Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, raporekê têkildarî nasnameya xwepêşanderên ku di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de ji aliyê rejîma Îranê ve hatine qetilkirin, weşand.
Di raporê de, hate diyarkirin ku ji destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê heta niha nasnameya 240 xwepêşanderên Kurd ên bi destê rejîma Îranê li bajarên cuda hatine qetilkirin, hatine eşkerekirin.
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, destnîşan kir ku navê xwepêşanderan li parêzgehên Kirmanşan, Îlam, Sine, Tehran, Elburz, Loristan, Xoresana Zerewî, Kerec, Meşhed, Gîlan, Qezwîn, Esfehan, Hurmuzgan, Mazenderan û Xozistanê hatine qeydkirin.
Di heman raporê de, hate diyarkirin ku di nava kesên nasnameya wan hatî eşkerekirin de 20 zarok hene û 31 kes jî ji pêkhateya Yarsanî ne.
Her wiha hate ragihandin ku dezgehên ewlehiyê yên rejîma Îranê rê nadin malbatan ku miriyên xwe li goristana bajêr û cihê niştecihbûna wan bispêrin axê an jî cenazeyên wan vegerînin bajarên wan, ji ber wê malbatan neçar kirine ku hezkiriyên xwe li bajarekî an gundekî din bispêrin axê.
Tora Mafê Mirovan, di rapora xwe de destnîşan kir ku hêzên rejîma Îranê ji bo radestkirina cenazeyan pereyek zêde ji malbatan werdigirin û malbatan neçar dikin ku sedema mirina wan wek ‘ketina ji cihek bilind’ qeyd bikin û berpirsyartiya mirina wan bixin stûyê xwepêşanderan.
Herî dawî Tora Mafê Mirovan, da zanîn ku nasname û agahiyên di derbarê welatiyên din ên Kurd ku di xwepêşandanan de hatine qetilkirin bidestxistine û lêkolîn hîna jî berdewam dikin.

