Çarşem, 18 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hevseroka PJAK’ê: Projeya me Îrana demokratîk, Kurdistana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL: Bila cejna Newrozê bibe wesîleya aştî, azadî û demokrasiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojê 17 dermanan dixwe: Li gorî dadger dikare bi tenê îdare bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kazliçeşmeyê heta bi Yenîkapiyê Newrozên Stenbolê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Menzione: Bersiv ji daxwaza me ya dîtina Abdullah Ocalan re nayê dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Ji bo mezinkirina govenda azadiyê em bang dikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG û YJA Starê: Di vê Newrozê de em ê pêvajoyê bi ser bixînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê herî kêm 4 teqîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Newroz 2026’an divê bibe Newroza azadiya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Cizîra Botan bi 77 meşaleyan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi kareograsfiya Mazlum Dogan Newrozê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ferîde Eralp: Azadiya jinan bi destwerdanên derve nayê bidestxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E ji bo destdirêjiya li Neuköllnê got: Edalet nayê veşartin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em bi rola xwe rabin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Nerazîbûna li dijî xespa îradeyê
Rojane

Nerazîbûna li dijî xespa îradeyê

Nerazîbûnên li dijî desteserkirina wezîfeya Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî, didomin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Çile 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Danişîna doza Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ku ji ber xebatên di dema rojnamegeriyê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, duh li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Dadgehê, 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da Sofya Alagaş. Wezareta Karên Hundir piştî cezayê Sofya Alagaşê, îro di danê sibehê de waliyê bajar Kemal Kizilkaya weke qeyûm li Şaredariya Sêrtê tayîn kir. Gelek kesan li ser medyaya dijîtal bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan.

BAROYA SÊRTÊ: SOFYA ALAGAŞ DIVÊ VEGERE WEZÎFEYA XWE

Baroya Sêrtê: “Ev pêvajo, berdewamiya sepanên berê ne. Qarîneya bêgunehiyê hatiye binpêkirin, rêgezên hiqûq û demokrasiyê hatiye binpêkirin, mafê bijartinê hatiye binpêkirin û yekser mudaxileyî îradeya gel hatiye kirin. Bi van biryarên keyfî re îktîdar gelê Kurd û îradeya wan a siyasî tune dihesibîne. Ev kiryar, bi eşkereyî binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê ye… Weke Baroya Sêrtê, em dixwazin tavilê ev biryara tayînkirina qeyûm a nehiqûqî paşve were kişandin û Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş dîsa li wezîfeya xwe vegere. Em bang li rayedaran dikin ku rêzê ji bo mafê bijartin û hilbijartinê, nirxên demokratiyê û hiqûqê bigirin.”

DBP: EM XESPKARAN NAS NAKIN

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP): “Di 28’ê Çileyê de bi awayekî nehiqûqî û bi tawanbariyên bêbingeh ceza dan hevşaredara me ya Sêrtê Sofya Alagaş. Îro jî qeyûm hate tayînkirin. Ev zîhniyeta ku îradeya gel tune dihesibîne û xesp dike dê winda bike. Xelkê Sêrtê di 31’ê Adara 2024’an de tevî her cureyên hîleyan jî şaredarî ji dagirkeriyê xelas kir û vîna xwe nîşan da. Em ne qeyûmên ku her carê bi heman rêbazê ji bo xespkirina îradeya gel tên tayînkirin ne jî kesên wan tayîn dikin nas nakin. Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî îradeya gelê Sêrtê ne. Em ê xwedî li îrade û keda xwe derkevin.”

HDK: HÛN NIKARIN ÎRADEYA GEL TESLÎM BIGIRIN

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Alî Kenanoglû: “Careke din îradeya gelê Sêrtê tune hate hesibandin… Îradeya hilbijêran, bi biryarên derhiqûqî hate xespkirin. Ev polîtîkaya qeyûm ku gelê Kurd, muxalîf û siyaseta demokratîk bi awayekî sîstematîk hedef digire, bingeha xwe ne ji hiqûqê lê ji siyaseta wesayetê digire. Divê ji bîr nekin ku dê nekarin bi rêya qeyûman îradeya gel teslîm bigirin.”

ESP: JI EWIL CEZAYAN DIAFIRÎNIN Û PIŞTRE JÎ QEYÛM TAYÎN DIKIN!

Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Mûrat Çepnî: “Şaredariya Sêrtê hate xespkirin. Ji ewil cezayan diafirînin û piştre jî qeyûm tayîn dikin… Bi vê yekê re ji hilbijartina 31’ê Adarê heta niha şaredariyên me yên Colemêrg, Mêrdîn, Êlih, Dêrsim, Xelfetî, Akdenîz, Miks û Sertê jî di nav de 8 şaredarî hatin xespkirin.”

TANRIKULU: AKP NE ALÎGIRÊ AŞTIYA CIVAKÎ YE

Parlamenterê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu: “Qeyûm tayînî Sêrtê jî kirin. Em careke din dibêjin; qeyûm binpêkirina mafê bijartinê, rêgezên dewleta hiqûqê, nûnertiya demokratîk û Destûra Bingehîn e. Îktîdara AKP’ê ev 8 sal in bi vê rêyê îradeya gel xesp dike û ev yek nêzikatiya wê ya li dijî aştiya civakî nîşan dide. Duh biryar hate dayin, hêj hinceta wê nehatiye nivîsandin, ji îstînaf û dadgeha bilind derbas nebûye, ango teqez nebûye. Ev yek eşkereye ku AKP bi aştiya civakî re nîne, jidil nîne. Ji pevçûn, dabeşkirin û bêhizûriya civakê sûd digire û dixwaze bi jehrîkirina aştiya civakî îktîdara xwe bidomîne. Xelkê Sêrtê di 2014 û 2019’an de li ser sindoqê bersiva qeyûm dabû, dê careke din bide. Bila gumana tu kesî ji vê nebe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî komkujiya Zirganê bang li civata navneteweyî kir
Nûçeya Pişt re Karwanê nû gihîşt Bendava Tişrînê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bersiva 74 fermanan

Rêber Apo dibêje; "banga Aşitî û Civaka Demokratîk bersiva 74 fermanan e"

Ji aliyê Stêrk TV

Aqûbeta Nurettîn Yedîgol hate pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Nurettîn Yedîgol pirsîn ku beriya 44 salan ji aliyê hêzên dewleta Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudanî, bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Abdî re axivî

Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudanî, bi rêya telefonê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Hevseroka PJAK’ê: Projeya me Îrana demokratîk, Kurdistana azad e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

KONGRA-GEL: Bila cejna Newrozê bibe wesîleya aştî, azadî û demokrasiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

MSD: Çareseriya pirsgirêka Efrînê bi bidawî dagirkeriya Tirkiyeyê ve girêdayî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

TJK-E: Werin em di Newrozê de li dora heman agirî bicivin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?