “çeteyan”. Hûn herî dawî der barê tecrîd û bêhiqûqiyên li welat de axivî û got: “Em ê xwe bi rêxistin bikin û hêzdar bibin.”

Piştre axaftvanên din piştgiriya xwe ya ji bo meşvanan nîşan dan. Civîn bi nirxandinên welatiyan bi dawî bû.

ŞEHÎTKAMIL

Li navçeya Şehîtkamilê jî civîneke girseyî ya gel hat lidarxistin. Parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sumeyye Boz di civînê de axivî û diyar kir ku ji bo şikandina tecrîda Îmraliyê, wek partî ev 2 salên dawî ne xebateke mezin dimeşînin. Boz, li ser nîqaşên der barê hevdîtina bi Rêber Apo re jî axivî û got: “Çi dibe bila bibe, dê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk were.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN DÎLOK

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê 2 şehîdên YJA Starê li Mexmûrê hatin bibîranîn
Nûçeya Pişt re QSD: Operasyona paqijkirinê ya li Meidanê bi dawî bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di êrişa hêzên Îranê de kolberek birîndar bû

Hêzên dewleta Îranê li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê êriş birin ser kolberan. Di encamê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li dijî xespê heta siharê nobet hate girtin

Li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê, gelek kesan heta siharê nobet girtin.

Ji aliyê Stêrk TV

Dîmenê merasîma şewitandina çekan

Dîmenê merasîma şewitandina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk...

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ebdî: Pêvajoya aştiyê ya ku Rêber Apo da destpêkirin ji bo Rojhilata Navîn şensekî mezin e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YNK’ê li Hewlêrê heyeta DEM Partiyê pêşwazî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG NRÇ: Cihê xwe di dîrokê de girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dengbêj Hecer jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?