Çarşem, 11 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îdem ê ku 30 salan girtî ma hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiyê 30 salan Zubeyîr Îdem cara sêyem hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran ji bo girtiyên nexweş bang hate kirin: ‘Mafê jiyanê ewle bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurtulmuş di çarçoveya pêvajoyê de serdana DEM Partiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara qurbaniyên teqîna li HABAŞ’ê bû 19

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pascal Torre: Heta ku Abdullah Ocalan neyê berdan wê fikarên li ser pêvajoyê dewam bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîdên azadiyê li Rojhilatê Kurdistanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîlê li ser şopa şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şiyar Şevger: Em ê teqez xwedî li têkoşîna şehîdan derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bombardûmana li ser Rojhilatê Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî bi salan di bîranînê de gihîştin hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û Tevgera Nifşê Nû serî li Dadgeha Federal da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Tevlîbûna yekser a jinan a li pêvajoya aştiyê mercê demokratîkbûnê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mukkades Erdogdu Çelik: ‘Divê têkoşîn li dijî çavkaniyên tundiyê bê meşandin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Dogû: Nêzîkatiya AKP’ê ya hiştina pêvajoyê ji demê re rîskên cidî bi xwe re tîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em bi berxwedana xwe ya bi heybet 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Jîna Ehmed bi kefaletê hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kolombiyayê di 9 mehan de herî kêm 118 cînayetên jinan qewimîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Newroza Antalya: Bijî berxwedana Îmralî
Rojane

Newroza Antalya: Bijî berxwedana Îmralî

Di Newroza Antalyayê de bê navber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana Îmralî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Adar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Pîrozbahiya Newrozê ya ku li Qada Bajêr a navçeya Kepez a Antalyayê hate lidarxistin bi axaftinan berdewam kir. Di pîrozbahiyê de tevlîbûna zêde ya ciwanan bal kişand. Li qadê bênavber dirûşmeyên; ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin.

Di pîrozbahiya ku piştî deqeyek rêzgirtinê destpê kir de Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Antalya Selamî Ozyaşar axivî û wiha got, “Me gelek êş, zilm û zordarî dît. Em dixwazin êdî li welatekî demokratîk bijîn. Em perwerdeya bi zimanê xwe yê dayikê dixwazin. Êdî bes e ji polîtîkayên şer, pevçûn, înkar, zext, zilm, binçavkirin û tayînkirina qeyûman re. Pêvajoyeke nû heye. Niha dema aştî û biratiyê ye.” Ozyaşar diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rê li ber aştiyê vekiriye û di vê navberê de girseyê dirûşma; ‘Bijî Serok Apo’ berz kir. Ozyaşar bertek nîşanî girtina şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu da.

Piştre Koma Zarokên Aryen derketin ser dikê û stranên xwe gotin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Antalyayê Evîn Akdogan piştî konserê axivî û wiha got: “Paradîgmaya Birêz Ocalan li hemû erdnîgariyan bûye manîfestoya bindestan. Çakûçê Kawayê Hesinkar û pênûsa birêz Ocalan jî heman tiştî dibêjin. Bijî berxwedana gelê Kurd.”

Wekîla DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû diyar kir ku agirê Newrozê 100 sal in ji bo azadî û aştiyê tê vêxistin û wiha got, “Di sala 2025’an de birêz Abdullah Ocalan ji Îmraliyê bangek kir. Em jî li vê qadê bang dikin, ji bo afirandina civakeke demokratîk em ê têbikoşin.”

Di dawiyê de Wekîlê DEM Partiyê yê Antalyayê Sarûhan Olûç bal kişand ser banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê û wiha got: “Birêz Ocalan tecrîd şikand û ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ ragihand. Nûqteya ku em di 52 salan de gihiştinê ew e ku têkoşîna nasname, çand, zimanê zikmakî û azadiyê li Rojhilata Navîn di serdema xwe ya herî xurt de ye. Banga birêz Ocalan di demeke wiha xwedî girîngiyeke mezin e. Îro gelê Kurd bi qasî ku bi hikûmeta Sûriyeyê re li ser şertên wekhev rûnê bûne xwedî hêz. Li dijî barbarên DAÎŞ’ê li ber xwe da. Hezar silav ji Kobanê re. Kobanê tê wateya jiyana Kurdistanê, cihekî ku di dilê her yekî ji me de ye. Serkeftina îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dîrokî ye.

Di dema aştiyê de tayînkirina qeyûman nayê qebûlkirin. Dema ku qala çareseriyê tê kirin, divê qeyûm nebin. Yên ku berê digotin ‘Kurd nîne, Kurdî nîne’ niha radibin dibêjin ‘Kurd hene, zimanê Kurdî heye’. Ev yek bi berxwedana kesên ku qadan tijî dikin pêk hat. Hûn bi xêr hatin serdemeke têkoşînê ku em ê destkeftiyên heta niha hatine bidestxistin zêdetir bikin. Em li ser banga birêz Ocalan disekinin. Birêz Ocalan berpirsyarî girt ser milê xwe. Berpirsyariyeke me hemûyan heye ku em aştî û çareseriyê bînin. Rêya xwegihandina veguherîna demokratîk, berfirehkirina siyaseta demokratîk e. Bi misogerkirina dewleta hiqûqê re em dikarin veguherîna demokratîk pêk bînin. Lazim e ev hikûmet ji bo azadî û demokrasiyê gavan biavêje.”

Olûç bertek nîşanî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu da. Pîrozbahiya Newrozê bi derketine ser dike ya hunermend Mehmet Çelîk û Sûat Sozdar dewam kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ANTALYA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bayindir: Gelê Kurd wê azad bibe
Nûçeya Pişt re Newroz Dîlokê bû qada xwedîderketina li banga Rêber Apo
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Hindistanê îzdîham: 121 kes mirin

Li bakurê Hindistanê îzdîhama herî kujer a 10 salên dawiyê çêbû û hema bêje piranî…

Ji aliyê Stêrk TV

Şandeya TJA û DEM Partiyê li Başûrê Kurdistanê hevdîtinên xwe didomîne

Serdanên şandeya TJA û DEM Partiyê li Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Şandeyê serdana Nermîn Osman…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Bazîdê agirê Newrozê hate dadan: Kurd êdî bi hev re tevdigerin

Li navçeya Bazîd a Agiriyê, bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Hevserokê Giştî yê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îdem ê ku 30 salan girtî ma hate berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Berdana girtiyê 30 salan Zubeyîr Îdem cara sêyem hate taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li gelek bajaran ji bo girtiyên nexweş bang hate kirin: ‘Mafê jiyanê ewle bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kurtulmuş di çarçoveya pêvajoyê de serdana DEM Partiyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?