Salvegera damezrandinê ya 80’emîn a Neteweyên Yekbûyî li gel şer, krîza avhewayê û birîna fon, bi krîzeke giran a rewabûnê tê pêşwazîkirin.
Civaka Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ku li New Yorkê bi axaftinên serokdewletan dewam dike, bi yek ji krîzên herî mezin ê dîroka rêxistinê re rû bi rû ye. Piştî biryara Komîsyona NY’yê ku diyar kir li Xezeyê Îsraîl qirkirinê dike Îsraîlê bombe li Qatarê barand, şerê Rûsyayê yê li hemberî Ûkraynayê, êrîşên li ser qada hewayî ya Polonya û Estonyayê, şerê li Myanmar û Sûdanê vîzyona aştî û ewlekariyê ya NY’yê têk dibe.
Helwesta rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Ku piralîtî terikand û berê xwe da peymanên dualî, her wiha birîna alîkariyê kir ku Armancên Pêşketina Hertimî ya sala 2015’an bixitimin.
BIRÎNA FON Û KÊMKIRINA BUDÇEYÊ JI SEDÎ 20 A SALA 2026’AN
Pêvajoya reformê ya ‘UN80) ku bi taybetî ji bo sala 80’emîn a NY’yê hate destpêkirin, bi esasî veguheriye bernameya teserûfê. Deynê mehane yê DYE’yê yê nêzî 1.5 milya rdolar, 600 milyon dolar ê Çînê, her wiha birîna budçeyê ji aliyê welatên weke Elmanya, Fransa û Îngilistanê rêxistinê ber bi krîzeke giran a malî ve dibe.
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY’yê Volker Turk anî ziman ku ji ber kêmaniya çavkaniyan 18 kar wê nikaribe bi cih bê anîn. Bi taybetî lêpirsînên li ser mafên mirovan ên li Fîlîstîn, Sûdan û Ûkraynayê li ber rawestînê ne. Her wiha birîna budçeyê ya ji sedî 20 ku ji bo sala 2026’an hatiye plankirin, tê wê wateyê ji ji 35 hezar kadroyên Neteweyên Yekbûyî 7 hezar kadro ji kar bênde derxistin, hin ofîs bêne girtin û sazî bibin yek.
Birîn û kêmkirin bi taybetî li hemberî mafên mirovan têne kirin. Li vê qada ku ji xwe di asta kêm de tê fînansekirin, teserûfa tê kirin dibe sedem ku rûniştinên li Konseya Mafên Mirovan kurt bibin. Ev yek jî şopandina binpêkirina mafên mirovan û mafê gotinê yê civaka sivîl lawaz bibe. Dewletên ku mafên mirovan bi rêk û pêk binpê dikin, ji vê rewşê sûdê werdigirin.
Li gorî pisporan, eger li ser paşeroja Neteweyên Yekbûyî biryar tenê di destê dewlet û burokratan de be, wê rêxistin hîn bêhtir bi dewletan ve bê girêdan û bê bandor bimîne. Ji bo gotina ’em gel’ ku pîvana damezrandinê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ye jinûve bibe xwedî wate, divê civaka sivîl tavilê tevlî pêvajoyê bê kirin.