Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlaya şehîd ev tişt diyar kirin:
“Hevrêya me Eser Warşîn 14’ê Cotmeha 2023’yan li qada Dersimê di êrîşa dijmin de şehîd bû.
Di serî de Herêmên Parastinê yên Medyayê hevrêya me Eser Warşîn li gelek herêmên cuda di xebatên girîng de wezîfe weşand. Weke milîtaneke fedayî ya PKK û PJAK’ê li her devera ku lê ye pêdiviyên wezîfeyên xwe bê kêmasî bi cih anî. Di her şert û mercî de nûneriya nasnameya jina azad kir. Hevrêya me her tim di jiyana xwe de bi kelecan û dilnizm bû; bi kesayeta xwe ya saf û paqij ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêya me meşa azadiyê ya ku bi îlhama ji berxwedana Kobanê wergirtî, da destpêkirin û li çiyayên azad ên Kurdistanê domand. Bi sekna ya di jiyanê de, hevrêtiya xwe ya samîmî, bi tecrube û baweriya xwe ya li ser xeta îdeolojiya rizgariya jinê bû mînaka şênber a jiyaneke bi têkoşînê dagirtî.
Weke hevrêyên wê em soz didin ku bibin layiqê têkoşîna ku wê dewrî me kirî û ala wê ya berxwedanê bigihînin serketinê. Em ê bibin şopdarê xeyalên hevrêya xwe ya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad û em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêya me Eser Warşîn, bi vî rengî ne:
Nasnav: Eser Warşîn Nav û Paşnav: Dîlan Dûrak Cihê Jidayikbûnê: Stenbol Navê Dayik – Bav: Nûrhayat – Taner Cih û Dîroka Şehadetê: 14’ê Cotmeha 2023’yan / Dersim |
Hevrêya me Eser di nava malbateke ji Golanê ya girêdayî Erdexanê de, li Stenbolê hat dinê. Ji ber ku malbata wê beriya salên dirêj ji Kurdistanê koç kiribû û ji ber siyaseta qirkirinê ya dijmin, hevrêya me Eser bi neçarî ji cewherê xwe dûr mezin bû. Her çendî ku di ferqa Kurdbûyîna xwe de jî ye, ji çand û zimanê Kurdî dûr mezin bûye. Lewma ji heqîqeta Kurdistanê dûr mezin bû. Hevrêya me di salên dibistanê de tevgerên şoreşger nas kir û di vê pêvajoyê de destpêkê rastiya Kurd û Kurdistanê nas kir. Weke ferdek gelê Kurd kete nava lêpirsînan. Ji lêpirsînên ku kirine û nîqaşên xwe yên bi hin derdorên welatparêz re kirî, hêdî hêdî dest bi fêmkirina rastiya Kurd û Kurdistanê dike. Her çendî ku ji ber polîtîkayên dewleta Tirk a qirker ji nasname, ziman û çanda xwe dûr ketibe jî weke jineke Serhedî ya ku cewherê xwe ji dest nedaye, ji bo cewherê xwe bibîne ket nava hewldanekî mezin. Hevrêya me Eser di lêpirsînên xwe yên têkildarî jiyanê kirî de, di heman demê de ket ferqa rolê ku civakê dayî jinê. Weke jinekê şêwazê jiyana kevneşopiya paşverû, bi ti rengî qebûl nekir. Hevrêya me lêhêrbûnên xwe yên têkildarî vê yekê domand û di dawiya salên amadeyî de dest bi lêkolînkirina pirtûk û parêznameyên Rêber Apo kir. Hevrêya me ferq kir ku bi nirxandinên Rêbertî yên têkildarî rastiya Kurd û Kurdistanê roj bi roj vedigere cewherê xwe. Di heman demê de bi nêrîn û nirxandinên têkildarî azadiya jinê jî hêviya xwe ya azadiyê xurt kir. Hevrêya me Eser naskirina xwe ya ji bo rastiya Rêber Apo bi van gotinan tîne ziman, ‘Rêbertî bala min pir dikişand. Xwesteka min a naskirina wî û daxwaza min a fêrbûna felsefeya wî roj bi roj zêde dibû. Piştî demekî te Rêbertî xwend bêyî ku tu bikevî ferqê tu fêm dikî ku te dikişe rastiyê û te bi cewherê te dide naskirin. Tu jî êdî hewl didî wate li jiyana xwe bar bikî’. Hevrêya me Eser weke jineke Kurd dikeve ferqa nasname, ziman û şêwazê jiyana ku li wê hatî ferzkirin. Hemû zincîrên koletiyê yên sîstemê dişikîne û azadiyê dihilbijêre. Hevrêya me Eser ji berxwedana destanî ya li Rojava li dijî êrîşên dermirovî yên çeteyên DAÎŞ’ê, bandor dibe û fikirî ku divê ew jî êdî weke jineke Kurd di nava refên berxwedanê de cih bigire. Hevrêya me Eser fêm kir ku weke şexs dikare têkildarî jiyana xwe biryar bide û bi lêhêrbûnên xwe yên di demeke kurt de pêk anî, guhê xwe da dengê azadiyê. Di sala 2014’an de berê xwe çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me Eser jiyana gerîla weke gava destpêkê ya ji azadiyê re hatî avêtin, pênase kir. Hîn di roja destpêkê de bi tevlîbûna xwe ya dirûst, vekirî, samîmî û bi xwestek bala hevrêyên xwe kişand. Hevrêya me kêliyekî jî kelecana xwe ya jiyanê ji dest neda û tevlîbûna xwe xurt kir. Hingî ku Rêber Apo nas kir, hîn zêdetir xwedî li jiyana azad a gerîla derket. Lewma jiyana azad a gerîla bû navê naskirina koka xwe ku bi salan di lêgerîna wê de bû. Hevrêya me Eser pir ji vê jiyanê hez kir. Hevrêyên wê û jin; hema bêje hemû hezkirina mirovahiyê di ruhê wê de zindî bû. Di helbesta ku wê bi xwe nivîsandî de, hezkirina xwe ya ji mirovahî û heqîqetê re wiha tîne ziman:
‘Gava ku mirovan xwest, wê jê hez bike.
