Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Parlamentera Stenbolê ya DEM Partiyê Çîgdem Kiliçgun Ûçar rewşa heyî ya pêvajoya çareseriyê û paşeroja siyaseta demokratîk nirxand.
Hevseroka DBP’ê anî ziman ku pirsgirêka Kurd hem ji aliyê dîrokî hem jî ji aliyê rojane ve bandora xwe her tim nîşan da û got, “Ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurd ve, ji aliyê siyaseta demokratîk a Kurd ve ji bo çareseriya demokratîk a vê meseleyê, li ser bingeha aştiyeke bi rûmet û mayinde têkoşîneke cidî hate meşandin.
Vê têkoşînê xwe ispat kiriye. Hem rewşa jeopolîtîk a li Rojhilata Navîn, hem jî daxwaz û siyaseta demokratîk a Kurdan hildigire ser milê xwe, di hişt û pratîka xwe de vê yekê nîşan dide. Lewma bandorê li van meseleyên vê serdemê dike.
Meseleya pêvajoya çareseriyê yan jî çareseriya bi rêbazên demokratîk a pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê xwedî dîrokekê ye. Di hevpeyvînekê de ya bi Birêz Ocalan re hate kirin, tê dîtin ku ji salên 1990’î û pê ve aliyê Kurd ji bo aştiyê li muxatabekî digere, xwedî feraseteke bi vî rengî ye û di vê mijarê de jî israr dike. Hêza ku hûn hewl didin pê re muzakereyê bikin û vê mijarê çareser bike ti carî bi we re nebû hêzeke wekhev. Berevajî vê yekê, hêza ku hûn li dora maseyê pê re rûdinên ew hêz e ku hewl didin pirsgirêkan û şerê pê re çareser bikin. Lewma tevgera Kurd çiqasî dixwaze xwe biguherîne û veguherîne, di heman demê de dixwaze desthilatdarî jî xwe biguherîne û veguherîne. Heman tiştî ji dewletê jî dixwaze.
Aqlê dewletê yê sed salî ewqasî xwe bi sîstem kiriye ku bi qasî tevgera Kurd ji vê pêvajoyê re ne amade ye. Ya yekemîn ev e. Ya duyemîn jî di mijara ‘Çareseriya vê meseleyê tê çi wateyê’ de zelaliyeke cidî heye. Mînak, Birêz Ocalan li şûna têkoşîna çekdarî bi rengekî eşkere siyaseta demokratîk vegot. Dewlet û desthilatdarî ku li aliyê din ê maseyê ne, eger dixwaze û ji xwe re dike armanc ku bi Kurdan re dema nû ava bike, hingî wê çi bixe şûna polîtîkayên asîmîlasyon û tundiyê? Di vir de rewşeke cidî ya nediyar heye.
Bêguman bendewariyek ji bo gavavêtinê heye. Divê dewlet gavê biavêje, ji ber ku yek ji aliyên li dora maseyê rûniştî ew bi xwe ye. Em ê li bendê bimînin. Li aliyê din ev yek jî ji nedîtî ve tê: Di mijara bendewariyê de, mînak di pêvajoyeke bi vî rengî de xwezayek, hiqûqek pêvajoyên çareseriyê heye; bi esasî ew ji nedîtî ve tê.
Em çi dibêjin, di nava daxwazên me de çi hene? Divê Mafê Hêviyê bi cih bê anîn. Divê Birêz Ocalan xwedî şert û mercen azad ên kar û jiyanê be. Pêwîstî bi aliyekî heye ku van daxwazan bi cih bîne.”
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar destnîşan kir ku ev yek xwezaya vê pêvajoyê ye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Meseleya gavneavêtiyê weke meseleyeke çavdêriyê xwe nîşan dide. Bivê nevê li pêşiya rêveçûna pêvajoyê dibe asteng û li dijî xwezaya pêvajoyê ye.
Belê, li aliyekî dewlet heye lê belê piştî vê qonaxê divê em, yanî qada siyaseta demokratîk li gel bilêvkirina daxwazên xwe yên mafdar ên ji bo rêveçûna pêvajoyê; aliyê ku aştiyê, çareseriyê dixwaze û xwedî nexşerêya vê yekê ye, bi derdorên civakî re di nava fikir û hewldana xurtkirina vê nexşerêyê -yanî Birêz Ocalan û paradîgmaya wî- de bin. Ji ber ku di pêvajoyên bi vî rengî de hûn çiqasî xurt bin, hûn ê ewqasî karibin gavê bi dewletê bidin avêtin. Hûn çiqasî bi hêz bin û zexta demokrasiyê li ser dewletê bikin, hûn ê bi dewletê gavê bidin avêtin.
Lewmai belê em ê bibêjin ku bendewariyên me hene, lê belê li gel vê yekê em ê vê bendewariyê bi her kesên ku bi hesreta Tirkiyeyeke demokratîk in tevbigerin û rê û rêbazên wê nîqaş bikin.
Têkildarî aliyê dewletê gelek tişt dikarin bêne gotin. Eşkere ye ku bernameyeke xwe ya demdirêj nîne, di mijara çareseriyê de ji heman pencereya siyaseta demokratîk a Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd nanihêre. Lê belê ji bo ev yek negihêje asta ku çareseriyeke mayinde û aştiyeke demokratîk asteng bike, divê em pirsa ‘Em dikarin çi bikin’ nîqaş bikin.
Mînak, komîsyon girîng bû. Ev yek weke gaveke dewletê bê dîtin jî bi esasî israr û îradeya Birêz Ocalan diyarker bû. Di mijara nirxandina meseleyên sereke yên siyaseta Tirkiyeyê de yekemcar avaniyeke piralî ya ewqasî berfireh li hev kom bû, avakirina komîsyonê girîng bû. Lê belê di vê komîsyonê de tiştekî gelekî girîng kêm e, ew jî wêrekî ye.
Meseleya pêvajo bi xwe veguherîneke bingehîn ferz dike. Ne tevgera Kurd, lê pêvajo bi xwe vê veguherînê ferz dike. Pêvajoya siyasî ya li Rojhilata Navîn, bûyerên siyasî yên li cîhanê gelek daneyan pêşkêş dikin ku bi netewe dewletê nameşe. Dema ku ji vî alî ve mirov binirxîne hingî veguherînek divê bê kirin.”

