Piştî ku Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê Kendava Sarosê, peravên Gokçeada, Bozcaada û Edremîtê weke herêmên namzetê “Qada Çavkaniya Enerjiyê ya Nûkirî” (YEKA) ragihand, projeyên eneriya ba ya li ser deyayê ya li Ege ya Bakur kete rojevê.
Alîkarê Serokê Yekîtiya Enerjiya Ba ya Tirkiyeyê (TUREB) ê ji Enerjiya Ba ya li ser Deryayê Berpirsyar Ûfûk Yaman li rûniştina di çarçoveya WindEnergy Hamburg de anî ziman ku li Ege ya Bakur potenasiyela enerjiya ba ya li ser deryayê ya 3,5 û 4,5 gigavatê heye. Hate ragihandin ku beşê Marmarayê yê karê bi alîkariya ji 8 milyon Euroyî ya Banka Cîhanê û Yekîtiya Ewropayê tê meşandin di asteke girîng de qediya ye û kar li Ege ya Bakur dewam dike.
Berdevka Komeleya Çand û Hawirdorê ya Egeyê (EGEÇEP) Seher Gacar ragihandina herêmên navborî weke qadên ji YEKA’yê re namzet li ser mijarê ji ajansa me re axivî.
Seher Gacar rexne kir ku polîtîkayên enerjiyê tenê li ser hilberandina elektrîkê ji kîjan çavkaniyê tê nîqaşkirin û anî ziman ku nûbûna çavkaniyekî nayê wê wateyê ku her razemeniya bê kirin dostê hawirdorê ye. Seher Gacar got, “Bi hinceta pêwîstiya enerjiyê piştî razemeniya li daristan, qadên çandiniyê, çêrgeh û peravan niha jî derya pêşkêşî razemeniyên enerjiyê têne kirin. Divê ev yek bibe mijara lêpirsînê. Bi qasî çavkaniya enerjiyê ya girîng ew e ku li ku derê, çawa, çiqasî, ji bo kê û bi kîjan berdêlên ekolojîk tên bidestxistin. Meseleya esasî ew e ku enerjî ji bo kê, ji bo çi û bi kîjan berdêlan tê hilberandin.”
‘DIVÊ EKOSÎSTEM BI RENGEKÎ YEKPARE BÊ NIRXANDIN’
Seher Gacar anî ziman ku Santralên Enerjiya Ba yên li ser Deryayê ne tenê turbînên li ser avê ye got, ev mijar divê bi danîna hîmên tûrbînan, bicihkirina qebloyan li binê deryayê, lênihêrîn û karê xwe gihandinê, her wiha bi binesaziya li peravê bi rengekî yekpare bê nirxandin.
Seher Gacar diyar kir ku di qonaxa avakirin û rêvebirina projeyan de divê mijarên; gengeşiya li binê avê, xerabûna qadên hilberînê yên zindiyên li dderyayê, guherîna nêzîkatiyên koçê yên masiyan û bandora gengaz a li ser çûkên deryayê ji aliyê zanistan ve bêne nirxandin û işaret bi girîngiya lêkolîneke zanistî ya berfireh kir.
Bi dewamî anî ziman ku Ege ya Bakur di halê hazir de di bin zexta giran a pîşesaziyê, bendergeh, ragihandina deryayê û tûrîzmê de ye û ragihand ku kapasîteya ragirtina ekolojîk a li herêmê bê sînor nîne û divê bandora hawirdorê ya kumulatîf (danehevî) ya her projeyê bê nirxandin.
‘POLÎTÎKAYA KU TENÊ GIRANIYÊ DIDE SER RAZEMENIYÊN NÛ, RAST NÎNE’
Seher Gacar bal kişand ser daneyên Odeya Endezyarên Elektrîkê (EMO) û got, “Rewşa guherîner a hilberîna ji çavkaniyên ba û tavê bêguman tê zanîn. Lê belê ev rewş lêpirsîna li ser pêwîstiya bêdawî ya razemeniya santralên nû û şêweyê bikaranÎna kapasîteya heyî ji holê ranake. Kalîteya hilberîna pîşesaziyê, bikaranîna sektora zêde ya enerjiyê, berhemdarî û windahiyên ragihandinê heta ku neyên nirxandin, plansaziyek tenê li ser razemeniyên nû rast nîne.”
‘DIVÊ GELÊ HERÊMÎ TEVLÎ PÊVAJOYÊN BIRYARDANÊ BÊNE KIRIN’
Seher Gacar destnîşan kir ku derya ne tenê qada razemeniyê ya şîrketan e, di heman demê de çavkaniya debarê ya masîgiran e, qada jiyana hevpar a hemû zindiyan e û diyar kir ku di mijara projeyan de ji hilbijartina cih û pê ve divê nêrîna masîgiran, gelê xwecihî, şaredarî, odeyên pîşeyî û rêxistinên ekolojî bê wergirtin. Destnîşan kir ku pêvajoyên ÇED’ê jî divê tenê weke karên îdarî yên pêşîvekirina li razemeniyan neyê dîtin.
Seher Gacar diyar kir ku derya ne qadên razemeniyê ne ku ji aliyê şîrketan ve bêdawî bê bikaranîn û destnîşan kir ku derya qadên jiyana hevpar e ku divê bêne parastin.