Gava ku xwest stêrkan bibîne,
Pênûsa xwe bigire destê xwe,
Û rastiyê biqîre,
Gava ku mirovan xwest, wê jê hez bike.
Wê hizra zindiyê yekem bike û xwe ji xumamiyê xelas bike,
Wê sînorên kenê rake û tenêtiyê têk bibe,
Ku rasttirîn pênaseya jiyanê pêhesîn be,
Gava ku mirovan xwest, wê jê hez bike.
Ger gerdûn zindî be û têgihiştin girîng be,
Ger jiyan herikîna enerjiyê be,
Ger heqîqet hêza wateyê be,
Û her tişt zindî be,
Gava ku mirovan xwest rastiya xwe bibîne, wê jê hez bike…’
Bi taybetî bi pêşengiya hevrêyên xwe yên jin di nava jiyanê de û di nava şer de bi bandor dibe. Hevrêya me Eser ku ji roja ewil ve çiyayan nas dike, îdeolojiya rizgariya jinê ya Rêbertiya me ji xwe re esas girtiye, bi perwerdehiya ku dîtî re karî nûnertiya ruhê hevrêtiya PKK’ê û exlaqê wê bike. Hevrêya me ku piştî perwerdeya şervanên nû demekê li Garê tevlî xebatê bû, pratîka xwe ya destpêkê li qadeke xweser ku tenê hevrêyên jin lê bûn, pêk anî. Di vê pêvajoyê de hevrêya me artêşbûna jinê ya azad û nirxên ku jinê bi hêza xwe derxistî holê derxist zanabûnê û bû xwedî wê derfetê ku hê bêhtir lêhûrbûnên xwe kûr bike. Hevrêya me ku piştre li herêmên Metîna û Qendîlê jî xebat meşand, bi sûdwergirtina ji tecrûbeya jiyanî û rêxistinî ya hevrêyên xwe ya bi wan re têkoşiya, bû milîtanek Apoyî ya jêhatî. Hevrêya me Eser li dijî êrîşên dijmin ên ji nîvê sala 2015’an û vir ve, weke gerîlayeke YJA Starê di ferqa berpirsyariya xwe de bû û li ser vê esasê bi israr pêşniyar kir ku biçe herêmên ku şer lê giran bû. Ji bo vê yekê jî ji bo hîn bêhtir xwe di aliyê leşkerî de bi pêş bixe, li Dibistana Operasyonê ya Şehîd Mehmet Goyî tevlî perwerdeyê bû. Hevrêya me ku li vir pêvajoyeke perwerdeyê ya serketî bi dest xist, piştre derfet dît ku hevrêyên xwe yên jin demekê li Dibistana Operasyonê ya Şehîd Rojîn Gewda perwerde bike.
Hevrêya me Eser ku roj bi roj lêhûrbûna xwe li ser şer kûrtir kir, gihîşt wê encamê ku serketina li Kurdistanê ancax bi têkoşîneke li ser xeta fedayî pêkan e. Li ser vê bingehê, hevrêya me ji nû ve çû Behdînanê û li vê derê bi wergirtina perwerdeya îdeolojîk û leşkerî re derfet dît ku hîn bêhtir kûr bibe. Hevrêya me ku her roja xwe bi lêhûrbûna ku derbên bi bandor li dijmin bixe derbas kir, karîbû asta xwe ya îdîa û biryardariyê mezintir bike. Ji bo ku di pîvanên Gerîlaya Modernîteya Demokratîk de xwe kûrtir bike û bibe gerîlayek azadiyê ya jêhatî, di aliyê taktîk û teknîka leşkerî de her tim xwe pêş xist. Tevlî amadekarî û pêkanîna gelek çalakiyên suprîz bû, ku tê de derbên giran li dijmin hatin xistin.
Êrîşên qirker û komkujiyên ku ji aliyê dewleta Tirk a mêtinger li dijî gelê me pêk dihatin, ku her diçû li her qadê bi taybetî li Bakurê Kurdistanê girantir dibû, bû sedem ku hêrsa hevrêya me Eser a li dijî dijmin mezintir bibe. Ji ber vê jî pêşnyar kir ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe û têkoşîna xwe hê bêhtir mezin bike. Hevrêya me Eser ku bi taybetî dixwest berê xwe bide Dersimê, warê hevrê Sara – Sakîne Cansiz û fermandara me ya fedaî hevrê Zîlan – Zeynep Kinaci ku şopdara wê bû, di encama israra xwe de bi ser ket. Li qada Dersimê bêyî ku zehmetiyên dijiya bike hincet, karîbû wateyê bide hevrêtiya jidil û hişmendiya kûr a azadiyê. Weke milîtaneke jin a azad, lêgerîna xwe ya ji bo têk birina êrîşên dijmin û lêxistina derbên giran her tim domand. Hevrêya me weke fedaiyek Apoyî li hemberî her zehmetî û astengiyên dijmin karî bersiv bide pêvajoyê. Hevrêya me Eser tevî hevrêya me Edessa Cejna di 14’ê Cotmeha 2023’yan de di êrîşên dijmin de li Dersimê de heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe da û gihîşt şehadetê. Hevrêya me Eser; wê her tim bi sekna xwe ya bêtawîz, bi nasnameya xwe ya jina azad û kesayeta xwe ya berxwedêr bibe meşaleyek ku rêya me ronî dike.”