Pêncşem, 6 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ayşegul Dogan: Rêya ber bi aştiyê qonax bi qonax e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ahmet Tamîr: Girtîgeh bûne navendên binpêkirina mafan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tecrûbeya demokrasiya herêmî li Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nejdet Atalay: Divê Kurd karibin biryarên li ser pêwîstiyên xwe yên siyasî û çandî bi xwe bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Gelekî girîng e ku alî li hev civiyan û ev metna hiqûqî çêkirin”

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Meclîsa Gel a Şengalê: Em ê tu carî dest ji têkoşîn û daxwaza edaletê bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şopên ji heqîqetê: Fermandar Zekiye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muzikjenên jin ji çar parçeyên Kurdistanê bi hev re konser dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Ked û Demokrasiyê piştgirî da qanûna çarçoveyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wargeha Mexmûrê di salvegera 12’emîn de êrişên DAÎŞ’ê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Tenduristiyê ya Mexmûrê: ‘Tenduristiya Rêber Apo tenduristiya me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Tîrmehê 5 rojnamevanên jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nûçeya Gulistan Doku derbarê rojnamevan Zîlan Azad lêpirsîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Meşvanên ‘Budçeya Nan û Aştiyê’ ber bi Enqereyê ve bi rê ketin
Rojane

Meşvanên ‘Budçeya Nan û Aştiyê’ ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

Meşa "Budçeya Nan û Aştiyê" ya ku ber bi Enqereyê ve hatiye destpêkirin gihîştin Îzmîr, Edene û Dîlokê. Di daxuyanî hatin dayîn de li dijî lêçûnên şer daxwaza budçeya ji bo gel, dadwerî û aştiyane hat kirin û piştre ber bi Enqereyê ve bi rê ketin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di pêvajoya nîqaşên li ser Qanûna Budçeya Navendî ya 2026’an de li meclisê tê kirin de 2 rojin ji çar aliyan ve ber bi Enqereyê ve dimeşin. Meşvanan li Îzmîr, Edene û Dîlokê daxuyanî dan.

ÎZMÎR

Meşvan ji Kulturparkê heta Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Alsancakê meşiyan û belavok belav kirin. Di belavkirina belavokan de, dirûşmên “Ne mûçeya herî kêm, jiyaneke mirovî” û “Ne ji şer re, ji aştiyê re butçe” hatin berzkirin. Piştre li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.

Di daxuyaniyê de pankarta “Budçeya Nan û Aştiyê” hat hildan. Parlamenterê DEM Partî yê Colemêrgê Onur Duşunmez, nûnerên partîyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û rêveberên DEM Partî ya Îzmîrê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Onur Duşunmez di dxuyaniyê de axivî û diyar kir ku bi mîlyonan mirov bi mûçeya herî kêm hewl didin debara xwe bikin û got, “Em ji bo parastina aştiyê ya ku bi qasî nan  pîroz e, li vir in. Di dewleteke civakî de divê ti welatî birçî ranezê. Budçeya ku ji bo şer tê veqetandin, divê ji bo aştî û pêşeroja civakê were veqetandin.”

Piştî daxuyaniyê meşvan derbasî Deriyê Montro ya Kulturparkê bûn û ji wir ber bi Enqereyê ve bi rê ketin.

DÎLOK

Milê meşê li Parka Kırkayak a navçeya Şahînbeyê ji aliyê Saziya Platformên Demokratîk a Dîlokê (DEKUP) ve hat pêşwazîkirin. Girse bi erbaneyan hat pêşwazîkirin û bi berzkirina dirûşmeyên “Ne ji şer re, ji aştiyê re budçe” û “Nan, aştî, azadî” ber bi Saklibahçeyê ve meşiya.

Hevserokê SYKP’ê Mertcan Tîtîz li wir axivî û diyar kir ku budçe ne tenê hesabkirinek teknîkî ye. Tîtîz bal kişand ser çavkaniyên ku ji bo lêçûnên şer hatine veqetandin û got, “Nabe ku li aliyekî ji bo şer budçeyê veqetînin û li aliyê din jî nikaribe xwarinek bide zarokan.”

Piştî axaftinan, gel nameyên ku daxwazên wan tê de bûn radestî şandeyê kirin. Piştre şande ber bi Edeneyê ve bi rê ket.

EDENE

Meşvanên Herêma Çûkûrovayê piştî sedrdanên li Hatya û Mêrsînê, li Parka Înonu ya Edeneyê civiyan. Meşvan bi berzkirina dirûşmeyên “Ne ji şer re, ji kedkaran re budçe” û “Ne ji şer re, ji aştiyê re budçe” ketin parkê.

Hevseroka DEM Partî ya Edeneyê Helîn Kaya di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ew li dijî budçeyek ku ne di berjewendiya gel de ye derdikevin û daxwaza budçeyek ku li gorî gel be dikin.
Endamê MYK’ê yê DEM Partiyê Mehmet Saltoglu jî diyar kir ku ew ê bi vê meşê re daxwazên karker û kedkaran bibin Enqereyê û got, “Ger em vê têkoşînê bi hev re mezin bikin, em ê bi ser bikevin. Em bihêz in û em ê bi hev re bi ser bikevin.”

Parlamentera DEM Partî ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan jî diyar kir ku çavkaniyên ku ji bo polîtîkayên şer têne veqetandin wekî xizanî vedigerin gel û banga “Ne ji bo şer, em ji bo karkeran budçeyê dixwazin; ne ji bo şer em ji bo perwerdehiyê budçeyê dixwazin.” Dîlan Kunt Ayan bal kişand ser banga Aştî û CIvaka Dmeokratîk a ku Rêber Apo di 27ê Sibatê kiribû û got, “Meşa me wê ji bo bidawîkirina pevçûna 52 salan, ji bo rê li ber siyaseta demokratîk were vekirin û ji bo ku budçeyê ji jin, kedkar, cotkar û bindestan re were veqetandin, berdewam bike.”

Hevserokê DAD’ê Zeynel Kete jî diyar kir ku divê budçe şefaf, demokratîk û adil be.

Li ser navê Dayikên Aştiyê Suphiye Bayav axivî û bi bîr xist ku ev saleke xwîn û mirin çênebûye û xwest ku budçeya ku ji bo şer hatiye veqetandin ji bo gel, karker û zarokan were veqetandin.

Daxuyanî bi bi gerandina govendê bi dawî bû û meşvan ber bi Enqereyê ve bi rê ketin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Meşvanên Herêma Marmarayê bi karkeran re civiyan
Nûçeya Pişt re Rojnamevan Osman Çakli hat binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hikûmeta veguhêz çekên giran li derdora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi cih dike

Hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê liv û tevgera xwe ya leşkerî ya li taxên Şêxmeqsûd…

Ji aliyê Stêrk TV

Karwanê piştgiriya ji bo Helebê, gihişte Hesekê

Karwanê ku ji Kantona Cizîrê ji bo piştgiriya bi taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê…

Ji aliyê Stêrk TV

Meşvanên azadiyê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ hatin pêşwazîkirin

Meşvanên Azadiyê li Mêrdînê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin. Di çalakiyê de peyama ‘Meşa me…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ayşegul Dogan: Rêya ber bi aştiyê qonax bi qonax e

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Zelenskiy: Me li navendên petrolê yên Rûsyayê xist

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

‘Guherîna avûhewayê rîska şewata daristanan a li Kanadayê du qatan zêde kir’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?