Zanyarê siyasetê Naîf Bezwan bûyerên dawî yên li Sûriye û Rojava ji ANF’ê re nirxand û anî ziman ku konferansa Tebaxa 2024’an li Hesekê bi navê ‘Konferansa Helwesta Hevpa a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê’ hate lidarxistin û hemû pêkhateyên bingehîn ên Sûriyeyê beşdar bûn, li ser rêya avakirina Sûriyeyeke nû ya demokratîk û pirrengî ya piştî hilweşîna rejîma Esad, yek ji gavên herî girîng e. Bezwan anî ziman ku li vê derê beşeke girîng a pêkhateyên bingehîn û dîrokî yên Sûriyeyê li ser paşeroja welêt vîzyona xwe nîşan dan, îradeyeke hevpar ragihandin û got, “Vîzyona paşerojê ya ku bi konferansên Qamişlo û Hesekê hate nîşandan, mifteya Sûriyeyeke demokratîk û yekbûyî ye. Aliyê hevpar ê herdu konferansan avakirina milet û dewleteke nû ye ku xwe dispêre esasên demokratîk, pirrengî û rêveberiya xwecihî, hemû komên baweriyan û gelên Sûriyeyê vedihewîne. Di vir de ya ku divê bi girîngî bê destnîşankirin ew e, ku vîzyona siyasî ya ku li Konferansa Hesekê hate destnîşankirin, li beyana îradeyê ya ‘Konferansa Helwesta Hevpar û Yekîtiya Kurd a Rojava’ tê ku bi beşdariya 400 delegeyî 26’ê Nîsana 2025’an li Qamişloyê pêk hat. Di heman demê de ji aliyê siyasî û stratejîk ve jî wê temam dike. Gelekî gigrîng e ku encam û biryarên van herdu konferansan bi hev re bê nirxandin û bicihanîn.
Şert û mercên pratîkî yên bicihanîna vê paşeroja hevpar hene. Ev yek di heman demê de li sosyolojiya dîrokî ya pirrengî ya Sûriyeyê jî tê ku ji komên baaweriyan, civakî yên cuda û avaniyeke federal a qedîm pêk hat. Divê şert û mercên vê yekê bêne afirandin, gavên hevpar ên bêne avêtin bêne diyarkirin, şert û mercên siyasî, civakî û aborî bi sebreke stratejîk û biryardariyê bêne avakirin û xurtkirin.”
Naîf Bezwan tespîta ‘Di navbera sosyalîzm û barbariyê’ de ya Rosa Luxemburg mînak nîşan da û anî ziman ku gelên Sûriyeyê di vê astê de nebe jî bi tercîheke ‘di navbera demokrasî û barbariyê’ de rû bi rû ne û got, “Kurd bi taybetî bi pêvajoya Kobanê ya 2014’an re weke aktorekî herêmî yê xurt derkete ser dika siyasî. Sala 2015’an bi avabûna QSD’ê re Kurd bi taybetî li gel Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Fransayê, li nava hêzên koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê ku ji 80 welatên ji hêzên Rojavayî pêk tê, bû aktorekî ewlekarî, aramî û siyasî yê bingehîn.
Herî dawî bi konferansên li Qamişlo û Hesekê re modela çareseriyê ya li ser paşeroja Sûriyeyê hem di nava xwe de hem jî bi pêkhateyên din ên civakî û dîrokî yên Sûriyeyê re gihand hev û bi vî rengî nîşan dan ku di avakirina Sûriyeyeke nû de aktorekî sereke ye.
Ev vîzyon hem li ruhê demê, rastiya qadê û sosyolojiya civakî ya Sûriyeyê tê, hem jî di avakirina Sûriyeyeke nû û yekbûyî de alternatîfeke maqûl, aqilane û rasteqîn e. Ev yek li Sûriyeyê hem balê dikişîne ser Kurdan û hevalbendên wan hem jî zemîneke bêhempa ya rewatiyê ji bo wan diafirîne. Lê belê ji bo ev zemîna rewatiyê veguhere alternatîfeke siyasî ya rasteqîn hem li qada Sûriyeyê hem jî li qada navneteweyî pêwîstî bi pêngavên stratejîk û siyasî hene ku divê neyên taloqkirin.
