Xelkê Cizîrê serê sibehê herikî qada Newrozê û guh neda baranê, bi govendê Newroz pîroz kir.
Qada Newrozê bi flamayên ji rengên kesk, sor û zer hate xemilandin û pankartên bi nivîsa “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” hatin daliqandin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji Komîteya Amadekar a Newrozê Aynûr Elçîoglû û Hevserokê Navçeya Cizîrê yê DEM Partiyê Yilmaz Sanri peyama Rêber Apo ya li ser Newrozê parve kirin û Newroz li beşdaran pîroz kirin. Piştî xwendina peyamê dirûşm hatin qîrîn.
Aktîvîsta TJA’yê Fatma Balay bal kişand ser têkoşîna jinan û ragihand ku felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” gerdûnî bûye.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî qala dîroka berxwedanê ya Cizîrê kir û destnîşan kir ku ev gel li benda avêtina gavên şênber e.
Ayşegul Dogan got, “Rêber Apo ne tenê lîderê rêxistinekê ye. Ev Newroz bila bibe wesîleya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyan hemûyan. Ev gel vê yekê dixwaze. Rêber Apo divê li vê derê gel silav bike, ev daxwaz daxwaza hemû Newrozên li Cizîrê ye. Ev daxwaz ji her demê bêhtir tê kirin. Ji ber vê jî îsal Newroza azadiyê ye. Îro ev qad qada referandûmê ye. Hûn dema ji bo Rojava daketin qadan gelê Kurd peyamek da. Îro ji vê derê jî ev peyam bilind dibe. Ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi yekîtiyê heye. Divê em cudahiyên xwe bidin aliyekî, her yek ji me xwe li hev bigirin. Ji bo aştiyeke bi rûmet divê em vê bikin.”
Piştî axaftinan agirê Newrozê hate dadan. Pîrozbahî bi performansa ser dikê ya zarokan û hunermendan dewam kir. Tevahiya rojê govend hate gerandin.

