Di rojeke germ a havînê de lehengekî xatir ji me xwest, li çiyayên azad ên kurdistanê bi aramî çavên xwe li jiyanê girt. Bi serbilindî û ji xwe bawer tevlî nava karwanê nemiran bû. Ew ewladê leheng ê Herekolê Şerzan bû. Têkoşîna bêhempa ya Şerzan, wêrekî û dilsoziya wî ya bi welatê xwe re kir ku şopên kûr li dilê gelê Kurd bihêle. Ji ber vê yekê wê di hişê PKK’ê de, di dilê gelê Kurd de timî bê bîranîn. Botan erdnîgariyeke welê ye ku lehengên Kurdistanê ji nava xwe afirandiye. Mirovên esîl û bi rûmet lê mezin dibin. Dijmin bi vê rastiyê zane, lewma heta jê tê êrîşî Botanê dike, hewl dide serî li gelê wê bide tewandin. Lê belê gelê bi rûmet û bi şeref ê Botanê ti carî serî li ber dijmin netewandiye.
Ridvan Şengîl (Şerzan Herekol) jî ewladekî vî gelî ye. Ji navçeya Dihê ya Sêrtê ye, ku fermandarê nemir ê PKK’ê Egîd çirûska destpêkê ya berxwedana li Kurdistanê lê vêxist. Ji ber ku malbata wî di encama zilma dijmin de koç kir, Ridvan Şengîl li Edeneyê ji dayik bû. Bi kok û nasnameya xwe, bi rûmeta xwe jiya. Ridvan jî li nava malbateke bi vî rengî hêja û welatparêz mezin bû. Polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletê bandor li Ridvan nekir. Ciwantiya xwe da têkoşîna çand û zimanê Kurdî. Dewleta Tirk ji ber vê yekê ew timî kir hedef. Ridvan beşdarî karên ciwanên şoreşger welatparêz bû û di çalakiyeke li dijî dijmin de hate girtin. Pêvajoya zindanê baş nirxand û gihîşt wê baweriyê ku divê têkoşîna xwe ya li dijî zilma li Kurdistanê mezin bike.
TI ASTENGIYÊ NEKARÎ BERXWEDAN Û BAWERIYA WÎ BIŞIKÎNE
Piştî ku ji zindanê derket berê xwe da çiyayên Kurdistanê û sala 2017’an tevlî nava refên gerîla bû, navê Şerzan Herekol li xwe kir. Ji bo fikrê Rêber Apo û çanda PKK’ê li her qadê bixe meriyetê gelekî hewl da. Di her karî de bi kesayetiya xwe ya wêrek, fedakar û kedkar ji hevrêyên xwe re bû mînak. Hevalê Şerzan ku dilsozê felsefeya Rêber Apo bû, di têkiliyên xwe yên bi hevrêyên jin de jî ev nirx ji xwe re kir esas. Bi wêrekî û dilxwaziya xwe di nava têkoşîna gelê Kurd de bû xwedî cihekî girîng. Her tim haya xwe ji berpirsyariya xwe hebû û ti astengiyê nekarî berxwedan û baweriya wî bişikîne. Li hemberî çekên herî modern ên dagirkeran berxwedaneke mezin nîşan da û mohra xwe li gelek çalakiyên serketî xist.
Nirxên lehengiyê yên PKK’ê bi giranî bi şehîdan têne bîranîn, lê belê gerîla Şerzan dema sax bû weke lehengekî hate naskirin. Bi pratîka xwe nîşan da ku xwedî fikir û sekneke çawa ye. Yekî welê bû ku armancên xwe yên mezin hebûn û jiyana xwe li gora van armancan ava kir. Tenê mirovên xwedî armancên mezin dikarin karên mezin bikin, têkoşîneke mezin bimeşînin. Tevlî şerê herî giran bû, mîna di jiyanê de di nava şer de jî bi mîsyoneke mezin rabû. Her wezîfeya ku partiyê da wî bi rengekî hêja bi cih anî. Li hemberî êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê Şerzan Herekol berxwedaneke destanî kir û hilanîna tola hevrêyên xwe yên şehîd her tim ji xwe re kir hinceta têkoşînê.
Meha Tîrmehê di dîroka PKK’ê de meha berxweedan û lehengiyê ye. Şerzan Herekol jî di 25’ê Tîrmeha 2024’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî karwanê şehîdan bû. Bi jiyan û têkoşîna xwe bi tîpên zêrîn navê xwe li dîroka berxwedanê ya PKK’ê nivîsand. Gerîla Şerzan li gel jiyana xwe bi şehadeta xwe jî weke milîtanekî Rêber Apo bû mînak ji hevrêyên xwe re. Navê wî di çîrokên berxwedanê de wê bê bîranîn û di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de weke alekê li ba bikeve.