Bi kurtasî, di navbera pêkhateyên heyî û gengaz ên vê pêvajoyê de divê koordînasyon bê afirandin, hevkarî û avaniyên sazîbûyî yên hevpar divê bêne avakirin. Li gel xurtkirina hevalbendên xwe yên heyî divê hevkarên nû ji xwe re çêbikin û tevlî pêvajoyê bikin.”
Zanyarê siyasetê Naîf Bezwan qala betalkirina danûstandinên aştiyê yên li Parîsê kir ku rejîma demkî ya Şamê konferansa Hesekê kir hincet û ev yek betal kir Naîf Bezwan got, “Ev yek ji bo rejîma demkî ya Şamê ji bilî qebûlkirina têkçûnê nayê ti wateyê. Ev yek di heman demê de ji bo rêveberiya Erdogan jî ku benê rêveberiya Şamê ya demkî di destê wî de ye, ji aliyê siyasî û dîplomatîk ve tê wateya eşkerebûna rastiya wî.
Sedema esasî ya li pişt vê yekê ew e ku modela siyasî ya ku rêveberiya Erdogan li ser Sûriyeyê ferz dike, li rastî û dînamîkên siyasî, civakî û dîrokî yên Sûriyeyê nayê û ev nakokî her roj hîn mezin dibe.”
Naîf Bezwan destnîşan kir ku di halê hazir de dîroka Kurdistanê li Rojava tê nivîsandin, çarenûsa wê li Rojava diyar dibe û got, “Weke ku herî dawî Serok Mesûd Barzanî di beyana îradeyê ya ji bo Rojava diyarkirî de destnîşan kir, civak, aktorên siyasî, raya giştî û dîaspora Kurdistanê vê rastiyê bi kûrahî hîs dike, dijî û helwestê nîşan dide.
Divê bê destnîşankirin ku di nava rewşa nediyar, gef, krîzên piralî yên li Sûriye, Tirkiye û Rojhilata Navîn de xeteriya esasî ya li ser Rojavayê Kurdistanê ji ber Tirkiyeyê ye. Li pêşiya diyarkirina paşeroja xwe ya bi rengekî azad a gelên Sûriyeyê, astengiya herî mezin polîtîkaya hikumeta Erdogan a li ser Sûriyeyê ye. Ev polîtîka têkiliya piralî ya bi rejîma demkî ya Şamê û destwerdanên xwe yên siyasî û leşkerî yên li ser vê bingehê ne.
Çareserkirina vê yekê dibe ku pêwîstiyê bi analîzên stratejîk û siyasî yên berfireh dibîne. Lê belê dibe ku ev tespît di cihê xwe de be: Di serî de Kurd divê hemû derdorên ku berjewendiya xwe di avakirina Sûriyeyeke demokratîk de heye, li hemberî êrîşên tinekirinê yên gengaz divê hêza xwe ya parastinê ya hevpar û kapasîteya xwe ya vê yekê bi lez xurt bikin. Li aliyê din bêyî ku firsendek ji dest bê berdan, divê karên siyasî û dîplomatîk ên bi Tirkiyeyê re bêne zêdekirin.
Weke ku di konferansên Qamişlo û Hesekê de hate destnîşankirin, diyar e ku paşeroja Rojavayê Kurdistanê û tevahiya Kurdistanê bi siyaseteke bi bandor, berfireh û berxwedêr a li sê qadên bingehîn ve girêdayî ye ku di dema navîn û dema dirêj de hevdu temam dikin. Ew siyaset jî bi vî rengî ne: Pakta Neteweyî ya Kurdistanê, Tifaqa Sûriyeyê ya Yekbûyî û Tifaqa Navneteweyî.”